Tevgera Azadiyê ya Kurd nêzî 50 sal in di demên herî krîtîk ên şer de ji bo aştiyê gava destpêkê avêtiyê, ji bo çareseriyê bername pêşkêş kiriye. Rêber Apo sala 1993’an dema ku agirbesta destpêkê ragihand got, ew li muxatabekî digere û bi rengekî eşkere anî ziman ku ew alîgirê aştiyeke bi rûmet e.
Bi banga dîrokî ya Rêber Apo re ku 27’ê Sibata 2025’an kir, Tirkiye kete nava pêvajoyeke nû. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo pêşî li têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê veke, ji bo gel di nava jiyaneke hevpar de bin, gavên girîng avêt. Li hemberî vê yekê di nava dewletê de baskekî ku şer û neçareseriyê ferz dike, li pêşiya avêtina gavê dibe asteng, hewldan û gotinên provokatîf bi israr dewam dike. Pêvajoyên diyalog û agirbestê yên beriya niha jî ji aliyê vî baskî û carna jî bi piştgiriya navneteweyî hate astengkirin.
HEWLDANA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD NÛ NÎNE
Tevgera Azadiyê ya Kurd ji destpêkê ve diyar dikir ku ew şer naxwazin, bi bîr dixist ku dewlet her tim zor û zordarî bi kar anî, gel û pêşengên Kurdan tepisand û qetil kir, lewma di Rêya Şoreşa Kurdistanê de pêwîstî bi têkoşîna çekdarî heye. Ev yek jî bi van gotinan dianî ziman: “Kurdistan welatekî welê ye ku di tevahiya dîrokê de zordariya derve ya paşverû lê hatiye ferzkirin. Zordariya li Kurdistanê hate kirin timî talankar bû. Zordariya ku di dîroka civaka çînî de li Kurdistanê serwer bû, hema hema timî xwedî karaktera biyanî ye û bi berfirehî hatiye birêxistinkirin. Ev karakterê zordariyê sedema bingehîn a pêşneketina hêzên hilberîna civakî û xizaniya li Kurdistanê ye. Îro jî zordarî li Kurdistanê xwedî karaktereke kûr e û bi berfirehî xwe bi rêxistin kiriye. Madem hêzên derve xwe ewqasî bi berfirehî bi rêxistin kirine, her roj, her saet û her kêliyê bandorê li gelê me dike; wê demê ji bo berjewendiyên gelê me zordariya şoreşgerî divê her rojê, her saetê, her kêliyê lê bide. Li hemberî zordariya talanker û hilweşîner a şoreşa dij-şoreşê, em zora şoreşgerî û mafdfar a gelê xwe ji bo afirandina civakeke nû biafirînin! Zora ku şoreşa Kurdistanê bi cih bîne girêdayî asta zordariya dij-şoreşê ye.”
DI PARASTINÊN LI DADGEHÊ DE PÊNASEYA ZORDARIYÊ
Di parastinên kadroyên PKK’ê yên li ‘Doza Bingehîn a PKK’ê de ku piştî girtinên li dû darbeya 12’ê Îlona 1980’î li Amedê kirin, nêzîkatiya îdeolojîk a PKK’ê hate destnîşankirin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan di parastina xwe de digot, PKK’ê ji kêliya destpêkê ve ji bo aştiyeke bi rûmet têkoşiya û bi vî rengî dewam dikir: “PKK ne alîgirê rijandina xwînê ye. Em vampîr nînin, em mirov in. Eger şerê desthilatdariyê bikaranîna zorê ferz dike, rêxistineke ku desthilatdarî ji xwe re kiriye wezîfe, organîzeyeke bi vî rengî nikare ji vê yekê bireve. Neçar e ku ji vî alî ve li mijarê binihêre.”
Her wiha yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr di parastina li dadgehê de dema ku qala rêxistiniya îdeolojîk û sîstema fikrî ya PKK’ê dikir digot, “Em naxwazin li ser gel terora dewletê hebe. Yanî serdemeke bêzext çiqas be em ê li gorî wê tevbigerin. Demeke bêzext ji bo me ji demeke bizext çêtir e. Di sîstema fikrî de jî bi vî rengî ye. Bi dîtina min faşîst demeke bizext dixwaze. Ez heman tiştî naxwazim. Yanî dewlet bila bê zextê bike, gel jî li hemberî vê serî rake. Sîstemeke me ya fikrî ya bi vî rengî nîne. Di Marksîzmê de jî ji xwe tiştekî bi vî rengî nîne. Şoreşa li Kurdistanê ji bo ku şoreşeke rizgariya neteweyî ye, ji ber ku hedefa xwe avaniya aborî û siyasî ya mêtinger e, me şerekî gel ê demdirêj ji xwe re kirine armanc.”
ÇALAKIYÊN KU JI BER PÊWÎSTIYÊ HATIN KIRIN
Di heman demê de yek ji damezrînerên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş jî di parastinên xwe yên li dadgehê de dema ku qala sedemên destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê dikir, digot “Ez bi vî rengî bînim ziman, Marksîzm-Lenînîzm ne xwedî wê ferasetê ye ku bibêje, teqez li her derê û li her cihî tundî tê kirin, her tişt bi tundiyê çareser dibe. Di Marksîzm-Lenînîzmê de helwesteke hişk a bi vî rengî nîne. Bi qasî ku bibe û guncaw be şert û mercên aştiyane û rêbazên bi vî rengî ji xwe re dike tercîh (…) Halbûkî tevgera me heta niha êrîş nebiriye ser hedefên xwe, yanî weke ku di îdîanameyê de tê îdîakirin; ji bo propagandayê, ji bo gel bikeve nava kelecanê, ji bo li dora tevgerê bicive, ciwan hînî biçekbûnê bibin, ji bo zemîna serhildanê ava bibe, ji bo dewlet bê tacîzkirin û êrîşî gel bike tevnegeriya ye. (…) Li hemberî rêxistinên sîxur û provokatoran, li hemberî hêzên xayin ên xwecihî, li hemberî hêzên mîlîs û bi taybetî ji bo li dijî helwestên ku zilmê li gel dikin û hewl didin yekîtiya gel parçe bikin, hin çalakiyên çekdarî hatin kirin. Lê weke kku min got, ev ti carî ji bo propagandayê nehatin kirin. Ya rast ew çalakî û şêweyê taktîkî bûn ku pêwîstî pê hebûn.”
RÊBER APO: EM NEÇAR MAN KU ÇEKÊ BI KAR BÎNIN
Rêber Apo di nirxandineke xwe ya salên 1990’î de anîbû ziman ku wan ji bo kelecanê ranehiştin çekê, ji bo pêşî li komkujiyan bigirin neçar man ku çekê bi kar bînin. Di Rapora Polîtîk de ku pêşkêşî Konferansa 1’emîn a PKK’ê hate kirin ku sala 1981’ê pêk hat, li ser armanca bikaranîna zorê ya li Kurdistanê dihate gotin, “Jiyana civakî ya li Kurdistanê, pêşketina serbixwe ya li qadên aborî, civakî, siyasî û çandî bi zora mêtingeriyê hate rawestandin. Lewma li hemberî zora giran a zexta neteweyî şert e ku şoreş jî zora xwe ferz bike. Bi taybetî di vê demê de, di demekê de ku mêtingeriya faşîst şer li gelê me ferz dike, pêwîstî teqez bi zora şoreşgerî heye. Bêguman ev yek tespîtkirina şêweyê têkoşîna bingehîn a stratejîk a şoreşa me ya rizgariya neteweyî di asta pîvanê de ye.”
Wê dewam bike…