Qada mîtîngê ya li Xaçerêya Dortyolê ji serê sibehê ve bi girseya gel hate dagirtin. Qad bi rengên kesk, sor û zer û girseya gel a bi kincên neteweyî xemilî.
Pankarta bi nivîsa “Me hebûna xwe bidest xist, em ê ji bo azadiyê têbikoşin” li qada mîtîngê hate daliqandin.
Beşdaran dowîzên bi nivîsa “Pêwîstiya me bi aştiyê heye”, “Bila pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin” û “Statuya nasnameya Kurdî” hatin hildan. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Mîtînga ku dirûşma “Bijî Serok Apo” tim û tim hate qîrîn, bi beşdariyeke xurt a jin û ciwanan destpê kir.
AŞTÎ BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Semra Guneş bi navê Komîteya Amadekar axivî û diyar kir ku bingeha pêvajoya aştiyê azadiya Rêber Apo ye ûg ot, “Dem dema aştiyê de ye, dema azadiya Birêz Ocalan e.” Semra Guneş got, “Heta ku mîmarê vê pêvajoyê Birêz Ocalan azad nebe aştî nabe, aştî girêdayî azadiya Birêz Ocalan e. Azadiya Birêz Ocalan jî azadiya gel e.”
MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: EM Ê DI DEMEKE NÊZ DE ABDULLAH OCALAN BIBÎNIN
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş piştre axivî û işaret bi berxwedana bi dehan salan a gelê Kurd kir.
Meral Daniş Beştaş got, “Zilm gelekî li me hate kirin, gelê me her tim ji bo aştiyê li ber xwe da. Berxwedan qet neqediya” û anî ziman ku Rêber Apo ji salên 1990’î û vir ve ji bo aştiyê sekneke dîrokî nîşan dide.
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser komîsyona li meclîsê hatiye avakirin û destnîşan kir ku wê di demeke nêz de hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Beştaş got, “Heta niha neçûn, lê belê di demeke nêz de em ê biçin û em ê gotinên wî ragihînin (…) Aliyê herî girîng hiqûq e. Wê hiqûq bê naskirin, wekî din rêyek nîne. Di daxuyaniya destpêkê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan de hate gotin, ‘Zemîna hiqûqî û siyasî wê bê avakirin’. Bi ragirtina aktorê sereke yê vê meseleyê li girtîgehê, bi tenê çend hevdîtin û serdanan çareseriya vê pirsgirêkê li salan tê belavkirin. Ji ber vê yekê jî divê deriyên Girava Îmraliyê bêne vekirin.”
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî, kiryarên qeyûm, girtiyên siyasî yên li girtîgehan û destnîşan kir ku meseleya Kurd di heman demê de pirsgirêkeke hiqûqî ye.
Beştaş got, “Azadiya Birêz Ocalan daxwaza bi milyonan mirovî ye. Em ji Êlihê vê bangê li wan kesan dikin ku dibêjin gelên Kurd û Tirk xwişk û bira ne: Yên ku Kurd û Tirkan ji hev cuda dikin hûn in. Bi heqareta li nirxên Kurdan, bi tinehesibandina vê yekê hûn nikarin xwişk û biratiyê ava bikin. Xwişk û biratî bi wekheviyê dibe (…) Ev yek mîtînga azadiyê ya ji Birêz Ocalan re ye. Em azadiya wî dixwazin. Em dixwazin ku ew bi rengekî azad bijî û bixebite. Ji ber ku em naxwazin êdî vê pirsgirêkê ji dehan salên din re bihêlin. Em bi biryar in ku bi vê armancê hewl bidin.”
Mîtîngê bi axaftinan û govendê dewam kir.