Pêkanînên ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî deh salan li hemberî rejîma Îranê ji nû ve xist meriyetê, dînamîkên hundirîn û derve yên Îranê gihand asteke nû. Pirsgirêk ne tenê astengiya malî ye; welat ji aliyê aborî ve li ber têkçûnê ye, bi îzolasyona dîplomatîk û lawaziya ewlekariyê re rû bi rû ye. Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fuad Bêrîtan aliyên vê veguherînê û senaryoyên gengaz ji ANF’ê re nirxand.
Di van rojên dawî de bi biryara di civîna li Neteweyên Yekbûyî de mekanîzma ambargoya li ser Îranê çalak bû û kete dewreyê. Bi nêrîna we wê ev biryar li ser pêşhatinên li Îranê çawa bandor bike?
Vegera ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê piştî aktîfbûna mekanîzmaya tetîkê (snep back) tenê bûyerek aborî yan jî dîplomatîk nîne. Pêwîste wek werçerxek girîng di ber bi têkçûna pergala Komara Îslamî ve were zanîn. Ev guhertin nîşan dide ku ev pergal dikeve pêvajoyeke ku tê de êdî tecrîda navneteweyî ne pêvajoyek demkî berevajî rewşeke tespîtbûyî û pêwîstiyek e. Îro Komara Îslamî ne xwedî hêza lihevkirina bi Rojava re ye ne jî xwedî piştîvaniya ku berê hêvî dikir ku ji Çîn û Rûsyayê jê re were ye. Niha nakokî tenê bi Amerîka û Îsraîlê re sînordar nîne; piraniya dewletên cîhanê ji Yekîtiya Ewropayê heta bi Moskowa û Pekînê di pozîsyona girîngbûyîna pêkanîna ambargoyan de ne. Ev rewşeke herî kambaxe ku hikûmetek di sîstema navnetewî de ber bi wê ve biçe.
Ji aliyê huqûqa navnetewî de vegera ambargoyan xwedî wateyên cudatire. Komara Îslamî raste rast di navenda nîqaşa benda heftemîn a konvansyona NY de ye. Rewşeke ku dewletek li dijî aştî û ewlekariya cihanê gef tê dîtin. Rêyek wiha ger aktîf bimîne, dibe ku bişibe ezmûnên li Iraq û Lîbya û ber bi wê ve biçe. Ji vê jî eşkere dike ku asta ciddiyeta di pêkanîn û çavdêriya Ewrupa li ser van ambargo û dorpêçan de diyarker e. Komara Îslamî dibe ku hewl bide bi rêya tawîzan yan manevrên taktîkî astengî ji pêkanîna tam a ambargoyan re çêbike. Lê di senaryoya herî nerm de jî wê dîsa darbe li pergala wê bikeve û ev rewşeke jênevegere.
Xala esasî ev e ku ger ev ambargo û dorpêça aborî bikevin meriyetê, wê firotina petrola Îranê ji Çînê re ku – çavkaniya herî mezin a sermayeya hikûmetê ye- dakeve asta herî jêr û asteng bibe. Hikûmeta ku di halê hazir de bi kêmbûna budceyê re rû bi rû ye, dema boriyên aborî jî teng bibin êdî derfeta alternatîfek din ji holê namîne. Bîlançoyên heyî diyar dikin ku şandina petrola Îranê nêzî mîlyonek û nîve varêl di rojekê de ye ku piraniya wê jî ji Çînê re diçe. Li gor dadeyan vegera ambargoyan wê vê hêjmarê di rewşa herî baş de bike 700 hezar varêl û di rewşa herî xirab û teng de jî dakeve bi 500 hezar varêl. Ev tenê hêjmarek aborî nîne şokek pergalî ye ku wê bi lez di jiyana xelkê de xwe nîşan bide. Her wiha wê wek tusunamî her kesê û her tiştî bandor bike; ango aborî, siyaset, ewlekarî û heta peywendiyên civakî jî bandor bibin.
