Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku daxuyaniya ku di 26’ê Cotmehê de di pêşengiya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok de hate dayîn nîşaneya herî şênber a ‘biryardariya aştî û civaka demokratîk’ a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Bayik, da zanîn ku ev pêngav armanca wê pêvajoya bidawî anîna têkoşîna çekdarî û vekişînê lezkirine û got, “Em li gorî perspektîfên Rêber Apo tevgeriyan. Ji bo ku pêvajoya aştî nexitime û rê li provokasyonan bê girtin, me berpirsyarî girt.”
Bayik, destnîşan kir ku ji ber hikûmet heta niha ti pêngaveke siyasî an jî hiqûqî neavêtiye “Bendewariyên ji bo demokratîkbûnê lewaz bûne.”
Bayik, da xuyakirin ku pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye û diyar kir ku divê dewlet bêyî ku dereng bimîne demildest ‘qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê’ derxîne. Bayik got, “PKK’ê xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî: Berpirsyariya ku dikeve ser milê me me bi cih anî. Niha dora dewletê ye ku gav bavêje. Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin û bingeha siyaseta demokratîk bi qanûnî bê parastin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik, bibîr xist ku di hevdîtinên sînordar ên li İmrali’yê de Rêber Apo jî diyar kir ku divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe. Bayik got, “Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikeve qonaxeke nû û derengxistin wê, dê encamên neyînî li ser gelên me çêbikin. Bi taybetî piştî fesixkirina PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî, derxistina qanûnan êdî bûye pêwîstiyeke dîrokî,” Bayik rewşa heyî weke, “Pêngaveke aştiyê bi berpirsyarî hatiye girtin lê yek alî maye” pênase kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê pêşketinên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û qonaxa ku pêvajo gihîştiye bersiv da pirsên ANF’ê.
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de manîfestoyek dîrokî bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” weşand. Divê em vê bangê çawa fam bikin û wekî Tevger we çawa girt dest?
Me ev bang wekî encama xwezayî ya diyalektîka danehev, guherîn û veguherîna ku di pêvajoya dîrokî ya têkoşîna siyasî ya îdeolojîk a Rêber Apo û PKK’ê derketiye holê, dît. Rêber Apo di hevpeyvîna ku di sala 1988’an de bi M. Alî Birand re kiribû gotibû ku bila dewlet karmendek xwe bişîne da ku em li ser pirsgirêka Kurd nîqaş bikin. Di sala 1993’yan de, dema ku Ozal nêzîkatiyek hinekî nermtir pejirand û navbeynkar xistin dewrê, agirbestek yekalî hate ragihandin. Bi vî awayî xwest ku bi dewletê gav bide avêtin. Axaftina 1’ê Îlona 1998’an û îlankirina agirbestê tê zanîn. Agirbesta di sala 2007’an de hate ragihandin û hevdîtinên li ser vê bingehê hatin kirin tên zanîn. Piştî sala 2007’an, hem li Îmraliyê û hem jî bi PKK’ê re li Osloyê gelek civîn hatin lidarxistin. Di salên 1999 û 2013’yan de, hêzên gerîla derktin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Di 28’ê Sibata 2015’an de bi rayedarên dewletê re li Qesra Dolmabahçeyê deklarasyona hevpar a pir maqûl hatibû xwendin. Ji ber ku pêvajo kirin amûr, lihevkirin hatibû redkirin.
Banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo encama lêgerîna bi dehan salan a ku xwe dispêre çareseriya demokratîk e. Tişta nû ya vê bangê mijara xwefesixkirina PKK’ê ye. Rawestandina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê berê gelek caran hatiye bicîhanîn. Niha, helwest û biryarek ku wê têkoşîna çekdarî bi tevahî ji holê rake di rojevê de ye. Helwest û biryara siyasî û hiqûqî daniye holê. Li welatekî ku gavên siyasî û hiqûqî bêne avêtin, guhertina rêbaza têkoşînê tiştekî xwezayî ye. Her wiha şertên demê diguherin; di van şertan de girtina biryarên nû hewce dikin. Bi guhertina şertên navxweyî û derveyî yên Tirkiye û herêmê re, Rêber Apo banga berdana stratejiya têkoşîna çekdarî û têkoşîna bi stratejiya siyasî ya demokratîk re kir.
