Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e
Rojane

Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Esenyûrt a Stenbolê de diyar kir ku pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kiriye aîdî civakê ye û got, "Ji ber vê yekê aştî ne tenê ya Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşlma “Ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin” mitîngekê li dar xistin.

Beşdarên mitîngê, cilên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn û flamayên zer, sor û kesk ku hilgirtin û qad xemilandin. Bi hezaran kes li qadê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî şoreş û sosyalîzm”, “Mil bi mil li dijî faşîzmê” û “Bê Serok jiyan nabe” dengê xwe bilind kirin. 

‘JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ EM Ê XWE BI RÊXISTIN BIKIN’ 

Mîtîng bi stranên Koma Vejîn dest pê kir. Piştre berdevka TOP’ê Julîana Gozen axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got: “Em ê li her derê xwe rêxistin bikin. Em li virin, ji bo em rêxistinbûna çîna kakeran xurt bikin em bi hemû hêza xwe dixebitin. Li taxên me çete û mafya xwe rêxistin dikin. Heta em nebin navnîşan wê ew ciwan biçin gel mafyayan. Hakan Tosun qetilkirin. Eger em xwe rêxistin nekin emê hîna Rojîn û Gulistanan bipirsin. Divê em ji bo pêşerojê xwe rêxistin bibin. Em aliyê aştiyê ne, lê em ê aştiyeke birûmet ava bikin. Ji bo demokratîkbûna vî welatî tiştên ku em bikin hene. Ev perpirsyariyeke mezin e.”

‘EM Ê BI SER BIKEVIN’

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî balikşand ser girtina rojnameger, şaredar û siyasetmedaran û got: “Bila tu kes teredut neke. Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku xizan, zarok bedelên giran didin. Aştî ne diyariye. Aştî ked e, pêşeroje. Em ê bi ser bikevin.”

Berdevkê SMF’ê Mahîr Gurz jî wiha anî ziman: “AKP-MHP’ê li dijî ciwan, karker, jin, Elewiyan şerê topyekun da destpêkirin. Ev ne qedera me ye. Em dikarin biguherin. Ji bo vê divê em bên gel hev û xwe rêxistin bikin.”

Serokê Giştî yê  EMEP’ê Seyît Aslan jî got: “Tayînkirina qeyûmdan didomin. Girtiyên Kobanê hîna girtîne. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag çi xwestin. Aştî xwestin. Lê ev pergala faşîst ew dîl girtin. Em ê hevalên xwe ji girtîgehan derxin.”

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî bal kişand ser şert û mercên ku Rêber Apo têde ye û got: “Komîsyona li meclîsê giran dimeşe. Ger ku şert û mercên vê pêvajoyê Abdullah Ocalan bimeşîne wê demê divê şert û mercên wî bên başkirin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî axivî û got: “Ronahiya we ev qad ronî kir. Em ê rabin ser piyan û bimeşin. Silav be ji kesên ku azadiyê bilind dikirin re. Em têkoşîn û berxwedana xwe ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesî dikin.”

‘EM DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE DERBAS DIBIN’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û da zanîn ku ew ji bo pêşeroja kedkaran, bindestan, jinan, Elewiyan û Kurdan hatine gel hev û wiha axivî: “Em îro ji bo çar nirxên mezin, aştî, demokrasî, edalet û azadiyê hatin gel hev. Ji bo ev bikevin jiyanê em hatin gel hev. Ev dengê li vir bilind dibe dengê bi milyonan kesan e, ya Tirkiyeyê ye. Ev daxwazên li Esenyûrtê tên ziman, ne tenê yên Esenyûrtê ne, yên 86 milyon kesan e. Aştî ne tenê ya Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Derfeteke dîrokî ya Birêz Ocalan girtiye ser xwe li pêş Tirkiyeyê ye. Ev derfet ji bo me hemûyan e. Birêz Ocalan ji bo ev xwîn raweste, ji bo ciwan nemirin gavek girîng avêt. Ji bo pêşeroja gelan ciwanan pêvajo da destpêkirin. Aştî her tim baş e. Heta ku hûn hebin em ê bi vê têkoşîna birûmet komareke adîlane û demokratîk ava bikin. ”

Piştî axaftina Bakirhan, mitîng bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyên herêma Cizîrê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel ragihand kuheyeta DEM Partiyê wê di 14’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê hate kirin. Hemdemê van êrişan şewateke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?