Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-NRÇ) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Em hevrêyên xwe Vejîn Zeryan, Filîz Dersim, Armanc Nûsaybîn, Bahoz Mawa, Simko Serhildan û Têkoşer Dorşîn ên di têkoşîna sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihîştin şehadetê, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Vejîn, Filîz, Armanc, Bahoz, Simko û Têkoşer li dijî êrîşên qirkirinê ji bo parastina hebûna gelê Kurd û pêkanîna azadiya wan tevlî refên gerîla bûn. Li çiyayên Kurdistanê bi pêşketin, xurtbûn û pisporbûna di taktîkên gerîla de bûn milîtanên egîd. Ji bo azadiya gelê me xuh rijandin, ked dan û hewl dan berpirsyariya dîrokî ya li ser milên xwe bi layiqî bi cih bînin. Li ser vê bingehê xwe ji tu fedakariyê nedan alî û canê xwe jî fedayî doza azadiyê ya gelê me kirin û bi wêrekî têkoşiyan. Hevrêyên me ku bûn milîtanên bijarte, bi helwest, pratîk û jiyanê xwe têkoşîna ku divê ciwanên Kurd mînak jê bigirin danîn holê. Milîtanên fedayî yên Apoyî û zarokên egîd ên gelê me yê Kurdistanê Vejîn, Filîz, Armanc, Bahoz, Simko û Têkoşer, bi hiştina mîrateyeke mezin ê têkoşînê gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku bibin şopdarê armancên wan û xeyalên wan teqez pêk bînin.
Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:
|
Nasnav: Vejîn Zeryan Nav û paşnav: Rojbîn Çakmak Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Fethiye- Mûgdat Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2019’an/Avaşîn |
|
Nasnav: Filîz Dersim Nav û paşnav: Celîle Turk Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Zekiye-Davût Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2019’an/Zap |
|
Nasnav: Armanc Nisêbîn Nav û paşnav: Esra Şahîn Cihê jidayikbûnê: Meletî Navê dayik û bav: Nuriye- Îbrahî Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2019’an/Zap |
|
Nasnav: Bahoz Mawa Nav û paşnav: Azîz Tûnç Cihê jidayikbûnê: Manîsa Navê dayik û bav: Hacîre-Saît Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Gulana 2019’an/Qendîl |
|
Nasnav: Simko Serhildan Nav û paşnav: Ferhat Tursun Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Halîme-Îsmaîl Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Tebaxa 2019’an/Avaşîn |
|
Nasnav: Têkoşer Dorşîn Nav û paşnav: Ridvan Çelenk Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Dilnaz-Mehmet Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Zap |
VEJÎN ZERYAN
Hevrêya me Vejîn li navçeya Gever a Colemêrgê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Kesayeta wê bi exlaqa malbata wê ya ji eşîra Herkî ku yek ji eşîra herî pêş a herêmê ye ne û derdora wê şêwe girt. Hevrêya me ku zarokatiyek di xwezaya xwe de derbas kir, di hawirdorekî xwedî nêrînên polîtîk de mezin bû. Hevrêya me ji bandorên derdorê zêdetir, di cîhana xwe ya hundirîn de jiyan kir û ji ber vê yekê zêde neket nava bandorên neyînî yên modernîteya kapîtalîst. Hevrêya me dît ku ferqekî pir mezin di navbera bendewariyên wê û tiştên ku pergalê pêşkêşî wê dike de heye. Wekî jinekî ciwan her ku azweriya wê ya azadiyê pêş ket, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nask kir. Her ku Rêber Apo nas kir, pergala heyî û rewşa xwe ya di nava pergalê de lêpirsîn kir. Ji şert û mercên tecrîdê yên li ser Rêber Apo û têkoşîna li dijî êrîşên li ser gelê me bandor bû. Hevrêya me bandorên pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di sala 2010’an de da destpêkirin, di derdora xwe de bi awayekî berçav jiyan kir û dît ku divê ew jî cihê xwe di vê têkoşînê de bigire. Li ser vê bingehê di sala 2011’an de bi biryardariyeke mezin, ji xaka ku lê jidayik bû tevlî refên gerîlayan bû.
