Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Federal, di testên laboratûwarê de di şirûba ji bo zarokan de madeya bi jehr a bi navê dietilen glikol (DEG) hate dîtin. Ev made bi rêjeyeke kêm jî bê wergirtin dikare bibe sedema mirinê.
Hate ragihandin ku şirûb ji aliyê fîrmaya dermên Sresan Pharma ve hate çêkirin ku li eyaleta Tamil Nadu kar dike.
Li eyaleta Madhya Pradeshê ku herî zêde zarok li wê herêmê mirin, firotina şirûbê bi temamî hate qedexekirin.
Serokwezîrê Eyaletê Mohan Yadav got, “Me firotina şirûbê sekinand, her wiha berhemên din ên heman fîrmayê qedexe kir.”
Li eyaletên Tamil Nadu û Rajasthanê jî heman derman hate qedexekirin.
Şirûbên kuxikê yên li Hindistanê têne çêkirin, salên dawî bi skandalên tenduristiyê li qada navneteweyî bûn mijar. Di sala 2022’an de hin dermanên ji Hindistanê li Gambiya ya li rojavayê Efrîkayê bûbûn sedema mirina zêdeyî 70 zarokan.