Li gorî lêkolîneke demdirêj ku bi pêşengiya Zanîngeha Tuftsê hat meşandin, kêmkirina hinekî ya kaloriyên rojane tenduristiya dil baştir dike, tansiyonê dadixe û kontrolkirina şekirê xwînê piştgirî dike.
Di xebata navneteweyî ya bi navê “CALERIE” de hat diyarkirin ku di nava du salan de di asta kolesterola xirab, asta însulînê û tansiyona beşdaran de daketineke berbiçav hat dîtin. Lêkolîneran her wiha destnîşan kir ku beşdar bêyî ku bi bandorên neyînî yên giran re rû bi rû bimînin, saxlemtir pîr bûne.
Zanyaran bal kişandin ser wê yekê ku di xwarina rojane de guhertinên piçûk jî dikarin bibin xwedî bandor. Mînak, hat gotin ku kêmkirina şîraniyeke bi kaloriya bilind an jî qehweyeke bi şekir, dikare di demeke dirêj de sûdên girîng ên tenduristiyê peyda bike.
Qurabiyeyeke mezin a bi perçeyên çîkolatayê dikare nêzî 200 kaloriyan pêk bîne. Ji ber vê yekê, kesekî ku diyeteke 2.000 kalorî dişopîne, tenê bi devjêberdana şîraniyê dikare girtina kaloriya xwe bi rêjeya %10 kêm bike.
Sai Krupa Das, lêkolînera sereke li Navenda Lêkolînê ya Pîrbûn û Xwarina Mirovan (HNRCA) ya girêdayî Wezareta Çandiniyê ya DYA’yê (USDA) li Zanîngeha Tuftsê, dibêje: “Ne pêwîst e ku mirov armancên nerealîst ên mîna %30 an %40 deyne pêşiya xwe. %10 jî pir bi sûd e.”
LI ŞÛNA RÊBAZÊN ZÊDE, XWARINEKE HEVSENG
Pisporên ku lêkolînê bi rêve dibin, diyar dikin ku ev rêbaz li şûna diyetên giran, xwe dispêre nêzîkatiyekî xwarinê ya domdar û hevseng.
Lêkolîner hîna nizanin ka sînordarkirina kaloriyê dema ku wekî şêwazekî jiyanê yê mayînde tê pejirandin bi bandortir e, an gava ku wekî destwerdaneke demkurt mîna xebata CALERIE tê sepandin.
Das pêşniyar dike ku hûn bala xwe bidin reaksiyonên laşê xwe. Hestkirina bêhêziyê, gêjbûna serî an kêmbûna enerjiyê, dikarin nîşan bidin ku divê hûn pergala xwarina xwe biguherînin.