Dema hêza siyasî di rewşeke lawaz û binketinek ber biçav de ye, her zexta ji derve naveroka ewlehiya pergalê bandor dike. Ji vir û şûnve êdî wê biryargirtina di Komara Îslamî de ji her demê zêdetir li ser bingeha ewlehiyê bibe. Pergal neçare ber bi rêbazên nû di qada ewlehî, aborî û rêveberiyê de biçe. Şêwazên berê ne tenê kêr nayên êdî nayên bikaranîn jî. Lê dariştin û pêkanîna şêwaz û modelên nû jî bi astengiyên ciddî re rû bi rû ne. Hişmendiya serwer, atmosgera giştî û derûniya pergalê têk çûye û çilmisiye. Di zemînek bi vî rengî de derfeta şarezayî û nûbûnê nayê dayîn.
Di vê pêvajoyê de wê Komara Îslamî darbeyên kûr bixwe. Dema zexta derve zêdetir bibe, çavkanî kêmtir bibe û nerazîbûnên civakî bilindtir bibe, wê leza xetakirina pergalê jî bêhtir û zêdetir bibe. Ev tê wateya ku her bûyerek ji rêzê dikare bi lez veguhere krîzek ewlehiyê. Paralel bi vê pêvajoyê re wê pergal xwe zêdetir bispêre hêzên ewlehî û leşkerî. Di rewşek wiha de dewlet wê di wateya sazîbûna pêkanîn û pratîk de hilweşe. Pergala bê budce û bê çavkanî tenê dikare hebûna xwe biparêze ne ku welat bi rêve bibe.
Pêşdîtina ku ji vê rewşê derdikeve, hilweşîna aborî û binesaziya pergalî ye. Lez û kûrahiya wê girêdayî çend sedemane; îhtimala çerxkirinê û guhertina helwesta pergalê, her wiha hilbijartina helwestên cêwaztir ji berê. Wek mînak di hundir de nermkirina atmosfera siyasî yan jî lêgerîna formûlên nû ji bo lihevkirina bi derve re. Lê heta niha ti îradeyek ji bo van her du rêyan nehatiye nîşandayîn. Mêjiyê navendî yê pergalê hevsengiya xwe xira kiriye, rotaya xwe wenda kiriye û ji rêya berê jî cuda bûye.
Bi kurtasî mesele ewe ku; Îran ketiye qonax û werçerxaneke nû. Hem ji aliyê siyasî hem jî di hêla civakî de. Şaştiyên li ser hev ên desthilatdariyê fatûra gelekî bilind kiriye û berdewama van şaştiyan wê rêya hilweşîna pergalî bi leztir bike. Her wiha wê rewşekê çêbike ku Komara Îslamî felç bibe û ji hêz bikeve. Rêya ku heta niha daye pêşiya xwe tam jî bûye sedema gihiştina bi vê astê. Rewşeke ku dişibe rewşa Venezuela û Iraqê beriya êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE).
Li kêleka van hemû guhertinan nabe em nakokiya Komara Îslamî bi Îsrailê re ji nedîtî ve werin. Ev asta nakokiyan nabe sedem ku îhtimala êrişa leşkerî û jinav birina Rêberê Îranê derveyî vê çarçoveyê be. Bûyerên bi vî rengî dikare tevahiya senaryoyê derbasî pêvajoyek nipûnû bike. Bi gotinek zelaltir; di demek kurt de ti mucizeyek tineye. Komara Îslamî tenê di navbera sê bijarteyan de li dor xwe dizivire: Xirab, xirabtir û ya herî xirab.
Wêdetir ji mijara ambargoyê û bandorên wê, krîzên heyî yên di nava Îranê de wê ber bi ku ve biçin? Gel li benda kîjan bûyeranin?
Hemû krîz di heman demê û bi hevre çêbûne û ev yek li Îranê ne tenê rastiyek tale; rewşek diyarkere û çarenivîsê diyar dike. Ya li beramber me tenê rejîmek dorpêçkirî nine, pergaleke ku zêdetirî 40 sal in sermayeya wî ya dersînorî têk çûye. Di hundir de jî di warê leşkerî de binkeftinek mezin jiyaye, bernameya wî ya atomî zirarek ciddî dîtiye û ji hêla rêveberiyê de jî gihiştiye sînorê gendelî, ne kêrhatin û zextê. Niha ev hemû krîzên li ser hev barbûyî, bi krîzên mezin ên aborî, civakî û ekolojîk re bûne yek û welat ber bi teqînê ve dibe.
