Di pêvajoya nû de ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, medya Tirk bi israr dest ji zimanê şer bernade. Alîgirên desthilatdariyê û yên ku îdîa dikin ku muxalîfên desthilatdariyê ne, de vê mijarê de tifaq kirine. Yên weke Yenî Şafak û Akît ku nêzî desethilatdariyê ne û yên weke Sozcu û Cûmhûriyet ên ku xwe weke ‘muxalîfên desthilatdariyê’ pênase dikin, bi têgihiştinên cuda dijminatiyê li Kurd û siyaseta Kurdan dikin û hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev rewş ji bo qenalên televîzyonê jî derbas dibe.
Hevserokê Komeleya Rojnamevnan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi banga Rêber Apo re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê deriyekî girîng vebûye, lê belê li pêşberî gavên ku PKK’ê avêtiye desthilatdariya AKP’ê hîn gaveke şênber neavêtiye. Çîçek diyar kir ku ji bilî çend daxuyaniyên erênî yên MHP’ê pêşketinek nîne û got, “Gavên ku ji komîsyonê jî dihatin hêvîkirin hîn nehatiye avêtin. Nêzîkatiyeke welê heye ku pêvajoyê ji demê re dihêle. Em dibînin ku AKP xwedî li pêvajoyê dernakeve.”
ZIMANÊ ÊRÎŞKAR HÎN TUND DIKIN
Çîçek destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê bi biryardarî li pişt pêvajoyê nasekine, ev yek bandorê li medya Tirk jî dike û got, “Bi vî rengî medya navendî gotinên xwe yên berê dewam dike. Hewldanek ji bo rizgariya ji rojnamevaniya şer nîne. Dema ku mijar dibe Kurd hingî zimanê xwe yê êrîşkariyê hîn hişk û tund dikin. Ji ber ku medya navendî bi zimanekî berpirsyarane tevnagere, vê yekê weşana li dijî çareseriyê xurt kir. Bi taybetî Sozcu û Cûmhûriyet dema mijar dibe destketî û mafên Kurdan dest bi gotina ‘Dijberê herî mezin ez im’ kirin. Bi medya navendî re di nava pêşbirkê de ne. Hin rojnamevanên ku bi salan e nijadperestî, neteweperestiyê dikin di vê pêvajoyê de jî heman mejiyê xwe dewam dikin. Vî zimanê bi jehr ti pirsgirêk çareseer nekir, ji niha û pê ve jî wê çareser neke.”
ROJNAMEVANIYA ŞER XWE JI XWÎNÊ XWEDÎ DIKE
Çîçek diyar kir ku armanca bingehîn a rojnamevaniya şer sorkirina civakê, rakirina civakê ya li ber hev e, xwe ji vê yekê xwedî dike û got, “Dibêjin, bila gel li ber hev rabin, em jî bi çoyê di destê xwe de li nava qenalan bigerin. Xwe ji xwînê û şer xwedî dikin. Li gel vî zimanî jî em dibînin ku di nava civakê de hîn dijberiyeke cidî nîne. Dibe ku ev jî ji bo wan bûye derd, ku di pêvajoya dawî de hîn bêhtir êrîş dikin.”
PARASTINA ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ
Çîçek destnîşan kir ku li hemberî vî zimanî ew ê rojnamevaniya aştiyê biparêzin, li dora rojnamevaniya aştiyê çareseriyê hilberînin û got, “Weke DFG em ê li meclîsê hin hevdîtinan bikin. Di van hevdîtinan de em ê binpêkirinên li hemberî çapemeniyê bînin ziman. Li gel vê yekê em ê qala girîngiya rojnamevaniya aştiyê bikin. Em ê tecrûbeyên cîhanê parve bikin. Em ê bi mînakan pêşkêş bikin bê rojnamevaniya aştiyê çawa pêvajoya şer bi dawî dike.”
BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN A ROJNAMEVANAN
Çîçek weke rojnamevanên piştgiriyê didin vê pêvajoyê ji bo serxistina pêvajoyê haya wan ji berpirsyariyên wan heye û got “Berpirsyariya me ew e ku li hemberî zimanê şer ê li medya navendî, zimanê aştiyê biafirîne. Em rojnamevan heta ku zimanê rojnamevaniya aştiyê bi kar bînin û biafirînin, em ê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Çi dibe bila bibe li hemberî zimanê şer em ê bi zimanê aştiyê rojnamevaniya aştiyê bikin. Rojnamevaniya aştiyê berê xwe li heqîqetê ye.”
DIVÊ HÊZA ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ BÊ DÎTIN
Çîçek got, “Rojnamevaniya aştiyê li şûna dijberî û tirsê, zimanê hêvî, hezkirin û ferasetê bi kar tîne. Kampanya me ya ji bo rojnamevaniya aştiyê wê dewam bike. Em ê her kesên ku me xwe gihandiye wan hewl bidin tevlî bikin. Em ê nîşan bidin ku yên rojnamevaniya aştiyê dikin hîn xurt in. Her ku rojnamevaniya aştiyê bi pêş bikeve wê pêvajo bi lez bi pêş ve biçe û di çareseriya pirsgirêkan de alî wê bi wêrekî tevbigerin.”