Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li meclise di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di serî de bi boneya salvegera qetilkirina kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu, bi bîr anî. Bakirhan, bi bîr xist ku Kadrî Bagdu dema rojname belav dikir li Edeneyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin û got ku niha jî rojnameger Hakan Tosun hat qetilkirin. Bakirhan, diyar kir ku divê kujer demildest bên dîtin û cezakirin. Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku tevî salek derbas bû jî kujerên Rojîn Kabaîşê hêj nehatine dîtin û cezakirin û xwest bên girtin û cezakirin.
Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Em di serdemeke pir girîng de ne. Geşedanên girîng çêdibin. Bi vebûna sala nû ya Meclisê re çav û guhên civakê bi rastî li ser van geşedanan in. Di sala borî de, me hemûyan şahidiya kêliyên girîng ji bo çareserî û aştiyê kir. Ew pir bi qîmet e. Komîsyona ku di bin sîwana parlamentoyê de hatiye damezrandin pir bi qîmet e. Ew yek ji platformên herî girîng ên vê pêvajoyê ye. Ev komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêkeke sed sal in di rojevê de ye pir girîng e. Hemû kesên di komîsyonê de hatin guhdarkirin tevî fikrên cuda daxwaza hevpar a aştiyê kirin û ji bo mafê heviyê xwestin gav bên avêtin. Malbatên ku herî zêde êşa şer kişandin jî di komîsyonê de xwestin êdî şer bi dawî bibe. Em jî ji bo bi dawîbûna êşa van malbatan xebat û têkoşîna xwe bidomînin.
Divê komîsyon êdî li birêz Ocalan guhdarî bike. Birêz Ocalan, dema ku diaxive, bingehên çareseriyê xurt dike. Her ku birêz Ocalan diaxive, çareserî û aştî derdikeve pêş. Me hemûyan dît ku birêz Ocalan bi perspektîfa aştiyê ya ku pêşkêş kir pêvajo ronî kir. Divê di pirsgirêke wisa de tirsonek nebin. Werêk bin. Divê em hevdîtina Komîsyonê bi birêz Ocalan re nekin tabûyek. Demokrasî bi danûstandinên demokratîk pêş dikevin, ne bi tabûyan.
Gel ji parlamentoyê hêvî dike ku rêziknameyên li gorî biryarên DMME’yê ne û îradeya gel nîşan didin bicîh bîne. Çavên hemûyan li ser vê kêliyê ne ku divê gavên ji bo berdana hevalên me yên di Dozên Komploya Kobanê de Demîrtaş, Yuksekdag hemû hevalên me jî bên berdan. Li ser milê Meclisê berpirsyariyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye. Em bang li parlamentoyê jî dikin; werin em vê sala nû ya qanûndanînê bikin sala çareseriyê.
Weke DEM Partiyê em, ji bo edalet û demokrasiya tevahiya Tirkiyeyê têdikoş in. Em hem welatîbûnek destûrî dixwazin ku her wekhev bi hev re bijîn. Em serweriya hiqûqê dixwazin, ne rejîmek bêserûberiyê. Azadiya raman dixwazin. Em mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê dixwazin. Em demokrasiyeke ku biryar ji aliyê herême ve tên girtin dixwazin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş û siyasî dikin. Em batalkirina qanûna terorê û qanûnên wekhev dixwazin. Em sererastkirineke qanûnî dixwazin. Em daxwaza vegera hevalên xwe yên ji ber cezayan sirgûnî derveyî welat bûnê dikin. Ez niha dipirsim; kîjan ji daxwazên ku me heta niha rêzkirinê zêde ye, kîjan dûrî rastiyê ye? Em van daxwazan ji bo tevahî Tirkiyeyê dikin.
Her ku em qala aştiyê, dan û standinan dikin, me bi alîgiriya desthilatê tawanbar dikin. Em jî dibêjin em ne aliyê tu kesî ne. Em rêya 3’yemîn in. Em li kêleka gel, karker û bindestan radiwestin. Em bi her kesê ku ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê disekine re diaxivin. Rêya me bi prensîban ve tê destnîşankirin, ne bi helwestan. Çareserî bi dadweriyeke serbixwe, azadiya raman û demokrasiyê dibe. Em di siyaseta derve de jî rêya sêyemîn in.
Hikûmet dibêje ku em ê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî ji sînoran derkevin û carnan jî dikin. Em dibêjin ku aştiya herêmî tenê bi danûstandinên demokratîk û dîplomasiya aştiyê dikare were bidestxistin. Em ne di bin siya hikûmetê de siyasetê dikin ne jî em pişta partiyên din in. Em li ser rêyeke rast in, mil bi mil bi gelê xwe re ber bi azadî, aştî û demokrasiyê ve dimeşin. Ev rê ne hêsan e. Yên ku di vê rêyê de diçin, di girtîgehan, li kolanan û di berxwedanê de bênavber berdewam dikin. Lê em dizanin ku ev rê dê destkeftiyan bi xwe re bîne.
Hêviya me mezin e. Destkeftiyên me jî dê mezin bibin. Bi vê boneyê, em salvegera damezrandina HDK û HDP’ê ku navê rêya sêyemîn e, pîroz dikin. 15’ê Cotmehê salvegera damezrandina vê pêşerojê ye. Ez hemû hevalên xwe yên ku di vê têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û spasdarî bi bîr tînim. Her wiha ez silav, hezkirin û rêzgirtina xwe ji civîna koma xwe ji Selahattîn Demîrtaş, Figen Yüksekdağ û hevalên me yên ku niha di Doza Kompasê ya Kobanê de têne darizandin û her weha hemû hevalên me yên ku niha di girtîgehê de ne re dişînim.”
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Xezeyê û peymana aştiyê û got: “Agirbest girîng e lê ji bo çareseriyeke mayinde divê daxwazên gelê Filistînê bi cih werin.” Bakirhan, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Dibêjin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne giredayî Mutebeqeta 10’ê Adarê ye. Lê ew ne rast e. Peymana 10’ê Adarê gaveke girîng e ku ji hêla aliyên Sûriyeyê ve ber bi çareseriyeke demokratîk hatiye avêtin. Nûneratî û beşdarbûna wekhev di nav xwe de digirt. Kî li gor peymanê tevnegeriya? Hikumeta Şamê. Bi tenê serê xwe destûrek ragihandin. Ne Kurd, ne Durzî, ne Elewî û ne jî pêkhateyên Sûriyeyê di wê peymanê de cih negirtin.
Li Rojhilata Navîn hêza ku dixwazê pirsgirêkan bi rêya siyasetê çareser bike Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî got komeke lêşkerî wê ji bo entegrasyonê biçe Şamê. Li Şamê civîn çêbû. Danûstandin berdewam dikin. Hêvî dikim ku ev danûstandin wê çareseriyan bi xwe re bîne. Divê Şam jî bi awayekî avaker bersivê bide van gav û înîsiyatîfan. Divê Tirkiye bi hikûmeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyek siyasî ya rasterast deyne. Ew bi Hikûmeta Demkî ya li Şamê re di danûstandinan de ne. Divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî bi awayekî siyasî têkiliyan pêş bixe. Bi vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê re em dikarin gavek dîrokî bavêjin. Ev ê baweriya bi Tirkiyeyê jî xurt bike.”
Herî dawî jî Bakirhan bal kişand ser rewşa aborî, budçeya sala nû û got ku divê budçeya sala nû bibe budçeya aştiyê ku hemû gelên welat jê sûd bigirin.