Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bûn
Kurdistan

20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bûn

20 ciwanên Êzidî beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn û perwerdeya xwe bi merasîmekê bi dawî kirin. Şervanên nû yên YBŞ'ê biryardariya xwe ya ji bo parastina civak û xaka xwe nîşan dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi vegera gel a ji bo Şengalê her ku diçe ciwanên Êzidî berê xwe didin nav sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê. Di vê çarçoveyê de 20 ciwanên Êzidî ji bo parastina civaka xwe bikin, beşdarî nav refên YBŞ’ê bûn.

Ciwanên Êzidî, li Akademiya Derwêşê Evdî di dewreya perwerdeyê ya Şehîd Fedakar de mehekê perwerdeya bîrdozî û leşkerî dîtin. Dewreya perwerdeyê bi merasîmeke leşkerî, her wiha bi beşdariya malbatên şervanan, nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî bi awayekî girseyî bi dawî bû.

Di merasîma leşkerî de li ser navê fermandariya YBŞ’ê, Reşîd Ebdî peyamek da. Di serî de, dewreya perwerdeyê ya şervanên nû li Rêber Apo û hemû civaka Êzidî pîroz kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “Dewreyekê wiha bi navê şehîdan di Akademiya Derwêşê Evdî de, di vê demê de pir watedare û yek ji nirxên me yên pîroze. Lê yên ku rê li ber me vekirin wekî civaka Êzidî, bi keç û xortên xwe bi awayekî sîstematîk perwerdeyên bîrdozî bibînin û parastina axa xwe bikin, şehîdên korîdora mirovahiyê û milîtanên PKK’ê bûn. Di vê rêyê de, yên ku canê xwe feda kirine, em bi rêzdarî bibîr tînin.”

Reşîd Ebdî qala gefên li ser Şengalê berdewam kir û wiha got: “Wekî tê zanîn, planên siyasî ku li ser Şengalê tên meşandin di aliyê erdnîgarî, siyasî, civakî, olî û aborî de ne. Di vî alî de ji hemû civakên derdora me bêhtir, erk li ser milê me ye ku em xwe ji her kesî zêdetir perwerde bikin û di demên pêş de xwe ji hemû nêrînên ku li ser civaka me pêş bikevin, amade bikin. Em wekî di ser sifra guran de ne, divê em wisa nêzîk bibin. Ev sifre di dîrokê de jî her dem bûye hedefa guran û xwestine daqurtînin, lê çawa ku di dîrokê de ji serdema împaratoriya li welatê Xalta û heta roja me ya îro destdanîn li civaka me nehatiye jiyankirin, di serdema Keleşê Çelo, Mîskê Zaza, Hisênên Domelî û Derwêşê Evdî de û heta roja me ya îro, ev berxwedanî dewam dike. Berxwedana Êzidiyên Xilf û Dara û wê her ev berxwedanî nû bibe.”

Ji Fermandariya YBŞ’ê Reşîd Ebdî anî ziman ku berxwedana wan berdewama Ş. Zerdeşt û Pîr Çeko ye û wiha pê de çû: “Bila her kes bizanibe ku YBŞ’ê xwe di demên hebûn û nebûnê de daye qebûlkirin. Divê civaka me bizanibe ku ji bilî YBŞ’ê tu kes li parastina wan xwedî dernakeve. YBŞ bi xwînê, di dema rizgarkirina Şengalê de hatiye avakirin. Em bang li gelê xwe dikin ku pêşî li ber zarokên xwe vekin ji bo beşdarî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û ew jî bibin xwedî nasnameya şeref û rûmetê. Li ser vî esasî, em vê dewreya perwerdeyê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev dewreya perwerdeyê wê bibe bersiv û kelemeke di çavê dijmin de.”

Piştî axaftinê, şervanên YBŞ’ê li ser bîr û baweriyên Êzdatiyê, bi Laleşa Nûranî, Şehîdên Fermana 74’an û axa Şengalê sond xwarin û soza parastina civaka Êzidî dan. Piştre şervanên YBŞ’ê li ser yekîneyên xwe hatin belavkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin
Nûçeya Pişt re Valatiya ku veqetîna şeş salan li pey hiştiye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê hate şikandin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li bejahiya rojhilatê Dêrazorê êrîşeke çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP’ê li dijî biryara ‘Bêhukmiya Teqez’ serî li YSK’ê da

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel li dijî biryara "Bêhukmiya Teqez" serî li YSK'ê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li 4 bajaran li dijî dewleta kujer hatin ba hev

Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Colemêrg û Êlihê ji bo kesên ku ji aliyê hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kanadayê alarma şewata daristanan: Zêdeyî 20 hezar kes hatin veguhestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?