Rêber Apo ji ber berpirsiyariya xwe ya li hember Kurd, Tirk, Çerkez, Ereb, Elewî, Sunnî, Xiristiyan û hemû gelên Tirkiyeyê ev bang kir. Vê bang wekî gaveke ku wê bi Kurd û Tirkan re hemû gelên Tirkiyeyê mezin qezenc bikin, dibîne. Rêbertî armanc dike ku ji vê rewşa şer û pevçûna ku bandorek neyînî li ser pêşketinên demokratîk ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî dike, derbas bibe û hawîrdoreke siyasî ku siyaseta demokratîk û hiqûq lê serwer be, biafirîne. Di hawîrdorek wisa de, derfeta ku wê pirsgirêk li ser bingeheke rast werin destgirtin û çareserkirin derkeve holê.
Ji ber me wisa fam kir, ji bo pêşketina pêvajoya ku di înîsiyatîfa Rêbertiye me de hatiye destpêkirin me biryara pêkanîna bangê û tiştên dikevin ser milê me bi cih bînin, da. Bi rastî jî ji banga 27’ê Sibata 2025’an vir ve helwest û pratîka me di vû çarçoveyê de ye.
Rêber Apo di banga xwe debalê dikşîne ser têkiliya Tirk-Kurd a hezar salî. Behsa ev têkiliya dildarî ya hezar salî di 200 salên dawî de hewl hatiye dayîn ku were parçekirin dike û dibêje, “Ev têkiliya dîrokî ku di îroja me de ketiye rewşele şikestinê û erka esasî ew e ku di nava ruhê xwişk-biratiyê de ji nû ve were sererastkirin.” Ev sererastkirina ji nû ve wê li ser kîjan bingehê dikare were pêşxistin? Li pêşiya sererastkarina ji nû ve astengiyên çawa hene û ev astengî çawa dikarin werin derbaskirin?
Di dîrokê de heta ku modernîteya kapîtalîst û xeta wê netewe dewletê derket holê, dewletan û bi taybetî împaratoriyan, serdestiya leşkerî û siyasî esas girtin. Li dijî civakên etnîkî û olî polîtîkayên qirkirin, tinekirin û asîmîlasyonê meşandine. Her çiqasî zextên olî qismî hebûn jî, piştî ku dixistin bin serdestiya xwe ya siyasî û leşkerî, dest nedidan ziman, çand û baweriyên civakan. Bêguman, di hemû dewletan de bacên cûr be cûr hebûn.
Têgeha Kurdistanê cara yekem ji hêla Şahê Selçûkî Melîk Şah ve hatiye bikaranîn. Ne di serdema Selçûkî de û ne jî di dema Împeratoriya Osmaniyan de înkar, asîmîlekirin an jî tinekirina nasnameyên cuda tine bû. Heta nîvê sedsala 19’an ku fîtneya nîjadperestî û netewe dewlet ket Rojhilata Navîn, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Êzidî û Elewî bi giranî li erdnîgariyên xwe dijiyan. Kurd, wekî yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn, di Împeratoriyên Osmaniyan û Împeratoriya Îranê de xwedî nifûsek mezin bûn. Bêguman, di dema şerê di navbera Osmaniyan û Îranê de ji ber Elewî wekî nêzîkî Îranê dihatin ditîn bi komkujiyan re rû bi rû man.
Ji bilî vê, di dîrokê de Tirk û Kurd di nava tifaqê de bûn. Ger Kurdan di sala 1071’an de li kêleka artêşa Alparslan cih negirtina, Bîzans teqez têk nediçû. Hişmendiya Ummetê hişt ku Kurd û Tirk bi hev re li dijî Bîzansê bisekinin. Piştî ku Osmaniyan rojhilat, ango Kurdistan ewle kirin, berê xwe dan Erebistan û Ewropayê. Ger têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de di vê serdemê de baş nebûna, ew ê nikaribûna ne ber bi Erebistanê û ne jî ber bi Ewropayê ve biçin. Ger piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi Kurdan re tifaq nehatiba kirin, wê di nava zozanên Anatolyayê de bibûna mîrektiyek teng. Bi îradeya Meclisa Yekem a di sala 1920’an de hate damezrandin ku Kurd jî di nav de bûn, şer kirin û Anatolya ji dagirkeriyê hate rizgarkirin. Lê paşê pişta xwe li Kurdan zivîrandin. Bi hişmendiya netewe dewletê polîtîkayên ku Kurdistanê bikin qada berfirehbûnê ya nîjadperestiya Tirk hatin meşandin.
