Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP MK) Omer Agir feraseta “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku divê paradîgma tenê ji aliyê teorîk ve neyê nirxandin, ji aliyê civakî ve jî divê bê fêhmkirin û bicihanîn.
Omer Agin ragihand ku paradîgmaya Rêber Apo divê herî zêde ji aliyê derdorên sosyalîst ve bê fêhmkirin û got, “Ji bo ev fikir ji aliyê civakê ve bê fêhmkirin û têgihiştin tevkariya gel, rewşenbîr û derdorên demokrat girîng e. Teoriyek dema ji aliyê girseyê ve hate fêhmkirin, hingî vediguhere hêzeke madî. Bêguman gelê Kurd bi taybetî bi kevneşopiya têkoşînê ya 50 salên dawî re veguherî hêzeke madî û girseyî. Gel ji aliyê bicihanîna teoriyê ve gavên mezin avêt.”
Agin ragihand ku paradîgmaya Kurd li Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê tê nîqaşkirin û got, “Ji aliyê zanyaran ve tê nîqaşkirin. Rewşenbîrên ku Xelata Nobelê wergirtine piştgiriyê didin, nîqaş dikin. Ji aliyê hunermendan ve tê nîqaşkirin. Yanî bûye rojeveke berfireh; gotin di cih de be bûye rojeveke polîtîk.”
Di dewama axaftina xwe de Agin paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rengê “Aştî, Civaka Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk” pênase kir û got, “Destpêkê têgeha aştiyê û feraseta aştiyê ye. Divê mirov fêhm bike bê aştî tê çi wateyê û mebesta Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aştiyê çi ye.
Mebest û daxwaza Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê lihevkirina civakî ye ku avaniyên demokratîk ên cuda taybetmendiyên xwe biparêzin, karibin debara xwe bikin û paşerojê hilberîna xwe bi xwe bike. Mirov dikar aştiyê bi vî rengî pênase bikin.”
Omer Agin destnîşan kir ku ji bo aştî pêk were şert e kku avaniyeke demokratîk hebe û got, “Hêmana herî girîng a pêkanîna aştiyê, avaniya demokratîk e, yanî konfederalîzma demokratîk e.”
Agin got, rêxistiniya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û netewe dewlet alternatîfa hev in û got, “Netewe dewlet di bin yekdestiya kapîtalîzmê de ava bû. Hemû netewe dewlet varyantê wê ne; yanî konfederalîzm, federalîzm, muxtariyek hemû şêweyekî rêxistiniya dewletê ya di bin yekdestiya serdema kapîtalîzmê de ne.
Tişta ku di vir de divê em paradîgmaya Kurd fêhm bikin ew e; li şûna van avanî û rêxistiniyan nenavendîbûn a demokratîk rêxistiniyeke welê ye ku her kes dikare xwe bi rê ve bibe, dema xwe bi rê ve bir jî tevkariyê li hev dike, yanî nirxên nû diafirîne, li dora van nirxên nû hilberînê dikin. Ev yek tê wateya avakirina bingeha aboriyê.”
Li ser têgeha entegrasyonê jî Omer Agin got, “Tişta sêyemîn jî entegrasyon e, entegrasyona demokratîk e. Dem ji entegrasyonê -weke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd vedibêje û bi qasî kku em fêhm dike- fêhm dikin ku asîmîlasyon nîne. Asîmîlasyon pêvajoyeke bi zext û zordarî ye ku ji bo jiholêrakirina cihêrengiyan tê bikaranîn Yan jî ‘guherîna bi dilxwazî’ ferz dike.
Halbûkî entegrasyon weke feraseteke welê divê bê fêhmkirin ku cihêrengiya xwe diparêze, nirxên nû diafirîne û li dora van nirxan bi rêbazên demokratîk xwe digihîne paşerojê.”
Agin destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk jî tenê di nava avaniyeke demokratîk dikare pêk were û got, “Heta ku aştî pêk neyê, avaniyeke konfederal a demokratîk ava nebe, li şûna şêweyên muxtariyek, federatîf ên kapîtalîzm an jî netewe dewletê ava kirine avaniyeke demokratîk neyê avakirin, entegrasyon pêk nayê. Beriya her tiştî divê dewlet demokratîk bibe, avaniyên xwe yên antî demokratîk hemûyan veguherîne. Ev yek jî bi jinûve hilberandina xwe di nava sîstemeke demokratîk de dibe. Divê mirov entegrasyona demokratîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd bi vî rengî fêhm bikin.”