Di civîna 4’ê Cotmehê ya li Detsimê de, baroyan erka dewletê ya parastina mafê jiyanê bi bîr xistin û destnîşan kirin ku “divê hêviya her girtî ya ji nû ve bidestxistina azadiyê bê parastin.”
Di encamnameyê de hate gotin ku astengkirina gihîştina girtî û zindaniyên giran ên nexweş ji bo dermankirinê, li gorî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, binpêkirina qedexeya êşkence û kiryara xirab e. Baroyan bang kirin ku di proseya taloqkirina înfazê û berdana girtiyan de raporên tenduristiyê yên serbixwe esas bêne girtin.
Hate diyarkirin ku cezayên girtinê yê heta hetayê bi awayekî kiryarî girtiyan “ji hêviya jiyanê bêpar dihêle” û hate gotin ku “mafê hêviyê” divê di zagona înfazê de bê birêkûpêkkirin.
Baroyan bi referansa biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) yên Vinter/Yekbûyî û Kaytan/Tirkiye, diyar kirin ku “şêwazên înfazê yên ku hêviya jiyanê û ji nû ve bidestxistina azadiyê bi temamî ji holê radikin, li dijî rûmeta mirovî ne. Ji ber vê yekê, parastina mafê hêviyê, yanî dibetiya her girtî ku piştî demeke diyarkirî ji nû ve tevlî civakê bibe, pêwîstî bi guhertinên zagonî yên lezgîn di Zagona Înfazê de dike.”
Di daxuyaniyê de herwisa hate destnîşankirin ku di dozên siyasî de biryarên keyfî yên lijneyên çavdêriyê mafê azadî û ewlehiyê binpê dike. Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin ser siyasîbûna dadweriyê û hate gotin: “Pêwîstiya bilez a xebitandina hiqûqê weke pergaleke ji destwerdanên siyasî re girtî, pêşbînîkirî û wekhev tê sepandin, careke din derketiye holê.”