Îro Îran ne tenê bi enflasyona harbûyî, daketina nirxê pere, bêkariya giştî û gendeliya di nava sîstemê de rû bi rû ye, di heman demê de bûye civakek ku tê de derzên çînî kûr in, cudahiya birêxistinî ya olî û etnîkî, nakokiya bingehîn a şêwaza jiyana hemwelatiyan bi desthilatdariyê re, dijberiya jinan bi hêza siyasî re, nakokiyên ciwanan bi nirxên rejîmê re, pêla koçberiya zana û xwendevanan û pêla protestoyên beşên cuda yên karker û esnafan bi hevre serî radike. Li kêleka van hemiyan guhertina av û hewayê, kêmbûna avê, qirêjbûna hewa û wêrankirina çavkaniyên xwezayî, gefê li bingeha jiyana civakî dixwe. Bi gotinek din, jiyana xwezayî û ewlehiya jiyana civakê ji ber desthilatdariya Komara Îslamî ber bi têkçûnê ve diçe.
Tişta vê rewşê metirsîdar dike, ne tenê zêdebûna krîzan e. Belkû bihevrebûn û di nava hevdebûna van krîzan e. Ev yek jî heman tişte ku di di pêvajoyên derbasbûnê de wek Krîza Mezin A Pergalî tê gotin. Ango di kêliya ku pergala siyasî êdî nekarî xwe hilberîne û her tevgera wî krîz û qeyranek nû bi xwe re tine.
Di rewşek wiha de Komara Îslamî hewl dide van binkeftin, ne kêrhatin û rizîbûna di pergala xwe de bi nîşandayînê hêzê di hundir de veşêre. Zêdebûna rêjeya darvekirinan û zexta rejîmê ne nîşaneya xurtbûnê, nîşaneya krîza desthilatdariyê ye. Hêza ku ji bo mayîndebûna xwe berê xwe dide şîddeta servekirî di rastiyê de sermayeya xwe ya bingehîn wenda kiriye. Ev heman kêliye ku desthilatdarî sendroma desthilatdariyê dijî, wer difikire ku bi nîşandayîna zor û hêzê dikare xwe ji krîzan rizgar bike. Di rewşeke ku ev xwenîşandayîn nîşaneya lawazî û têkçûnê ye.
Helbet divê wisa neyê zanîn ku Komara Îslamî bi bi giştî hêza xwe ya çewisandinê ji dest daye. Ya rast ewe ku ev hêz lawaz û riziyaye. Pergala Komara Îslamî di esas de ji bo çewisandina di hundir de hatiye dizaynkirin ne ji bo rûbirûbûna bi dijminên derve re. Ji aliyê din ve dijbertiya gel jî hêj di gelek waran de tam xwe ji mentiq û hişmendiya pergala desthilatdar qut nekiriye. Pirsa esasî hêj bê bersiv maye; Modela tekoşîna civakî bi desthilatdariya ku amûra wî ya bingehîn şîddet û tundiye, çiye? Ev model an jî alternatîf heta çi radeyekê di nava civakê de belav bûye?
Di van mehên dawî de em bi bûyerek bi navê rewşa ‘ Derenghiştin û Bendewariyê’ re rû bi rû ne. Beşek ji civak û hêzên siyasî li bendê ne ku guhertinek ji derve rû bide û rêya desthilatdariyê ji wan re vebe. Kes nizane wê mudaxeleyek leşkerî ya derve pêk were yan na. Lê ji hêla siyasî ve pêwîste mirov ji her cure senaryoyan re amade be. Li gel vê jî rastiyeke jêneveger heye ew jî eve ku ti mudaxeleyek ji derve nikare şûna aktorbûna gel û jêhatîbûna civakê di qada guhertinan de bigire.
Xetaya herî tirsnak, siyaseta bendewariyê ye, bendê mayîne. Ango ‘bila Komara Îslamî hilweşe peyê re em sîstemek nû ava bikin’ ev xeyaleke ku mirinê bi xwe re tîne. Derbasbûna ji pergalekî bê amadekariya civakî, azadiyê bi xwe re nayne berovajî tevlîhevî û jinûve zindîkirina serdestiyê bi xwe re tîne. Alternatîf pêwîste di dilê vê pergalê de ku ber bi têkçûnê ye, teşe bigire ne piştî mirina wî.