Hevrêya me Vejîn perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li Zagrosan dît û bi saya nasbûna xwe ya bi çiyayan re zû ferî jiyana xwe ya nû bû. Di perwerdehiyê de ji hirgulî û cewhera jiyana gerîlaya, têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û girêdanbûna hizrî ya gerîla bi jiyanê re bandor bû. Hewl da bi hemû kesayeta xwe jiyana gerîla ku naşibe ti formên di civakê de bipejirîne. Li dijî têkiliyên di civakê de li ser berjewendî û beramberiyê pêş dikeve, girêdanbûna gerîla ya bi hestên paqij û zelal pêşketinên girîng di şexsê wê de kir. Ji kêliya destpêkê ve hewl da gavên pratîkî ji bo kesayetekî xurt biavêje. Hevrêya me amadekarî kir ku li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî rolekî xurt bigire û tevahiya lêhûrbûna xwe ji bo bi awayekî herî baş derbe li dijmin bide û ji her cihê ku gavê diavêje paqij bike, çêkir. Piştî perwerdeya şervanên nû, li Zapê bi awayekî xurt tevlî pratîkan bû. Hevrêya me Vejîn ku demeke li Zapê ma, bi helwest û pratîka xwe hate ecibandin. Hevrêya me piştî Zapê dîsa derbasî Avaşînê bû û li vir jî girêdanbûnên xurt pêş xist. Bi xweza, kevir, ax û têkoşîna Avaşînê re bû yek. Gotina “Erdnîgarî qeder e” gelê Kurd rave dike. Gelê Kurd ji ber Kurdistanê ku bi çiyayan re hatiye honandin, evîndarê çiyayan e. Ya xweş dibîne û di jiyanê de dide xuyakirin. Hevrêya me Vejîn jî hemû xweşiyên Avaşînê di kesayeta xwe de da xuyakirin. Hevrêya me bi kesayeta xwe sade dît ku divê jiyan bi wate bibe û bi vî rengî gavê avêt. Bi têkoşîna xwe, helwesta xwe ya jiyanê û têkiliyên xwe yên xurt ên hevrêtiyê re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin.
Hevrêya me her tim hewla pêşxistina têkoşîna xwe da û armanc kir ku bibe gerîlayeke pêşeng a YJA Starê. Ji bo bûyîna gerîlayek profesyonel pir hewl da. Li ser vê bingehê di perwerdeya pisporiya leşkerî de derketinekê xurt kir û hêza ku ji perwerdeyê girt di pratîka xwe de jî nîşan da. Avaşîn ji bo wê bû hembêza dayikê û cihê ku xwe têde xwe dibîne, bi nirxên têkoşînê re tê ba hev û hebûnê qezenc dike. Wateya navê xwe her tim di kûrahiyê de lêgeriya. Ji ber ku di gerîlayê de navê ku gerîla ji bo xwe diyar dike ji bo wan pir tiştê îfade dike û kokên wan di kûrahiya jiyanê de veşartiye. Nav di nav gerîlayan de xwedî sir e. Navê Vejîn ku tê wateya rabûn e, di şexsê wê de bi hemû rastiya xwe eşkere bû. Dema ku ewil navê Vejînê girt û her ku di nava têkoşînê de pêş ket, bi xwe ve hat, xurt bû û wekî darekî li çiyayên Kurdistanê kok da.
Hevrêya me Vejîn serpêhatiya xwe ya şoreşê ku bi hêviyên mezin destpê kir, bêyî navber meşand û 11’ê Tebaxa 2019’an li Avaşînê ku pê re bû yek, şehîd bû. Em di şexsê hevrêya xwe Vejîn de soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin û diyardikin ku em ê heta dawî dilsozê bîranînên wan bimînin.
FILÎZ DERSIM
Hevrêya me Filîz li navçeya Pîran a Amedê ji dayik bû. Di nava malbatekî ku têkoşîna azadiyê nas dike û xwedî li rêgezên welatparêziyê derdikeve de mezin bû. Xeyala wê ya zarokatiyê bû ku bibe gerîla û li çiyayan şer bike. Hevrêya me ku li dibîstanên dewletê nexwend, di jiyana xwe ya pergalê de bi hewldanên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Bi fêrbûna xwendinê re jî dest bi xwendina pirtûkên Rêbertî kir, tovên ewil ên serpêhatiya xwe ya şoreşgertiyê di kesayeta xwe de çand. Xwest bi awayekî xwedî hişmend tevlî têkoşîna azadiyê ya li çiya bibe. Ji ber vê yekê pirtûkên Rêbertiyê xwend û hewl da felsefeta wî fêm bike. Her ku têkoşîna ciwanên Kurd ku pergalê hewl dide bêhişmend û asîmîlê bike, dit hewl da li dijî pergalê xwe bide pêş. Her ku şert û merc pêş ket, ew jî nêzî gerîlatiyê bû ku xeyala wê bû. Di vê pêvajoyê de xwe perwerde û amade kir. Sala 2011’an ji bo wê bû salekî biryarê. Bi bandora şehadeta hevrêya me Rûken Bîngol- Sevcan Algunerhan ku wê naskiribû, dît ku tevlîbûna li nava refên gerîla pêwîstî ye û heman salê ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû.