Bi kurtasî, di pêvajoya belavbûna Împeratoriya Osmaniyan de, îdeolojiya nîjadperestî ya fîtneya netewe dewletê dest bi êrîşên li ser Kurdan kirin û heta roja îro bênavber berdewam dikin. Zîhniyeta netewe-dewletê tinekirina nasnameyên cûda armanc dike. Ev zîhniyeta netewe-dewletê, ligel kompleksa dewleta mezin a Împeratoriya Osmaniyan, veguherî siyaseteke qirkirinê ya li dijî nasnameyên cûda. Ev polîtîka berevajî têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkan e. Polîtîkaya qirkirina Kurdan a ku di Împeratoriya Osmaniyan de tine bû, di Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn. Ev yek encama eşkereyî ya têgihîştina modernîst a rojava ye. Ew polîtîkaya ne li gorî nirxên dîrokî, civakî û siyasî yên gelê Tirkiyeyê ye.
Rêbertî behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirk kir. Devlet Bahçelî jî behsa wê dike. Hişmendiya Bahçelî ya li ser Tirk û Kurdan bi hişmendiya netewe dewletê ya rojava re hatiye jehrîkirin. Devlet Bahçelî dibêje ku pêşeroja me ji aliyê rabirdûya me ve tê destnîşankirin, lê ew nêzîkatiyek hevgirtî nîşan nade. Rêber Apo jî behsa rabirdû û pêşerojeke hevgirtî dike. Armanc dike ku xwişk-biratiya Kurd-Tirkan nûjen bike.
Rêber Apo ji bo xwişk-biratiya dîrokî ya di navbera Tirk û Kurdan de pêk were behsa entegrasyona demokratîk dike. Piştî sala 1923’an, dewleta Tirk û Kurd ji hev dûr ketin. Kurd bûn biyaniyê vê dewletê û wekî dewleta xwe nabînin. Ji ber ku nasname, ziman û çanda wan hatin înkarkirin û pêvajoya tinekirinê li ser wan hate meşandin. Îradeya Kurdan tine hate hesibandin. Ev rewş Kurdan hem ji hêla hestyarî û hem jî ji hêla ramanî ve ji Komara Tirkiyeyê qut kir. Her çiqasî bi çewisandin û zorê hin Kurd xistin bin destê xwe jî, bi giştî di polîtîkaya xwe ya Tirkkirin û tinekirina Kurdan de bi ser neketin.
Rêber Apo destnîşan dike ku ji bo xwişk-biratiya dîrokî ya di navbera Tirk û Kurdan de pêk were, pêwîst e ev rewş were derbaskirin. Dibêje ku ev yek bi derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk pêkan e. Qutbûna di navbera dewleta Tirk û Kurdan de tenê bi qanûnên entegrasyona demokratîk dikare were çareserkirin. Entegrasyona demokratîk li ser bingeha naskirina mafên hiqûqî yên Kurdan û di pergalê de cih bigirin pêkan e. Yan na nabe entegrasyon. Entegrasyon ne asîmîlasyon e, ne hilandin e û ne jî Tirkkirin e. Kurd wê bi nasname, ziman, çand û xwerêveberiya xwe hebin. Bi vî awayî, wê qotbûna 100 salî biqede û aştî wê pêk were. Jixwe Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman. Entegrasyona demokratîk ev e.
Rêber Apo dibêje ku sedema derketina PKK’ê ji ber girtina kanalên siyaseta demokratîk e û balê dikşîne ser civaka demokratîk û qada siyasî. Di sedsala duyemîn a Komarê de behsa demokrasiyê dike. Ji ber ku Tirkiye mozaîkek ji nasnameyên etnîkî û olî ye, çawa dikare lihevkirinek demokratîk were bidestxistin?
