Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî beşdarî civînê bûn ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan. Li salonê dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrîn.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de jinên ku bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê xwe gihandin Enqereyê û tevlî civîna koma wan bû, silav kir.
Hevseroka DEM Partiyê giraniya axaftina xwe da ser rêveçûna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û bi taybetî bal kişand ser karên komîsyonê.
Hatîmogûllari bi bîr xist ku ‘Komîsyona Aştiyê’ ya li Meclîsê 13 civîn lidar xist û got, “Di van civînan de li gelek mirovan guhdarî kir. Piraniya wan jî yekser gotin, divê meseleya Kurd bê çareserkirin. Gotin, divê li ser mijara welatîbûna wekhev û mafên demokratîk gavên hiqûqî bêne avêtin. Pirsa esasî niha ev e: Dewlet û desthilatdarî wê kengî bikeve nava liv û tevgerê? Têkildarî vê pêvajoyê pirsa herî krîtîk a vê gavê ev e. Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan û tevgera wî bi gavên ku avêtin, kirin ku qonaxeke mezin bê derbaskirin. Bi avabûna komîsyonê re qonaxeke din jî hate derbaskirin. Êdî dem hatiye ku derbasî qonaxa hiqûqî û siyasî bibe. Ji bo entegrasyona demokratîk divê qanûnên demokratîk bêne çêkirin. Komîsyon bêyî ku dereng bimîne divê li Birêz Ocalan guhdarî bike.
Ji xwe Birêz Ocalan gotibû, ‘Eger komîsyon bê ez ê pêvajoya muzakereyê demokratîk bidim destpêkirin’. Mifteya aştiyê bi aktorê sereke, bi muxatabê sereke re ye. Weke ku di mînakên çareseriyê yên li cîhanê de jî tê dîtin, diyaloga yekser a bi Îmraliyê re dikare bibe gava herî diyarker a ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya bêdengkirina çekan. Ji bo vê jî em li bendê ne ku Serokê Meclîsê Birêz Nûman Kûrtûlmûş bi înîsiyatîf rabe. Ev yek tercîheke şexsî nîne. Pêwîstiya sazîbûna aqlê dewletê û cidiyeta aştiyê ye. Em li bendê ne ku dema komîsyonê hevdîtin bi Birêz Ocalan re kir wê qonaxeke din a girîng derbas bibe. Saziya siyasetê çiqasî bi biryar be, civak jî wê hîn bêhtir ji çareseriyê bawer bike û piştgiriyê bide.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bi bîr xist ku piştî 2 rojan sala 27’an a komploya navneteweyî ye ku li dijî Rêber Apo hate kirin û got, “Banga 27’ê Sibatê ji bo pûçkirina komploya 9’ê Cotmehê bû gava herî xurt. Birêz Ocalan 27 sal in lihemberî yên ku hewl didin gelan berdin hev bi israr çareserî û aştiyê diparêze. Mafê hêviyê divê ji bo Birêz Ocalan teqez bê nsakirin. Mafê hêviyê xaleke hiqûqî ya ji rêzê nîne. Yek ji pîvanên esasê hiqûqa gerdûnî ye. Di 17’ê Îlonê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe ya têkildarî mafê hêviyê eşkere kir. Ji komîsyonê, ji meclîsê di vê mijarê de bendewariyên xwe anî ziman. Ev yek biryareke gelekî girîng e û divê bi rengekî cidî bersiv ji vê bendewariyê re bê dayin. Hûn nikarin heta bi hetayê derî bigirin û mifteyê biavêjin deryayê. Pêvajoyên aştiya civakî bi jinûve fikirîn, jinûve sererastkirin û xwedîderketina li vê perspektîfê dibe. Sererastkirina mafê hêviyê divê bi rengekî lezgîn bikeve rojevê.”
Mijareke din a di rojeva Tulay Hatîmogûllari de bû, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hevseroka DEM Partiyê got, “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî otorîterî, navendîperestî û baviksalariya li ser herêmê, bû hêviyeke alternatîf. Bi azadiya jinê, bi sekulerî, jiyana hevpar a pir çand û pir gelî, divê ne tenê weke modelekê ji bo Sûriyeyê bê dîtin, di heman demê de weke modelekê bê dîtin û piştgirî jê re bê dayin ku dikare çarenûsa nebaş a tevahiya herêmê biguherîne. Di demekê de ku em qala van mijaran dikin, li Helebê bûyer qewimîn, bawerim we jî şopandin. Sivîlên li taxên Kurdan ên li Helebê niha di bin êrîşê de ne. Taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê ji aliyê komên rêveberiya Şamê ya veguhêz ve hatine dorpêçkirin, li hemberî sivîlên li wê derê êrîş têne kirin.”
Hatîmogûllari bang li hikumeta veguhêz kir ku dorpêçê tavilê rake û got, “Bi Kurdan re muzakere şert e, ne şer. Lihevkirin wê bi Sûriyeyê bide qezençkirin, wê şer, rijandina xwînê û rondikên çavan rawestîne. Divê tavilê dawî li provokasyon û êrîşan bê anîn.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ti carî li ser Tirkiyeyê nebû gefek. Ti carî divê weke gefekê neyê dîtin. Berevajî vê yekê divê em bi çavê xakeke ji xwişk û biratiyê û aştiyê li wê derê binihêrin. Gelê Rojava dibêje hurmet, diyalog û demokrasiya xwecihî. Ev yek modeleke civakî ya demokratîk e ku wê gelên Tirkiyeyê jî xurt bike. Ji ber vê yekê eger xeteke diyalogê ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û aştî ji aliyê Tirkiyeyê ve bê meşandin, ev yek wê bandoreke erênî li her kesî bike, bi her kesî bide qezençkirin.”