Xakurke bû rawestgeha ewil a têkoşîna wê ya gerîlatiyê ku Berîtanan lê nemir bûn. Perwerdehiya xwe ya ewil li vir girt. Hestên xwe yên ewil li vir hîs kir, di van xakan de şêwe girt. Her ku berê xwe da çiyayên serî natewîne, armanc kir ku li van çiyayan bibe mîmara jiyanekî azad. Hevrêya me ku bi awayekî xurt ji perwerdehiyê mezûn bû, di aliyê leşkerî û îdeolijîk de lêhûrbûnên xwe zindî hişt. Her kêliya jiyanê wekî pêvajoya perwerdehiyê dît û di refên gerîla de zêdetir dît ku gelê Kurd tevî polîtîkayên bêkokkirinê ya pergalê çawa dikare xwedî li nasnameya xwe derbikeve. Hevrêya me ku li gelek qadan erka meşandina xebatên pratîkî girt, di hemû xebatan de pratîkekî xurt nîşan da. Bi kesayeta xwe ya bibiryar her tim ket hewla tiştên bûyîna wê zehmet pêk bîne. Di vî aliyê de ji hevrêyên xwe re bû mînakekî xurt. Tu caran yê amade qebûl nekir, hewl da tiştê herî biçûk jî bi keda xwe biafirîne.
Hevrêya me ku piştî hemû xebatên kirî kete nava lêhûrbûneke kûr, bi perwerdehiyên akademîk re vê yekê kûrtir kir. Hewl da bibe milîtanek layiqê Rêber Apo. Vê hewldana xwe bi tevlîbûna li nava Hêzên Taybet domand. Bi saya pêşengiya xwe xwezayî ya ji bo jiyanê û tevlîbûna xwe ya bêhesap, hewl da rêgezên bingehîn ên fedayîtiya Apoyî bêyî kêmasî di jiyanê de nîşan bide. Di îdeolojiya azadiya jinê de astekî xurt qezenc kir. Ew fêr bû li dijî her êrîş û pirsgirêka li ser têkoşîna jinê rabe. Hevrêya me di nava xebatên Hêzên Taybet de helwestekî xurt nîşan da û xwe her tim ji bo erkên girîngtir amade kir. Bi zanebûna ku milîtanên fedayî yên Apoyî ne ji bo bûyîna bar lê ji bo rakirina baran tevlî têkoşînê dibin, tevgeriya.
Wek milîtanek jin ya Pîranî, taybetmendiyên bêdeng û sade yên çemê Dîcleyê di xwe de hewand û xweşiyên di vê sadetiyê de kom kir, derbasî jiyanê kir. Hevrêya me Filîz serhildêriya xwe ya li dijî pergalê bi kesayeta xwe ya şerker re kir yek. Hevrêya me Filîz ku her tim bi baweriya xwe ya bi xwe re hat naskirin, bi hêrsa tolhildanê kesayeta xwe mezin kir. Hevrêya me Filîz di gelek xebatan de cih girt û gavên xwe yên di qadên şer de bi awayekî sexlemavêt. Bi aliyê xwe yê jiyanê beralî dike û komî ser hev dike, zû pêş ket û bû gerîlayek serwer. Bi baweriya ku vê şerê her tim bi fedayiyane bimeşîne û xwe fedakirina ji bo têkoşînê tevlî jiyanê bû. Jiyaneke ku wê her tim di dilê me de cih bigire û bibe ronahiya rêya me, jiya. Hevrêya me Filîz bi baweriya xwe ya têkoşînê, evîna xwe ya azadiyê, tevlîbûna xwe ya jiyanê, hevrêtiya xwe û wêrekiya xwe ya di qadên şer de îspat kir ku peyrewekî heqîqî ye.
Hevrêya me Filîz di êrîşa dijmin a 17’ê Tebaxa 2019’an de li Zapê bi hevrêyê me Armanc Nûsaybîn re şehîd bû. Em soza xwe ya serkeftinê li hemberî şehadeta hevrêya xwe Filîz dubare dikin û diya rdikin ku em ê di şexsê wê de têkoşîna hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi ser bixin.