Heta ku PKK derket ser dika dîrokê, bikaranîna gotinên Kurd û Kurdistanê li Tirkiyeyê sûc bû. Tê zanîn ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê ji ber behskirina hebûna Kurdan kir hat girtin. Kurd, Tirkekî çiyayî bû! Heta kasetên bi zimanê Kurdî jî qedexe bûn û dikirin sedema darizandinê. Heta îro jî, peyva Kurdistanê wekî têgeheke sûc tê dîtin. Demekê balafireke rêwiyan a Îranî bi navê Kurdistan li balafirgeheke Tirkiyeyê daket, bû sedema pirsgirêkekê. Hatina wê balafirê ji bo Tirkiyeyê hat qedexekirin. Li cîhanê her kes dizane ku ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 5 a Diyarbakirê bibêjin em Tirkin êşkenceuya giran li wan hatibû kirin. Armanca êşkenceyên li zindanan ew bû ku Kurdbûnê bidin jibîrkirin û bîr û zimanê Kurdan jê bibin. Di destpêka salên 1970’an de Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahim Kaypakkaya pêşengiya tevgera ciwanan dikirin, sedema ku bi tundî bi ser wan de çûn yek jê ji ber ku Kurd û Kurdistanê anîbûn ziman.
Destûra bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê bi tevahî înkarker bûn, armanca wan asîmîlekirina Kurdan û bi rêya qirkirina çandî Tirkîkirina wan bû. Ev “qanûna hesinî” ya Komara Tirkiyeyê bû. Li ser navê Kurdîtiyê siyaseta reformîst lîberal jî nedihate kirin. Siyaseta Kurd a li ser hevkariyê jî qebûl nedikirin. PKK di nav vê rastiya Tirkiyeyê de derket holê. Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê ji ber hawîrdora siyasî ya ku ji hêla darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ve hatî afirandin de pêk hat. Faşîzma 12’ê Îlona 1980’an û destûra bingehîn a ku wê derxist, serdemeke hîn hişktir a înkar û tunekirinê li ser Kurdan da destpêkirin.
Rêber Apo dixwaze ku komara Tirkiyeyê bi rêya demokratîkkirina qada siyasî û danasîna siyaseta demokratîk, bi Tirkiyeyeke demokratîk re bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Ji ber ku li Tirkiyeyeke ku nasname û baweriyên cihêreng lê hene, bi rêbaza siyasî ya kevn ne pêkan e ku aramî were misogerkirin. Ji ber vê yekê, divê hebûna hemû nasnameyên cûda bi destûrî û qanûnî were misogerkirin. Ev yek bi avakirina zîhniyeteke demokratîk û azadiya rêxistinbûnê wê pêk were.
Mijareke din a ku bi qasî metna bangê ya ku ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin, hevoka “siyaseta demokratîk” û “naskirina aliyê hiqûqî” bû. Hinekan ev yek wekî şertek bi nav kirin, hinên din jî wekî pêwîstiyek dîtin. Li ser vê mijarê dikarin çi bibêjin?
Haya rayedarên dewletê ji metna bangê bû. Tiştên rêzdar Sirri Sureyya Onder gotin xwestin têxin metna daxuyaniyê. Rayedar dibêjin ku li nivîskî dikarin bi devkî di dawiya daxuyaniyê de were gotin. Sirri Sureyya Onder li ser encama vê lihevkirinê bi devkî dibêje. Bi rastî tiştên di metnê hatin destnîşankirin, siyaseta demokratîk û bi cih anîna pêwîstiyên hiqûqî tê wateya ku dewletê jî qebûl kiriye. Dewletê teahûda ku qadeke siyasî ya demokratîk veke û gavên hiqûqî yên pêwîst bavêje, daye.
Ev pêvajo ne pêvajoyek e ku bi şert û mercan an jî bi ferzkirinê bû meşandin. Jixwe pêvajo bi vî rengî dest pê nekir. Tirkiye ji ber sedemên siyasî yên navxweyî û derveyî pêvajoyek wisa pêwîst dît. Rêber Apo got, ez xwedî wê hêzê me ku dikarim pirsgirêka Kurd bînim zemîna siyasî û hiqûqî û însiyatîf girt ser xwe. Ji ber vê yekê Sirri Sureyya Onder ji bo tiştên di bangê de bûn bicihanîn behsa aliyên hiqûqî û siyasî kir û ev bi awayekî xwezayî ji bo meşandina pêvajoyê bû. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Ji ber vê yekê, Rêber Apo, jî, em jî, gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê jî li bendê ne ku ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad were kirin û avakirina aştî û civaka demokratîk divê gav bên avêtin.