Di vir de pirsa bingehîn wate dibîne ku; Rola min çiye? Di pergala alternatîf de li ku disekinim? Para min di avakirina pêşerojê de çi ye? Ev pirsên sade, wê bibin xîmê kirdebûn û aktorbûna giştî û civakî. Ger hêza giştî ya civakî di serî de nehatibe birêxistinkirin, di kêliya valatiyê de wê hêz ji civakê were stendin. Ji ber vê jî mijara esasî ya îro di Îranê de û bi taybet li Kurdistanê tenê hilweşandina pergala heyî nîne, belkû amadekariya ji bo avakirina pergalek alternatîfe.
Ger civak nekaribe bandorê li ser şert û mercan bike, hevgirtî nebe û însiyatîfê di kêliyê de negire dest, Komara Îslamî dikare bê çareseriya krîzan hebûna xwe berdewam bike. Fatûreya vê rewşê jî wê dîsa gel bide. Pîvan diyare; civak pêwîste atmosfera heyî di destê xwe de bihêle û sînorên rejîmê heta dawiyê biçûk û teng bike. Îradeya giştî pêwîste wêdetir ji îradeya mayîna Komara Îslamî û jê mezintir be. Pêwîstiyên pêkanîna vê rewşê heye û ya herî girîng bersivandina vê pirsê ye; Di pêvajoya helweşînê de wê kîjan hêz pergaleke nû bi xwe re bîne?
Ezmûnên dîrokê vê ji me re dibêje; têkçûna pergalek siyasî bi tena serê xwe nabe sedema pêkanîna demokrasiyê. Ya diyarker encama ku ji hilweşînê derbikeve, asta amadekariya hêzê civakî ji bo tijekirina valatiya hêzê.
Her çend di pêvajoya hilweşîn yan jî derbasbûnê de li Îranê valatî çênabe. Her yek ji aktorên herêmî û cihanî di derbarê pêşeroja Îranê mentiqa xwe ya taybet ferz dikin û dixwazin bimeşînin. Tirkiye, Îsrail, Erebistan, Qeter, Îmarat, DYE, Çîn û Rûsya tenê çavdêr nînin. Her yek ji wan ji bo Îranê xwedî projene û mayîn yan hilweşîna Komara Îslamî ji bo wan jî xwedî wateyek cuda ye. Di qadeke wiha de her hilweşîn yan derbasbûn bê berçavgirtina van mijaran wê bi xwe re ferzkirin yan jirêderketinê bîne.
Ji ber vê jî divê rêbaza hundirîn bikare mudaxeleya hilweşîner a derve bê bandor bike û sûdwergirtinek aqilane ji hevsengiya hêzê bike.
Her wiha yek ji nakokiya esasî di rêya ber bi hilweşînê ve pêşbaziya ji bo bidestxistina valatiya hêzê ye. Ger hêzên siyasî, civakî û kolan çi di hundir çi jî derve nekaribin herî kêm çarçoveyek lihevkirî pêk bînin, hilweşandin dikare bibe sedema şerê hundirîn yan jî jinûve çêbûna serdestiyê. Tevgerên Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkmen û hêzên demokratîk ger ji niha ve pênaseyek hevbeş ji pêşeroj û yekîtiya hundirîn nekin dibe ku meydan bi temamî ji hêzên paşverû re bimîne. Nabe ev xetere biçûk û jirêzê were dîtin. Opozisyona derveyî welat ger hêjî bi nakokiyên ferdî, pêşbaziya propagandayî re mijûle û qutbûna ji qada civakî ne tenê bi kêr nayê berovajî wê bibe sedema sekinandin û astengiyan.
Pergala nû ne berhema vegotinek derve, vegotina dengek û navendekê ye. Encama hevpeymaniya navendên cuda û zêde yên hêzên civakî û siyasî ne, bê ku hevdû tine bikin, pergaleke demokratîk a nû ava dikin.
Ji bo vê pêvajoyê pêşniyara we bi awayekî şênber ji bo civakê çiye?
Ezmûnên objektîf ên li Rojhilata Navîn û Ewrupa nîşan dane ku di kêliya qutbûnên dîrokî de pergala alternatîf ne ji jor ji jêr xwe diafirîne. Li Rojavayên Kurdistanê, konseyên gel û tevnên civakî paralel bi berxwedaniyên li kolanan û di nava şer de karîn pergaleke lihevhatî û çalak ava bikin. Li Ewrupa rojhilat jî konseyên herêmî û tevnên civakî bi qismî zemîna pergalek demokratîk amade kirin. Peyama zelal a van mînakan ewe ku modela tekoşîna civakî di şert û mercên roja îro de divê jinûve were pênasekirin. Pergala nû ne xwe li ser derve ferz dike ne jî ji jor ve tê ferzkirin. Alternatîf di kêliyekê de teşe digire ku ji jêr ve bê û ji dilê jiyana rojane rehên xwe belav bike.