ARMANC NISÊBÎN
Hevrêya me Armanc ku li bajarê Meletî ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû, ji çanda xwe zêdetir di nava hawirdorekî ku bandorên Kemalîst lê serwer e de mezin bû. Ji ber ku bajarê Meletiyê bi awayekî zêde li ser Elewitiyê rastî her curê bandorên zîhniyeta Kemalîst maye, hevrêya me heta salên zanîngehê jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas nekir û li dijî vê her tim di lêgerîna rastî û aîdiyeta cewhera xwe de bû. Ji xeynî rastiya ku şert û mercên lê mezin bûye şêwegirtina ewil a di kesayeta wê de çêkiriye, hem di zarokatî û hem jî ciwantiya xwe de tu carî neheqî û bêedaletiya li derdora xwe ji nedîtî ve nehat. Ji salên ciwantiya xwe ve bi taybet di dema zanîngehê de xwest li ser bingeha lêgerînên xwe ji bandorên Kemalîst rizgar bibe û kokên xwe yên hebûnê bibîne. Hevrêya me dît ku ji bo di nava pergalê de xuya bibe divê dev ji nasname, çand û zimanê xwe berde û vê yekê bi ti şêweyê qebûl nekir. Hevrêya me her ku tiştên ku dijmin dixwaze bike dît, têgeha welatparêziyê fêm kir û lêgerînên xwe yên di vê demê de di paradîgmaya Rêber Apo de dît. Li Mêrdînê ku ji bo xwendinê çû, welatparêzên Kurd ên asîmîle nebûne nas kir. Hevrêya me zimanê Kurd û çanda welatparêziyê bi awayekî zindî jiyan kir û ev yek hişt ku xwe bigihîne kokên xwe. Ji ber vê yeke dilsozî û hezkirinek wê yê mezin li hemberî Mêrdîn û gelê Mêrdînê re çêbû. Wekî ciwanekî Kurd a ronak û jineke Kurd a xwedî azweriya azadiyê, ji bo têkoşînê gihişt astekî bilind a biryardariyê. Hevrêya me Armanc ku li ser bingeha vê biryarê jiyana pergalê û tiştên ku pêşkêş dike qebûl nekir, dev ji xwendina xwe ya beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîka a Zanîngeha Artukluyê berda û di sala 2014’an de li Mêrdînê tevlî refên gerîlayan bû.
Hevrêya me dema cara ewil gerîlayan li Bakurê Kurdistanê dît, pir kêfxweş bû. Ji wê demê ve ket nava lêpirsîneke kûr û soz da ku kesayetiya azad di şexsê xwe de biafirîne. Hevrêya me ku perwerdehiya ewil a gerîlatiyê li çiyayên Botanê dît, bû evîndarê çiya û jiyana azad a li vê derê hatiye avakirin. Hevrêya me perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê jî li vir dît û hewl da rastiya Kurdistanê û têkoşîna di oxira vê rêyê de fêm bike. Hevrêya me bi saya asta xwe ya têgihiştinê di demekî kurt de rêyeke girîng derbas kir û hewl da di aliyê leşkerî de roleke girîng di têkoşîna li Bakur de bigire. Piştî ku li Botanê li ser taktîka suîqastê perwerde dît û pispor bû, vê carê wekî gerîlayeke YJA Starê vegerî Mêrdîna ku pir jê hez dike. Li Mêrdînê bi coş û heyacanekî mezin tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêya me xwest her kêliya xwe ya li nava refên gerîla bi afirandina nirx û fedakariyên mezin tijî bike û hewl da xwe ji her milî ve bigihîne asta ku pêşengiya pratîka Bakur a zehmet bike. Di vê yekê de serkeftineke giring bi dest xist. Li vê derê ji kêliya destpêkê ve helwestekî ku pêşengî di xebatên girîng de bike, raber kir.
Di pêvajoya 2015-2016’an de dema ku artêşa Tirk a dagirker li ser bingeha Plana Çokdanînê bi armanca qirkirinê êrîşî bajarên Kurd û xwerêveberiyên gelê me kir, gelê me jî li dijî vê yekê dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir. Nisêbîn yek ji navendên xurt ên welatparêziya qedîm e ku pêşengî ji Berxwedana Xwerêveberiyê re kir.
