Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Çileyê de 7 jê zarok bi giştî 158 karker li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hate ragihandin ku herî zêde li karê înşaetê karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporê di karê înşaetê de 45 karker, di karê Barhilgiriyê de 22 karker, di karê Çandinî û Daristanê de 16 karker, di karên bazirganî, buro, perwerde, sînemayê de 11 karker, di karê metal de 9 karker û di karên din de bi giştî 50 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de nuqteyeke din a balkêş ew e ku keda zarokan di bin navê perwerdeya pîşeyî de tê xwarin. Di nava meha Çileyê de 7 zarokên kêmî 18 salî li ser kar jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Meclîsa ÎSÎG’ê di sala 2023’an de 1932 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku di sala 2022’an de jî herî kêm 1843 karkeran jiyana xwe ji dest dan.