Yek ji kedkarê ragîhandina azad Şehîd Tufan Sefkan di sala 2024 an de, li Qada Parastina Medya şehîd bû. Şehîd Tufan Sefkan ku di nav rehevalên xwe de wek Tufan Dersîm tê zanîn, di çiyayên Kurdistanê de li ser şopa heqîqetê meşaiya.
Endamê Ragihandina Azad Agir Tufan û Vejîn Ararat, ji bo bîranîna şehîd Tufan Sefkan ew bi bîranîn û nêrînên xwe di derbarê têkoşerî û nêzîkatiyên wî ji xebatên ragihandinê re anîn ziman.
“Ew şopdarekî heqîqete bû”
Agir Tufan di destpêka nirxandinên xwe de, qala naskirina xwe ya bi şehîd Tufan re dike û wiha dibêje; “Bi Rêheval Tufan re em demekî kurt bi qasî salekî hevra man. me xebatê ragihandinêde hevdu naskir. Ew kelecan, heyecan û germahiya dilê wî dema mirov didît, mirov pir pê bandor dibû. Jixwe piştî dema ku me hev dû di karê ragihandinê de naskir, taybet hevalên ji dersîmê ji min re hîn bêtir germ, rêhevaltiya wan pir cûda ku bandor dike ye. jiber wê jî rêheval Tûfan jî yekî wisa bû.
Heval Tufan dema ku di qada ragihandinê de xebat dida meşandin, carna bi rojan li ser xebatan lêhûrbûn dikir ku çawa bi pêş bixe û bandoriya wê ava bike. Ji bo wê nêzîkatiyên wî bi vî awayî bandoriyekî mezin li ser derdor dida ava kirin. Di qada ragihandinê de, bi xebatên heval Tufan me gelekî sod werdigirt. Dema ku em bi hev re bûn, heval Tufan wê li ser fermandarê xwe yê gerîla Alî Piling ku bi şerkeriya xwe tê zanîn wê bimeşanda, ser fermandarê gerîlla Alî Piling xebat bida meşandin. Ji bo xebat bide meşandin, di derbarê wî de gelek lêkolîn kir. Ew jî di pêvajoya fermandariya wî de, li gel dimîne û şahidî ji berxwedana gerîla re dike. Ji bo layîqî keda wî bibe xebat da meşandin. Ew berhem bibe layiqê fermandarê gerîlla Alî Piling. Vê nêzikatiya hevalê tufan ser me bandor dikir û dida berçav ku mirov lazime çawa nêzê şehida bibe. Heval tufan dida nîşan ku mirov çawa nêzê şehîda, çawa nêzê wan gerillayên qehreman ku bi rojan di nav ewqas zor û zehmetiyan de berxwe didin û ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelê xwe diçin şehadetê dida nişan. Vî nêzîkatiya hevalê tûfan mirov pir bandor dikir.
Hevalê Tufan hevalek wisa bû, ne ku mirov re biaxive hema mirov biçe gel wî bısekıne besî mirov bû. Carna mirov rûyê hevalekî de dema mîmîkê wî bile dibîne têra mirov dike, hevalê tufan jî wisa bû. Dema ku mirov di kar û xebat de tengasî jiyan dikir, heval tûfan ev tişt hîs dikir. Ji bo bibe alîkar û vê tengasiyê ji holê rabike hertişt dikir, mijûl dibû eleqer dibû. Heval tûfan dema di xwe de tiştek pêş dixist dixwest hevalê kêleka xwe de jî vê tiştê pêş bixe.
“Şehîd Tufan Hertîm Lêhûrbûna Xwe Dida Ser Kar De Û Xwe Tê De Kîlît Dikir.”
Ji xwe heval Tufan ji xwe re kiribû hedef û dixwest, şoreşa kurdîstanê, jiyana gerilla, jiyana şehidên kurdistanê, taybet jî ew jiyana ku rêber apo ava kiriye bi hemî cîhanê bide naskirin. bi hemû kesan re bide naskirin. Mirov dikare bibeje heval tufan pey heqîqetê bû. Heval Tufan hertîm lêhûrbûna xwe dida ser kar de û xwe tê de kîlît dikir. Jiber ku her di mêjiyê wî de xwezaya kurdîstanê, kenê gerîlla û di dîrokê de hemî êş û azarên ku hatine kişandin hebûn. Jiber wê jî her ser lêhûrbûn dikir û dixwest vê rasytiyê her ji raya giştî re parve bike.Û em wî sozê didin ku em ê hertîm ser rêya wan û ser şopa wan bimeşin.”