Fermandarê fedayî yê Hêzên Taybet Xebatkar Baran – Zamanî Çamak pêşengî ji Berxwedana Nisêbînê ya dîrokî re kir. Vê berxwedanê têkçûneke dîrokî bi çêkerên leşker, polîs, çete û paramilîterên artêşa Tirk a dagirker da jiyankirin ku weke ‘Sendroma Nisêbînê’ derbasî lîteraturê bû. Hevrêya me Armanc jî yek ji wan lehengan bû ku ji çiyayê Bagokê derbasî Nisêbînê bû, bi rengekî fedayiyane di parastina gelê me de cih girt, bi berxwedana xwe destan nivîsand. Piştî ku rolê xwe yê di berxwedana dîrokî de pêk anî, car din vegeriya çiyê. Ev pêvajoya berxwedana dîrokî di jiyana hevrê Armanc û pratîka wê ya gerîla de bû xaleke werçerxê ku ti carî ji bîr nake û beşê herî girîng ê jiyanê ava kir.
Hevrêya me Armanc fedayîtî ji bo xwe weke xeteke jiyanê esas girt. Piştî pratîka li Bakur, hevrêya me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo di asteke hîn pêştir de tevlî têkoşînê bibe û li pey şopa fermandarê fedayî Xebatkar Baran bimeşe, derbasî Hêzên Taybet bû. Li ser encamên pratîka xwe ya perwerdeyê, ket nava lêhêrbûnên kûr. Hevrêya me bi lêhêrbûneke kûr nêzî paradîgmaya Rêber Apo û mijarên Îdeolojiya Azadiya Jinê bû. Weke jinekê û ji her tiştî girîngtir weke milîtaneke fedayî ya Apoyî ferq kir ku wezîfeyên wê yên dîrokî hene û dema ev wezîfe meşandin divê kesayeta xwe di ronahiya heqîqetê de jinûve ava bike. Bi vê têgihiştinê pêvajoyên perwerdeyê qedand û li ser bingehê biryardariyeke mezin esas girt ku derbasî qada pratîkê bibe. Hevrêya me Armanc ji dema tevlî bû û şûnde bi sekna xwe ya bi îrade û xurt bal kişand, bi rûkeniya xwe her tim bi hevrêyên xwe re bû. Milîtanên fedayî yên Apoyî Xebatkar, Yildiz, Kawa û Bextiyar ên ku di Berxwedana Rêveberiya Xweser a Nisêbînê de cih girtin û heya nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane şer kirin, ti carî ji bîr nekir. Hevrêya me Armanc ji bo jiyankirina hevrêyên xwe yên leheng, têkoşiya. Di cihê herî bedew ê dilê xwe de cih da şehîdan. Zanebûna xwe bi meşaleya wan ronî kir. Hevrêya me Armanc ji hestên Kurdîtiyê dûr mezin bûbû, lewma ji bo tolhildana vê yekê li dijî dijmin şer kir. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin her tim zindî hişt û timî di eniya şer de cih girt. Felsefeya ‘24 saetan bi Rêbertî re jiyankirin’ ji xwe re esas girt û sekna milîtantiyê bi kesayeta xwe re kir yek. Hevrêya me Armanc bi fedayiyane xwedî li vê jiyanê derket.
Bi sekna xwe ya gihiştî, tawrê xwe yê berhemdar û jiyana xwe ya milîtanî bû hevrêyek heqîqî yê Rêbertî û şehîdan. Hevrêya me Armanc îspat kir ku eger jineke ciwan heqîqet nas kir wê çawa vegere kokên xwe, cewherê xwe yê dîrokî zindî bike û bi rengekî xurt bibe Kurd, îradeya xwe xurt bike û bibe milîtan, bi îradeya fedayî destanên dîrokî binivîse. Şervana bi wêrek a YJA Starê weke milîtaneke fedayî ya Apoyî ya ku hewl dide timî PKK û PAJK’ê jiyan bike, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. 17’ê Tebaxa 2019’an di êrîşa dijmin a li ser Zapê de bi hevrêya me Filîz Dersim re şehîd bû. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em ala şoreşê ya hevrê Armanc radestî me kirî, bigihînin serketinê. Weke hevrêyên wê em soza xwe ya serketinê ya ji bo şehîdan, dubare dikin.
