Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bi hin endamên komîsyonê re di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de hatin Amedê û têkiliyên xwe didomînin. Kûrtûlmûş û şandeya pê re li otêlekê bi nûnerên saziyên sivîl re civiyan.
Parlamenterên DEM Partî, AKP, CHP, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.
SERRA BUCAK: QEYÛM HÎN JÎ LI SER KAR IN
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di civînê de axivî û civîn wekî hêvîdar bi nav kir û got, “Daxuyaniya Kûrtûlmûş a li zanîngehê ji bo me bi qîmet e. Salek e, ku em di rêya demokrasî û aştiyê de pêşve diçin, em li herêmê dixebitin. Em ji bo aştî bi erênî encam bibe dixebitin. Piştî 26 salan serokek Meclisê li Amed civînek berfireh li dar dixe û ev ji bo aştiyê hêviyek e. Divê em pratîkên dij-demokratîk ên ku vîna hilbijartiyan hedef digirin li hev helal bikin.”
Serra Bucak bi bîr xist ku şaredariyên DEM Partiyê hatine desteserkirin û wiha domand: “Em 18 meh in hatine hilbijartin û qeyûm hîn jî li ser kar in. Li şûna yên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin, qeyûm hatin tayînkirin. Hêvî dikim ku ji bo sererastkirina vê xeletiyê û rakirina pergala qeyûmangav bê avêtin. Em hêvî dikin ku ev civîna ku li Amed dest pê kir, pêşengiyê ji demokrasiyê re bike.”
ENSARÎOGLU: DIVÊ EM VÊ CARÊ BI SER BIKEVIN
Parlamenterê AKPê yê Diyarbakirê Galîp Ensarîoglu jî got, “Vê carê, divê em biserkevin. Înşalle em ê dawî li pevçûna 41 salî bînin. Pirsgirêkek ku bi komarê re dest pê kiriye heye. Kuştinên nediyar, şewitandina gundan, sirgûnkirin… Me gelek mirovên xwe winda kirin. Em ê êşa 100 salî ya komarê di hundirê xwe de veşêrin û bi hev re pêşerojê ava bikin. Em ê li Rojhilata Navîn a ku pirsgirêkên mezin lê tên jiyîn, aştiyê ava bikin. Em ê îro kesên ku wijdanê civakê temsîl dikin guhdar bikin.”
KÛRTÛLMÛŞ: DIVÊ HIQÛQA AŞTÎ Û XWIŞK-BIRATIYÊ BÊ AVAKIRIN
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş li ser girîngiya avakirina pêşerojek ku tê de aştî were nîqaşkirin rawestiya û got, “Em di pêvajoya herî girîng a mirovahiyê û dîrokê de derbas dibin. Erdnîgariya me qada şerê koçberiyên mezin ên cîhanê ye. Dixwazin em gelek salan di pevçûnên navxweyî de winda bikin. Ger emperyalîstên siyonîst parçebûnê dixwazin, divê em jî çarenûsek hevpar biafirînin. Ji bilî avakirina paşerojek hevpar, ti çareya me tineye. 2 trîlyon dolar di şerê 50 salan de çû. Aqil di ser aqil re ye. Ger aqilê emperyalîstan hebe, yê me jî heye. Divê em li ser rêya Selahedîn-î Kurdî bi yekîtî û hevgirtinê têbikoşin.”
Kûrtûlmûş bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û wiha domand: “Ji 5’ê Tebaxê ve me 15 civîn li dar xistine û ew gelek bi qîmet bûn. Kesekî jî negotiye, ‘Em aştiyê naxwazin.’ Divê her kes li zimanê xwe haydar be. Cîhan ne tenê ji partiya siyasî ya ku em girêdayî wê ne pêk nayê. Em ê zimanê jehrîn an jî êşdar bikar neynin. Divê hiqûq û rûmeta Kurdan were parastin. Em ê hiqûqa aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ava bikin. Li şûna ku pêşbaziya êşan bikin, divê em êşê hîs bikin. Divê em cudahiyên xwe ne ku bikin yektîp, veguherînin dewlemendiyê. Komîsyon mijarên ku me girtine dest wê pêşkêşî Meclisê bike; piştre em ê aliyê wê yên hiqûqî binirxînin. Vê carê, em ê teqez bi ser bikevin.
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.