Bi sedan koçberên ji bajarê Serêkaniyê li Kampa Waşokanî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Koçberên ku di sala 2019’an de piştî dagirkirina bajêr ji aliyê Tirkiyê û komên wê yên çekdar ve bi darê zorê hatin derxistin, li dijî daliqandina alên Tirkiye û Pakîstanê li ser saziyên fermî yên li bajarê xwe nerazîbûn nîşan dan. Dagirkirin di çarçoveya operasyona bi navê ‘Bariş Pinari’(Kaniya Aştiyê) de pêk hatibû.
Xwepêşandan, piştî agahiyên ku dewleta Tirk a dagirker piştgirî dide kirîna mal û milkên koçberan pêk hat. Ev rewş fikarên ku guhertina demografîk a li herêmê dê piştî operasyona ‘Bariş Pinari’ jî bidome, zêde kir.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandî, xwepêşanderan hewldana Tirkiyeyê ya kirîna mal û milkê Kurdên koçber red kirine û ev yek wekî binpêkirina mafên wan bi nav kirin. Xwepêşanderan, diyar kirin ku mal û milk ku nasnameya bajêr in di bin gefê de ye û bang li rêxistinên navneteweyê kirin ku vegera wan misoger bikin û mafê wan biparêzin.
CIVÎNEKE VEŞARTÎ HATE LIDAR XISTIN
North Press ragihand ku, li Serêkaniyê civîneke veşartî pêk hat ku rayedarên Tirk, karsaz, serokên eşîran û nûnerên komên çekdar beşdar bûn. Armanc ew bû ku mal û milkên kesên koçber ku piraniya wan Kurd û Xiristiyan in, dewrî komên girêdayî Tirkiyeyê werin kirine.
Çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku niştecihên bajêr ji koçberan re bihayên bilind pêşkêş kirine. Komîteya Kesên Koçber ên Serêkaniyê vê hewldanê wekî “guherîna demografîk a sîstematîk” bi nav kir û destnîşan kir ku ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Komîteyê, diyar kir ku firotina mal û milkên ku di bin dagirkeriyê de têne kirin ne derbasdar e û dikare wekî “sûcên şer” û “sûcên li dijî mirovahiyê” were hesibandin. Komîteyê ji kesên koçber xwest ku mal û milkên xwe nefiroşin û ji rayedarên Şamê xwest ku peymana 10’ê Adarê bicîh bînin û van polîtîkayan li herêmên dagirkirî rawestînin.
Bêhtirî 200 hezar kesên koçber ên ji Serêkaniyê û Girê Sipî hîn jî di şert û mercên zehmet de di konan an jî xaniyên kirê de dijîn. Nearamiya ewlehiyê, hebûna komên çekdar, nebûna nûnertiya siyasî û pevçûnên berdewam rê li ber vegerê digirin. Pevçûnên di navbera komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin û hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê vegerê xeternak dike.