BAHOZ MAWA
Hevrêyê me Bahoz yek ji bajarên Tirkiye, Manîsayê hate dinê ku malbata wî ji ber zexta sîstemê û zehmetiyên ekonomîk neçar ma ku koç bike. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û li derdoreke ku zanebûna Kurdîtiyê lê bilind bû, mezin bû, di nava sîstemê de neheliya. Dijmin koçkirina Kurdan a ji Kurdistanê li dijî gelê Kurd her tim weke çekek êrîşê bi kar anî. Dihat xwestin ku gelê Kurd bi koçkirinê li metropolên Tirkiyeyê di nava çerxên asîmîlasyonê de bihele û bêyî ku bikeve ferqa rastiya xwe, bijî. Zarokên bi wêrek ên gelê Kurd ketin ferqa zanebûna rastiya xwe û cewherê xwe parastin. Ciwanên Kurd ên li dijî sîstemê li dora Rêber Apo bûn yek, bi berxwedanê bersiva herî mezin dan sîstemê. Hevrêyê me Bahoz jî li ciheke wiha mezin bû. Ji ber ku ji malbata wî tevlîbûn ji bo nava refên têkoşînê hebûn, bû sedem ku ew her tim xerîbiya gerîla bike. Di dibistanên sîstemê de piştî ku heya dibistana amadeyî xwend, tevlî nava xebatên ciwanên şoreşger bû. Di wan salan de xalê wî hevrê Bahoz Karadag – Basrî Tunç tevlî nava refên gerîla bû û sala 2012’an li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Bahoz kir. Di encama vê yekê de hevrêyê me hîn zêdetir girêdayî têkoşînê ma, ji bo ku têkoşîna xalê xwe bişopîne, çeka wî li erdê nehêle û têkoşîna gelê me mezin bike, ket nava lêhêrbûnê. Li ser vî bingehî gihişt biryardariyeke xurt û sala 2014’an tevlî nava refên PKK’ê bû.
Hevrêyê me Bahoz piştî perwerdeya xwe ya destpêkê dît, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vir di perwerdeya şervanên nû ya berfireh dîtî de, li ser kesayeta xwe ket nava lêhêrbûneke xurt. Hevrêyê me hewl da ku kêmahiyên di nava sîstemê de di şexsê xwe de tune bike, di nava refên gerîla de her roja borî hîn zêdetir rastiya dijmin fêm kir. Hevrêyê me li ser bingehê vê têgihiştinê pratîkên xwe yên jiyanê li ser zemîneke xurt da rûnişkandin. Bi sekin û nêzîkatiya xwe bawerî çêkir. Hevrêyê me Bahoz li qada Qendîlê dest bi pratîka gerîla kir. Bi pratîka xwe ya li vir bala hevrêyên xwe kişand û di nava demek kurt de gihişt asteke ku berpirsyarî bigire ser xwe. Kêrhatinên xwe yên leşkerî bi rengekî xurt di pratîkê de nîşan da. Li ser rêya ku bibe gerîlayeke profesyonel, bi kesayeta xwe ya bi xwestek ji derdora xwe re bû mînak. Bû yek ji hevrêyên me yên ku li qada Qendîlê tên hezkirin û ji gelek xebatan re hate pêşniyarkirin. Hevrêyê me Bahoz di nava gerîla de xwe jinûve afirand, her tim bi dirûstiyeke mezin xebatên xwe mezin kir. Vê girêdanê ew weke milîtanekî Apoyî hîn zêdetir sewqî têkoşînê kir. Tevî ku her tim xwe ji bo eniyên pêş ên têkoşînê pêşniyar kir, li her derê jî ti wezîfe nehiştin.
Bi saya kesayeta xwe ya bi moral, coş û sade pir hate hezkirin. Di nava refên gerîla de kelecana xwe ya roja ewilî her tim zindî hişt û ti carî derfet neda bêhêvîtiyê. Hingî ku Rêber Apo û gerîla nas kir, girêdana xwe ya bi jiyanê re xurt kir. Ev yek ji xwe re kir hinceta têkoşînê da ku bibe gerîlayekî ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bike. Dem bi baldariyeke mezin bi kar anî. Ji ber ku dizanî divê milîtanek her tim têbikoşe û xwe pêş bixe, wî jî hewl da xwe di her şert û mercî de perwerde bike. Di xebatên li qadê meşandî de, ji bo barê Partiya me sivik bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, sekneke berhemdar raber kir. Di şexsê xalê xwe yê şehîd de, hewl da ku xwesteka hevrêtiya bi şehîdan re ji jiyana xwe kêm neke.