Yek ji endame ragihandina azad Vejîn Arart jî bal kişand ser rehevalti, hedef û jiyana Şehîd Tufan Sefqan. Heval Vejîn Ararat ji bo Şehîd Tufan Sefqan got ku; “ew wek şopdarekî rastiye xitabî hemû dema kir”
“Heval Tufan pêvajoyekî ku beriya were qada ragihandina HPG-BÎM bibe, pêvajoya ku li ser xebatan bû, ji hêla dewleta tirk ve ew bi rêhevalên xwe yên ragihandinê re rewşekî birîndarî jiyan dike. Li wir him birîndarî çêdibe, him jî şehadet li wir tê jiyan kirin. Ew jî li wir birîndar dibe û li gorî pêwîstiyan ew di wê pêvajoyê de derbasî xeta Kerkuk û Maxmorê dibe. Li wir him tedewiyê xwe dibine, him jî xebatên ragihandinê dide meşandin. Piştî wê pêvajoyê careke din, li ser daxwaz û xwesteka wî ya vegera qadên azad de, tê di qada ragihandinê de cih digre. Li gorî pêdiviyên gerîlayan ew weke fermandarekî tê erkdar kirin. Di wê pêvajoyê de, em xwedî bi şans bûn ku me ew heval nas kir. Kêliyên nas kirina me jî, di wan deman de bi pêş ket. Bi rastî jî em jî weke rêhevalên ragihandinê, di qadên çiya de, di qadên gerîlayan de, di astekê de naskirinê me çêdibe, şopandin bi , lê bi qasî di çavê gerîlayekî de, bi taybetî wekî fermandarekî meyzekirin hîn cûdatir dibe. Ew dem bi mere gelekî bû alîkar, bi taybetî em bi çavekî ku emê çawa li gerîlayan bikişînin, di alî xebatan de bigre, di alî jiyanê de bigre, di alî danûstandinê de bigre, gelek hewildan û keda wî ji bo me çêbû.
“Rehevaltiya xwe de minak bû”
Bi ked û hewildanên xwe, bi rêhevaltiya xwe ya rast, nemaze rêhevaltiya xwe bi rêhevalên jin re, mirov raste rast şahidî jêre dikir. Heval Tufan jî yek ji wan hevalan bû. Em jî di qadên ragihandinê de, pêvajoyekî kurt be jî me xebat bi hevdû re da meşandin. Esas dixwast ku nêzîkatiyê wî yê rêhevaltiyê di şexsê xwe de pêkan bike. Bi rastî jî heval bû. Him di alî jiyan û xebatan de, fêrkerekî yê jiyanê bû ku her kesî xwe lê digirt. Rastiyên heyî, rastiyê rêxistinî ku xwe disipêre pîvanên azadiyê, pîvanên Rêber APO, Mirov di şexsê wî de bi awayekî şînber didît. Ev jî di vegotinên xwe de, ev ruhê Elî Kanîroj di xwe de jiyanî dikir, piratîkî dikir. Heman demê bi coş bi ciwantiya heval Helgurt, dixwast tevlî bibe. Ruxmî ku heval Tufan hevalekî di warê fizîkî de, rêhevalekî bi temene, dema ku dihate civata gerîlayan de, ew coşa û henekên wî, ew coşa wî ya jiyan ew germahî dida ava kirin. Bi rastî pir caran, wekî zarokekî lê dihat, bi coşa wî, kêfxweşiya wî mirov hes dikir ku pêre rêhevaltî bike.
Di hemû qadên jiyanê de, di çûyîna ser erkan de, di alî têkilî ava kirinê de, kesayetekî bi vî awayî bû. Bi rastî jî em jî, pêvajoya ku em li gel hevdû man, yek ji taybetmendiyên wî yê dinê ku bala min kişand, ruxmî ku birîndariyên xwe hebûn, zûleme dibû, di lingên xwe de birîndar bibû jî, tu carî ji xwere nekir asteng. Yanî yek ji taybetmendiyên wî min ji xwere mînak girt jî, ew fedekariya wî û bê hesab nêzîkatiyên wî, mîna pîvanekî di şexsê xwe de dabû ava kirin. Ruxmî ku zûleme dibû jî, di hemû qadên ku gerîla têde bi cih dibû, mewzî digirt, di her qadê de tepe bi tepe digeriya, bi barê xwe yê giran, bi kamereya xwe, dixwast hemû kêiliyên gerîlayan, bixe qedreca kamereya xwe. Ango bixe mala dîrokê. Bi rastî kedekî wî pir mezin him di qada HPG-BÎM’ê de çêbû, him jî pêvajoya ku em li gel hevdû man, ji bo me jî keda wî pir çêbû. Em jî wekî rêhevalekî wî carekî dîtir, heval bi bîrtînin.”