Kurdan bi baldarî û kelecaneke mezin peyama Rêber Apo guhdar kirin. Bi rastî, bendewariya peyameke dîtbarî hebû û ev daxwaz hîn jî heye. Ji ber ku Kurd, jin, ciwan û dostên gelê Kurd bi kûrahî hesreta Rêber Apo dikin û hesreta bihîstin û dîtina dengê Rêber Apo ne. Me dît ku ew kesên ku dildarên PKK’ê ne û bedel dane, ji ber fesixkirina PKK’ê xemgîn in. Dîsa li ser danîna çekan fikarên cûrbecûr hene. Di vê çarçoveyê de, hûn dixwazin ji gelê Kurd re çi bibêjin? Divê Kurd vê banga Rêber Apo çawa fam bikin?
Kurd li bendê bûn ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dîtbarîbe. Lê dewletê qebûl nekir. Piştre peyama dîtbarî hate dayîn ji bo civaka Kurd hem kelecan bû û hem jî dilrehetî bû. Bêguman girîng e ku li zindanên dewletekê ku rêberên Kurd lê hatine darvekirin, 27 sal şûnde Rêber Apo muxatab hate girtin. Gel dizane ku ev bi saya têkoşînê hatiye bidestxistin.
Di mijara xwefesixkirina PKK’ê ya li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de xemgînbûna gel rewşeke xwezayî ye. Xwefesixkirina rêxistineke şoreşgerî ya ku ev 50 sal in pêre dijîn, hemû tiştên wê mereq kirine û kêfxweşî û xemgîniya wê jiyane, li cem wan ji nişka ve valahiyeke mezin afirandiye. PKK, ji bo gel ji partiyekê wêdetir bû. Herî zêde jî bûye tevgereke ku bandor li jiyan û çanda wan kiriye. Destkeftiyên li ser navê azadî û demokrasiyê, li ser navê Kurdbûnê di van 50 salî de bi rêya PKK’ê bi dest xistine. Her wiha yê ku PKK bi dayîna bedêlên mezin, mezin kiriye û ew afirandiye jî dîsa ev gel e. Xwefesixkirina hêzeke bi vî rengî helbet wê mirovan xemgîn bike. Ev yek nîşaneya herî mezin a dilsoziya ji PKK’ê re ye. Di daxuyaniyê de tişta ku destpêkê fêm kiriye û hatiye aqilan xwefesixkirina PKK’ê ye. Ev xemgîni dubare nîşan dide ku PKK di dilê gel de, mejiyê gel de û di jiyana gel de xwedîyê cihekî çawa ye. PKK xwe fesix bike jî ev gel wê tu caran PKK’ê ji bîr neke. PKK, wê aliyê herî jor ê dîroka Kurdistanê de cihê xwe bigire.
Endîşeyên têkildarî çekdanînê jî tên fêmkirin. Gerîla bûn hêza vî gelî ya xweparastinê. Van hêzan li hemberî tunekirina gelê Kurd li ber xweda. Hebûn, bi têkoşîna vê hêzê hate îspatkirin. Êrîşên fîzîkî û çandî bi saya vê hêza xweparastinê hatin sekinandin. Ji ber vê yekê gerîla ji bo vî gelî gelekî girîng û bi qîmet e. Ji ber wê yekê dibe ku hem di mijara xweparastina jiyana azad û demokratîk de hem jî di mijara ji niha û pê ve cihê ewladên wan ê nava têkoşînê de hin endîşeyên gel hebin. Lê belê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hizra van yekan dikin.
PKK, partiyeke ku di bin şert û mercên siyasî û civakî yên salên 1970’yan de hatiye avakirin. Di bin bandora sosyalîzma klasîk û sosyalîzma reel de bû. Kêmasî û xeletiyên sosyalîzma klasîk û sosyalîzma reel hatibûn dîtin. Ji ber vê yekê Rêber Apo, di mijara guherandin û veguherandina PKK’ê de perspektîfên girîng dan. Hewl da ku PKK nebe partiyeke amûra desthilatdariyê. Bêguman, di nava PKK’ê de jî guherînên girîng çêbûn; lê belê dema ku îdeolojiya avakirina sosyalîzma reel, felsefeya wê û di kodên wê de di çarçoveya avaniyê de hebûna xwe domand girêdayî paradîgmaya nû hewcehiya xwefesixkirinê derket holê. Bêguman bûye partiyeke ku mohra xwe li gelek serkeftinan daye. Lê belê PKK’ya ku hebûn dabîn dikir, ne di wê rewşê de bû ku ji vesazkirina pêvajoya dabînkirina azadiyê re bibe bersiv. Her wiha di pêvajoya çareseriya demokratîk de ji aliyê ku PKK weke eger û astengî dihat nîşandan ve jî ev xwefesixkirina berbehs pêk hat. Bêguman nirx û çanda ku PKK’ê afirandine, wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de hebûna xwe bidomîne; weke hêza girîng a têkoşîna azadiyê wê di dabînkirina azadiyê de rola xwe bilîze.