Hevrêyê me Bahoz 1’ê Gulana 2019’an li Qendîlê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Tevî temenê xwe yê ciwan bi kesayeta xwe ya xurt têkoşîneke layiqê şehîdên me yên leheng meşand. Hevrêyê me hêz û îradeya ku ji şehîdan wergirtî, li ser xeta Apoyî hîn kûrtir kir û di jiyana xwe de pêk anî. Mîrateya wî dê siberojeke bi rûmet û azad biafirîne û bibe haveynê têkoşîna me.
SIMKO SERHILDAN
Hevrêyê me Simko li Colemêrgê ku bi welatparêziya xwe ya xurt û bi diyariya ewladên xwe yên herî hêja ji bo Tevgera me tên naskirin, ji dayik bû. Hevrêyê me, ku di malbateke welatparêz de mezin bû, bi çand û nirxên exlaqî yên kevnar ên gelê Kurd ve kesayeta wî teşe girt. Wî di temenê biçûk de PKK nas kir, bi çîrokên qehremaniya gerîla mezin bû û xeyala wî ew bû ku bibe gerîla. Heşt salan li dibistanên dewletê yên Tirkiyeyê xwend, lê ji bo parastina nasnameya xwe her tim têkoşiya. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî, li her deverê ku lê bû rêz lê dihat girtin. Ji bo debara malbata xwe xebitî û di temenê biçûk de hînê nirxa ked û xebata dijwar bû. Her ku hevrêyê me bêtir PKK nas dikir, hêrsa wî ya li hember zext û zilma dijmin zêde dibû. Wekî ciwanekî ku li hember pirsgirêkên civakî hişyar bû, tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Enerjî û tevlîbûna wî hişt ku ew rola ciwanan çêtir fêm bike û di xebatên bajarî de helwestek pêşeng raber kir. Li hember zextên dewleta Tirk serî netewand û gelek caran hate binçavkirin. Hevrêyê me yê ku lêgerîna xwe kûrtir kir, li hember şerê pêşketî têkoşîna xwe kêm dît û fêm kir ku divê li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û piştgirên wan dewleta Tirk biryarek bide. Li ser vê bingehê hevrêyê me li gorî ruhê seferberiyê yê ku li ser banga Tevgera me li Bakurê Kurdistanê hatibû pêşxistin, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me, ku di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, bi coşek mezin beşdarî perwerdehiya xwe ya şervanên nû bû. Di dema perwerdeyê de, analîzên kesayetiyê yên ji aliyê Rêbertî ve hatine kirin bi baldarî xwend, hewl da ku îdeolojiya PKK’ê fêm bike û têgihiştinên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me piştî ku di perwerdeyê de serweriyek leşkerî bi dest xist û temam kir, li herêma Cîlo tevlî xebatên gerîla bû. Hevrêyê me ezmûnên xwe yên pêşîn di xwezaya dijwar a Çiyayên Zagrosê de bi dest xist, bi fedakarî û xwezaya xwe ya dilnizm hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Li Cîlo, cihek, herêmek, şiverêyek ku neçûbe nemabû û li ser vê bingehê bû xwedî pratîkek serketî. Hevrêyê me di jiyana gerîla de serweriyek xurt bi dest xist, wezîfeyên xwe bi zanebûneke mezin bi cih anî. Hewl da ku xeta Apoyî li her qada jiyanê pêk bîne û ji bo weke milîtanek fedaî di şerê gerîla de pêş bikeve astengî nas nekir. Tevî şert û mercên dijwar ên gerîlatiyê jî her tim hewl da bibe layiqî şehîdan û bi vê hişmendiyê beşdarî xebatê bû. Hevrê Simko têkiliyên îdeolojîk ên xurt bi jiyanê re danî û di pratîkê de hîn bû ku rêya bidestxistina vê yekê encax bi xwendineke rast, têgihîştineke rast û sepandina rast a paradîgmaya Rêbertî re pêkan e. Ji ber vê yekê, di her fersendê de hewl da wan analîzên Rêber Apo fêm bike û di jiyana xwe de pêk bîne. Li ser vê bingehê ji bo bidestxistina taybetmendiyên milîtaniya Apoyî kedek mezin raber kir. Ev hewldan bû prensîba bingehîn a jiyana wî. Bi haydarbûna ji berpirsiyariya xwe ya dîrokî li hember polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên tasfiyekirina PKK’ê û tepisandina gelê me, li herêma Çarçela tevlî gelek xebatan bû. Wî wekî milîtanekî Apoyî yê fedaî û bi biryar li Çiyayên Zagrosê rê neda dagirkeran û cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt.
