Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Cengîz Çandar anî ziman ku 1’ê Cotmehê bi vebûna Meclîsê re wê pêvajoya komîsyonê bi lez bibe û biryar bi lez bên girtin. Çandar destnîşan kir ku divê li komîsyonê aktorê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo were guhdarkirin û bal kişand ser rewşa baweriyê ya ku di civakê de kêm dibe. Çandar ku hefteya berê çû serdana siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli yên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin, bal kişand ser gavên ku di vê pêvajoyê de bên avêtin û got, “Eger mafê hêviyê neyê rojevê û daxwazên gel neyên pêşwazîkirin, wê demê tengasiyek li holê heye.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku di vê pêvajoya çareseriyê de kêmasiya baweriyê dewam dike. Çandar destnîşan kir ku Selahattîn Demîrtaş û Rêber Apo bi rengekî herî xurt piştgiriyê didin pêvajoyê.
‘PÊVAJO DI NUQTEYA BAWERIYÊ DE PIR HESAS E’
Çandar ferqa di navbera piştgirî û baweriyê de destnîşan kir û got, “Li Tirkiyeyê di herêmên Kurdan de piştgirî ji sedî 70’ê derketiye ji sedî 80’ê û dibe hîn zêdetir jî bibe. Lê dema bawerî jî tê gotin, ji sedî 40 e. Ev yek çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku dewlet hîna gavên li gorî daxwazên Kurdan neavêtiye. Pêvajo di vê nuqteyê de pir hesas e.”
Çandar gavên ku ji bo baweriyê qezenc bike bên avêtin, wiha anî ziman, “Divê Demîrtaş û Selçuk Mizrakli bên berdan ku ev yek pir hêsan e. Çima? Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Ev karekî pir zehmet nîne. Li gorî madeya 90’an a zagona bingehîn divê biryarên DMME’yên bên bicihanîn. Eger desthilatdariya AKP’ê li gorî guhertina ku wî bi xwe di zagona bingehîn de çêkirî tevbigere, ti mesele namîne. Ji ber ku biryara DMME’yê heye jixwe.”
‘PÊVAJO LI GORÎ ÇARÇOVEYA BIRÊZ OCALAN MEŞIYA’
Çandar bal kişand ser rola Rêber Apo jî û got, “Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Kar û xebat li gorî çarçoveya ku ji aliyê wî ve hatî diyarkirin û li gorî bernameya ku ji aliyê wî ve hatî pêşbînîkirin, meşiya. Bi banga wî ya 27’ê Sibatê re rêxistinê xwe fesix kir. Piştre bi kongreya 5-7’ê Gulanê bersiva wê bangê hate dayîn. 11’ê Tîrmehê jî li şkefta Cesena çek hatin şewitandin û dawî li têkoşînê hat.”
‘DI KOMÎSYONÊ DE GUHDARKIRINA BIRÊZ OCALAN TIŞTEK XWEZAYÎ YE’
Çandar, behsa destpêka pêvajoyê kir û wiha got, “Di 22’yê Cotmehê de Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ‘were rêxsitinê fesix bike, dawî li têkoşîna çekdarî bîne û piştre ji bo mafê hêviyê em binêrin.’ Li ser vê bangê Ocalan jî di 27’ê Sibatê de bangek kir. Rêxistin jî bersiv da vê bangê. Abdullah Ocalan bi berdewamî xwest ku ev mijar di bin banê meclîsê de bêdestgirtin û qanûnîkirin. Ji ber vê pêşniyara komîsyonekê kir. Di dawiya Tîrmehê de di meha Tebaxê de ev komîsyon hat avakirin û dest bi xebatên xwe kir. Ji ber vê yekê di komîsyonê de guhdarîkirina kesek ku vê pêvajoyê diyar kiriye xwezayî ye.”
‘DIVÊ DOR WERE MAFÊ HÊVIYÊ’
Çandar, bal kişand ser têgeha ‘Mafê Hêviyê’ û wiha domand, “Bahçelî jî vê têgehê bi hev re bikaranî. Wê demê dor tê mafê hêviyê. Di vê mijarê de divê pêngav bên avêtin. Eger nebe ev yek tê wateya xitimandinê.”
‘BI VEBÛNA MECLÎSÊ RE DIVÊ PÊVAJO BI LEZ BIRÊVE BIÇE’
Çandar, diyar kir ku ew li bendê ne ku di 1’ê Cotmehê de bi vebûna Meclîsê re pêvajo hinek leztir bi rêve biçe û wiha axivî, “Çekdanîna 11’ê Tîrmehê heta ku li ser çarçoveyeke qanûnî neyê avakirin, dê wateya xwe winda bike. Ji ber ku piştî çekdanînê divê qanûnek ji bo entegrasyonê bê amadekirin. Bi hezaran gerîlayên PKK’ê dê çi bikin? Divê ji bo bi hezaran kesên di girtîgehan de û kesên li dîasporayê dijîn qanûn bên derxistin ku bikaribin di nava civak û jiyana siyasî cih bigirin. Ji bo ev hemû pêk bên, divê pêvajo bilez birêve biçe. Dema ku meclîs vebe, komîsyon dê pêşnûmeya qanûnan li ser vê mijarê pêşkêş bike. Ev pêşnûme qanûn wê bi piraniya dengan bên qebûlkirin û bên pêkanîn. Li ser vê bingehê wê li Tirkiyeyê atmosferek aştiyane ava bibe.”
‘PIŞTÎ 32 SALAN EZ Ê CAREKE DIN BIBÎNIM’
Çandar, behsa çareseriya pirsgirêka Kurd kir û got, “Piştî vê, yek ji xalên sereke wê hemwelatîbûna wekhev, rêveberiyên xwecihî û nebûna pergala qeyûman bê rojevê.”
Çandar di dawiyê de behsa îhtîmala hevdîtinê ligel Rêber Apo kir û wiha got, “Li gorî agahiyên min wergirtine, îhtîmal heye ku ez biçim Îmraliyê. Ger vexwendineke bi vî rengî çêbe, ez ê biçim. Cara ewil min wî di 16’ê Adara 1993’yan de li Geliyê Bekaa ya Lubnanê dema agirbest hat ragihandin dît. 32 sal derbas bûn. Me bêriya hevdîtinê kiriye, wê baş be.”