Vê pêvajoyê mirov dikare wek provaya berxwedanî û demokrasiyê di astek biçûk de binav bike. Yekeya destpêkê malbate. Hucreya herî biçûk a civakê ku birêxistinbûna wê rê li ber mayîn, tevkarî û berxwedaniyê vedike ku gava yekemîn a alternatîfan e. Astek ji wê jortir kolan û tax e; pêkanîna komîteyên biçûk, konseyên herêmî, tevnên tevkariyan, dabeşkirina rolan û diyarkirina çavkaniyên hevbeş, amûrên seretayî lê jiyanî ji bo peydakirina hêza civakî ne. Ev derûnî û rêxistinîbûn divê ji asta herî jêr ber bi asta herêm û bajêr ve berfirehtir bibe û pêş bikeve.
Niha girîngiya vê modelê du qatî ye; ji ber ku leza hilweşîna pergala desthilat zêdetir bûye û egera rûdana şer yan jî aloziyên mezin di her kêliyê de heye. Di serdemek wiha de helwesta guncav ne ewe ku tu di nava bendewariyek belave de bibî yan jî hêviya xwe bi derve girê bidî. Bersiva herî hêja ewe ku civak, jiyana xwe ya komî û sînorên wê jiyanê ne di wateya erdnigariyê de belkû di wateya zihnî, sazî û civakî ji kontrol û serweriya Komara Îslamî derbixîne û jê bistîne. Ev ne tenê projeyek parastinê ye, jinûve pênasekirina serweriya civakî ye.
Komara Îslamî di rewşek wiha de hewl dide civakê parçe parçe û tecrîd bike, bê xwestek û bê îrade bihêle. Xala dijî vê rêbaza rejîmê yekitî, îradeya komî û civakî û xwe birêxistinkirin e. Ji bo serkeftina divê mirov xwe ji çarenûsa ku pergala desthilatdar hewl dide ferz bike dûr bisekine û rêveçûna wêrankirina civak û hawirdorê bide sekinandin. Fatûraya derengmayînê wê di pêşerojê de gelekî giran be. Derûniyek wiha ne tenê ji bo derbaskirina krîzane, bingeha pergalek demokratîke ku rewabûna xwe ji îradeya civakî digire.
Siberoja nêz a Îranê tije bûyerên ne diyar in. Ji egera şer bigire heta bi mirina Rêberê Îranê û pevçûnên hundirîn ên di navbera hêzan de. Lê ev pêşeroj tenê tarî nîne. Ger civak xwe bi rêxistin bike, dikare valatiyê hêzê veguherîne zemîna vejîna pergala demokratîk. Serkeftina rast tenê di ketina pergalek rizyayî û zordar de xulase nabe. Serkeftin tê wateya hêza civakê di jinûve afirandina pergalek nû ku ji jêr destpê dike. Li ser bingeha azadî û wekheviyê ava bûye û rûmeta mirov dike jêrxana rewabûna xwe.
Ev erka dîrokî niha li pêşiya gelên Îranê ye. Avakirina pêşerojê nabe piştî krîzan divê di hundirê krîzê û ji niha ve pêk were. Gelê Kurdistanê ji ber ezmûna xwe ya dîrokî, kapasîte û rabirdûya xwe ya berxwedaniyê dikare rola pêşengtiyê di vê pêvajoyê de bilîze. Em jî wek hêza girêdayî îradeya gelê xwe ji bo tevahî senaryoyên li pêşiya me amade ne. Her wiha emê erka xwe çawa ku hêjayî gelê me bicih bînin.
Di nirxandinek giştî de ger hêzên civakî û siyasî ji niha ve xwe di çarçoveya astên cuda de, herêmî û bihevre birêxistin bikin, dikarin kêliya hilweşînê veguherînin firsendek dîrokî ji bo avakirina hêza civakî û hûnandina pergaleke nûjen. Ya îro diqewime, tenê binketina pergalekî nîne, vebûna qadeke ji bo dariştina pergaleke nipûnû.