Hevrê Simko, ku di 16’ê Tebaxa 2019’an de li herêma Çarçelayê gihîşt şehadetê, her kêliya xwe ji bo bibe layiqê şehîdan kedek mezin raber kir û bi vê taybetmendiyê hat naskirin. Ji bo me serbilindiyeke mezin bû ku me li kêleka milîtanê Apoyî yê bi vî rengî bi qîmet şer kir. Weke şopînerên wî, em careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrê Simko bi serketinê tacîdar bikin û diyar dikin ku em ê bîranîna wî her tim zindî bihêlin.
TÊKOŞER DORŞÎN
Hevrê Têkoşer li Amedê bajarekî ku dilsozê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye û bi çanda berxwedanê pêşengiyê ji gelê Kurd re dike, ji dayik bû. Bi hişmendiya exlaqî û welatparêziyê ya ku ji malbata xwe mîras wergirtiye, di temenê xwe yê ciwantiyê de li hemberî PKK’ê sempatiyek wî pêş ket. Hevrêyê me, ku di hawîrdorek berxwedanê ya zindî de mezin bû, di zarokatiya xwe de rastiya dijmin dît. Tevî ku 11 salan di dibistanên dewletê de xwend jî, mîrata xwe ya çandî û neteweyî parast. Hevrêyê me, polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ên ku ciwanan ji cewherê wan dûr dixe nas kir û dev ji dibistanê berda û piştgirî da debara malbata xwe. Hevrêyê me yê ku di ciwantiya xwe de rastiya kedê û pîroziya wê fêm kir, ji aliyê hewirdora xwe ve hat hezkirin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me ku roj bi roj dijwartir dibûn, hêrsa hevrêyê me zêde kir û wekî ciwanek Kurd ê bi rûmet, lêgerîna xwe ya tevlîbûna di şer de xurtir kir. Gava ku keda Rêberê me û şehîdên me fêm kir, xwe deyndarê PKK’ê hîs kir û dît ku rêya zindî hiştina xeta Apoyiyan û bîranîna şehîdan di nav refên têkoşînê de ye. Di dema êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê û êrîşa topyekûn a dewleta Tirk a li ser tevgera me de, lêhûrbûnên kûr jiyan û fêm kir ku tevlîbûna nava refên gerîla bersiva herî rast e. Li dijî hêzên ku dixwestin Kurdistanê talan bikin û gel biçewisînin, di sala 2015’an de li Amedê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Têkoşer, bi nêzîkatiyên dilsoz û ji dil a gerîlayên ku pêşî wan dîtibû, pir bandor bû. Perwerdehiya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt û zû xwe adapteyê jiyana çiya kir. Hevrêyê me xwe di felsefeya Apoyî de pêş xist û xwe li gorî şert û mercên dijwar amade kir. Bi moraleke mezin beşdarî perwerdeyan bû. Eleqeyek mezin nîşanî perwerdeya leşkerî da û ji bo bibe gerîlayekî jêhatî bi awayekî çalak beşdar bû. Piştî ku perwerdehiya xwe bi rengekî serketî qedand, derbasî xebatên pratîkî bû û ji ezmûnên hevalên xwe sûd wergirt. Piştre derbasî Şengalê bû û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî erkê xwe yê dîrokî bi cih anî. Hevrêyê me Têkoşer bê dudilî beşdarî operasyonên li dijî DAÎŞ’ê bû. Hevrêyê me ji ber wêrekî, aramî û jêhatîbûna leşkerî ya ku di şer de nîşan dabû, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Ji Şengalê wekî gerîlayekî pispor piştî wezîfeya xwe bi dawî kir, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi wê baweriya ku, çiqas xwe di taktîkên gerîla ya dema nû de pêş bixe, dikare di qada şer de serketinên mezintir bi dest bixe tevgeriya û ji bo serketinê kedek mezin raber kir. Piştre hevrêyê me Têkoşer derbasî herêma Avaşînê bû û bi tevlîbûneke dilnizm û fedakar di berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa dagirker a Tirk de, erkên xwe bi cih anî.
Hevrê Têkoşer ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm û hevrêtiya xwe ya kûr milîtanekî Apoyî yê mînak e, di 22’ê Tîrmeha 2019’an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Wek hevrêyên wî, em soz didin ku ala têkoşînê ya ku wî dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi hişmendî û biryardariya ku em layiqî hemû şehîdên xwe bin, her tim bilind bigirin.”