Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê 14’emîn Lijneya Giştî ya Jinan li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Beyoglûyê li dar xist.
Hevberdevka HDK’ê û endama Komîsyona Meclisê Meral Daniş Beştaş û gelek jin beşdarî civîna lijneya giştî bûn. Civîn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna şoreş û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Meral Daniş Beştaş di civîna lijneya giştî de axivî û diyar kir ku li seranserê cîhanê û li Rojhilata Navînê serdemeke pevçûnî diqewime û ew di navenda vê pêvajoyê de ne û got: “Hêzên emperyal bi rêbazên nû hevpeymanan çêdikin û hewl didin zemînên cuda biafirînin. Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê re trajediyeke mirovî diqewime. Rastiyek heye ku Filistîn bi birçîbûnê difetise û em hewl didin vê têkoşînê xurt bikin. Şerê Ukrayna-Rûsyayê berdewam dike. Piştî qirkirina li Sûriyeyê ya li dijî Durzî û Elewiyan, nîqaşên nû yên xweseriyê hene. Em şahidê gefên li dijî rêveberiya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) yên li wir in, bi taybetî jî yên Tirkiyeyê. Ne mimkûn e ku ev hemû ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk serbixwe werin nirxandin. Helwesta me ew e ku em îradeya gel nas bikin. Pêdivî ye ku Tirkiye bi gelê xwe re têkiliyên dostane pêş bixe. Piştî komkujiyên dawî, êrîşên li dijî Elewî û jinên Elewî cureyekî qirkirinê tîne bîra me. Ev yek li Sûriyeyê dîsa diqewime, hem di dema barbariya DAÎŞ’ê de û hem jî niha. Serpêhatiyên jinên êzidî hîn jî di hişê me de ne.”
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hişmendiya desthilatê ya ku jinan bi malbatên wan ve sînordar dike û got: “Em bi rêveberiyekê re rû bi rû ne ku nasname û îradeya jinan di bin rûpoşa malbatê de înkar dike. Em her roj girîngiya jiyanî ya vê têkoşînê dibînin. Hikûmet bi tevahî jinan nas nake. Daxuyaniyên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dibêje ku jin tune ne, tenê malbat hene û jin di nav wê malbatê de tenê objeyek in. Em dizanin ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê û pîrozkirina malbatê, ew xwe li dijî têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan bi cih dikin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê tê wateya bêparastinhiştina jinan, zêdekirina siyaseta bêcezatiyê û bêtir sazûmankirina cudakariyê. Lê tevgereke jinan a pir xurt heye li dijî vê yekê.”
Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku Rêber Apo piştî şeş salan cara ewil karibûye parêzerekî bibîne û got: “Ev geşedaneke girîng e, lê bila me nehejîne. Ev mafeke bi bingeheke qanûnî ye. Qanûnên ceza û qanûnên têkildar zelal in, lê Tirkiye welatek e ku her dem derî vedike û digire. Em bi pir hewl didin ku komîsyon serdana giravê bike. Nayê qebûlkirin ku di vê pêvajoyê de guh nedin aktorekî siyasî yê pêşeng. Em bawer dikin ku divê komîsyon bigihîje çarçoveyên berbiçav ku dê pêvajoya heyî pêşve bibe. Em daxwaz dikin ku komîsyon serdana giravê bike, ‘mafê hêviyê’ hebe û qanûndanîna demkî were damezrandin. Û bêyî ku dem winda bike, divê komîsyon ji qonaxa guhdarîkirinê derbas bibe û gavên berbiçav biavêje. Nêrînên birêz Ocalan bi raya giştî re tên parvekirin û wî jî banga qonaxeke hiqûqî kir. Serkeftina vê pêvajoyê bi me ve girêdayî ye; ev ne serdemek e ku em ê tenê temaşe bikin an bişopînin. Ji bo ku ew mezin bibe, berfireh bibe û mirov di yekîtiyeke wekhev, azad û demokratîk de bijîn, divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve û gotina xwe bibêje.”
Piştî axaftina Meral Daniş Beştaş civîna lijneya giştî bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.