Nîqaşên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo dest pê kiriye, bi rêya Komîsyona Çareseriyê ya li Meclîsê hatiye damezrandin berdewam dikin. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren rêveçûna pêvajoyê ji ANFê re şîrove kir û bi bîr xist ku pirsgirêka herî mezin a pêvajoya berê ji ber ku bi destê AKP’ê ve hat meşandin. Eren diyar kir ku îro pêvajoyek cûda tê jiyîn, lê hîn jî kêmasiyên krîtîk hene.
Eren destnîşan kir ku pêvajoya di navbera salên 2013-2015’an de maseya aştiyê nehatiye civakîkirin, neanîn Meclîsê û AKP’yê ev pêvajo ji bo berjewendiyên xwe desthilatê bi kar aniye û got: “Niyeta AKP’ê ya ku mafên gelê Kurd nas bike tineye. Wê pêvajo gelo fêdeya wê ji bo desthilata wê heye an tineye meşand. Piştî ku dît ku sûdê nadê, mase qulipand. Birêz Abdullah Ocalan bi taybetî wê demê israr kir ku pêvajo li ser zemîna Meclîsê were meşandin; lê desthilat jivê re girtî bû.”
Eren bi bîr xist ku pêvajoya nû ya aştiyê ku di 27’ê Sibatê de li ser banga Rêber Apo hatî destpêkirin, li ser qonaxek cûda dest pê kir û destnîşan kir ku biryara PKK’ê ya rasterast danîna çekan, li cîhanê mînakên bi vî rengî kêm e.
Eren wiha domand: “Vê carê, pêvajo berevajî dest pê kir. Pêşî, biryara danîna çekan hate dayîn. PKK’ê kongre li dar xist, îradeya danîna çekan û fesixkirinê nîşan da. Ev yek destpêka pêvajoyekê bû ku piştgiriya piraniya civakê bi dest xist.”
Serhat Eren diyar kir ku cûdahiya herî girîng a di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de civakîbûna wê ye û anî ziman ku tevlîbûna piraniya partiyên siyasî li meclîsê baweriyê ava dike. Eren xebata komîsyona çareseriyê ya di bin sîwana parlamentoyê de di der barê pêvajoyê de nirxand û destnîşan kir ku komîsyon roleke girîng û dîrokî dilîze, lê di warê desthilatdarî û perspektîfê de sînordar e û wiha pêde çû: “Komîsyonê mîsyonek teng daniye pêşiya xwe. Ew pirsgirêk tenê bi bêçekkirina PKK’ê û avakirina zemîna yasayî ya vê yekê ve sînordar dike. Lêbelê, ev mijar diviyabû pir berfirehtir bûya; hiqûqî, nîqaş û divê li ser hemwelatîbûna wekhev, zimanê dayikê, nasname, mafên çandî û rêveberiya xwecihî ya demokratîk nîqaşê bide destpêkirin. Komîsyon li ser perwerdehiya zimanê dayikê, nasname yan mafên destûrî yên Kurdan nîqaş nake. Ev pirsgirêka Kurd e; dîroka wê ya sedsalan heye û bi ziman, çand û îradeya gel ve girêdayî ye. Ger hûn wê di çarçoveya ‘terorê’ de sînordar bikin, çareserî ne pêkan e.”
QANÛNÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK PÊWÎST E
Eren anî ziman ku divê bi lezgînî “qanûnên entegrasyona demokratîk” ên ku Rêber Apo behsa wan kiriye, bên rojevê û bal kişand ser girîngiya vekirina rê li ber beşdarbûna kadroyên PKK’ê ji bo jiyana civakî û ev pêşniyar pêşkêş kir: “Di çarçoveya entegrasyona siyasî de divê siyasetmedarên girtî demildest bên berdan. Her wiha divê ji bo vegera siyasetmedarên ku sirgûnî derveyî welêt bûne şert û merc bên avakirin. Ji bo bawerî bi pêvajoya civakî bê, divê zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê naskirin û mafên çandî û civakî bên misogerkirin.”
Eren destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rêkûpêk bimeşe û mekanîzmayeke kontrolê bê avakirin, azadiya Rêber Apo nebe nebe ye û got, “Birêz Abdullah Ocalan ku pêvajo aniyê vê astê û îradeya xwe ya ji bo aştiyê nîşan daye, divê ne tenê şert û mercên xebatê, di heman demê de azadiya wî nê misogerkirin. Ev yek di heman demê de wê samîmiyeta dewletê nîşan bide.”
Serhat Eren da zanîn ku ji bo pêvajo mayînde bibe, guhertinên destûrî girîng in û bal kişand ser van xalan: “Tenê guhertina qanûnan têrê nake. Divê şert û mercên wekhev û azad ên hemû gelan bi destûrî bên misogerkirin. Divê hebûna Kurdan û gelên din bê naskirin. Divê peywira rêveberiyên xwecihî bên berfirehkirin; divê mirov li ser çand, xweza û zimanê xwe biryar bidin. Divê pêvajo tenê bi bêdengkirina çekan ve sînordar nebe. Êdî civak bi perspektîfa bidawîanîna pevçûnan tenê nêzî pirsgirêkê nabe, ji perwerde û çandê bigire heta projeyên civakî û naskirina mafan di hemû qadên jiyanê demokratîkbûn pêk bên. Bêyî vê yekê aştî mayînde nabe.”