Têkoşîna çekdarî, di têkoşîna azadiyê de amûrek bû. Gelê Kurd, li gel têkoşîna xwe ya 50 salan danehev û nirxên mezin ên wisa afirandine ku ger derfeta kirina siyaseta demokratîk hatibe afirandin, derfeteke bi vî rengî muhtemel bûbe helbet têkoşîna çekdarî bê wate dibe. Rêber Apo tim xwestiye vê ihtimalê biafirîne. Di vê mijarê de gelek caran pêngav avêtine. Dixwaze vê carê van pêngavên xwe bi biryar û helwesteke zelaltir bigihîne encamekê. Ji bo nîşandana biryardariya têkildarî vê mijarê jî merasîma çekşewitandinê jî hate lidarxistin. Ev, beyaneke îradeyê ye. Lê belê di kongreya xwefesixkirina PKK’ê de, bi gotina ‘’bes Rêber Apo dikare van biryaran pêk bîne’’ azadiya Rêber Apo hatiye daxwazkirin. Jixwe li gel bicihanîna aliyên hiqûqî û siyasî yên Banga Aşitî û Civaka Demokratîk hatiye gotin ku tiştên hatine diyarkirin wê bi vî awayî pêk werin. Bi kurtasî, PKK’ê biryar û îradeya xwefesixkirin û çekdanînê heye. Lê belê di gel ku pirsgirêkên heyî wê bes bi bicihanîna van yekan neyên çareserkirin, wê de pêkhatina gotinên Sirri Sureyya Onder ên devkî yên bangê girîng in.
Hin derdor pirsên weke ‘’ger PKK tu tiştan nestîne û van yekan bike wê gelê Kurd çi bi dest bixe’’ dikin. Hûn nirxandina vê rewşê ya bi vî rengî çawa digirin dest? Armanca nirxandinên bi vî rengî çi ye?
Gotina; ‘’Ger PKK tu tiştan nestîne û van yekan bike wê gelê Kurd çi bi dest bixe’’, pirsa herî dawîn e ku ji PKK’ê were pirsîn. Beriya herî tiştî divê hizra ku PKK’ê di nava 50 salî de çi bi gelê Kurd daye bidestxistin, were kirin. Destkeftiyên PKK’ê yên ji bo gelê Kurd gelek in bi jimartinê naqedin. Beriya her tiştî ji Kurdê ku ber bi tunebûnê ve diçû û ev yek weke çarenûsê qebûl dikir, rastiyeke gelekî ku roja îroyîn ji bo azadiya xwe têdikoşe, hatiye afirandin. Pîvanên vî gelê yên welatparêzî, azadî û demokrasiyê bilind bûne. Hêzeke ji vê yekê mezintir tune ye. Gelê Kurd bi van hêzên xwe, nasnameya xwe, çanda û zimanê xwe wê teqez azadiya xwe bi dest bixin. Bêguman ev hêz helbet wê xwe birêxistin bike.
Îro li çar perçeyên Kurdistanê li ser navê Kurdbûnê çi hebe, çi hatibe afirandin ev encama atmosfera siyasî, civakî û çandî ya Kurd e ku bi pêşengtiya Rêber Apo ji aliyê têkoşîna 52 salan ve hatiye afirandin. Ger mafê van yekan were dayîn wê demê wê tiştên ku Rêber Apo kirine û tiştên ku îro dixwaze bike, bi awayekî rast werin fêmkirin.
Înîsiyatîfa Rêber Apo a li hemberî banga Devlet Bahçelî danî holê, di encama bazirganiyeke ku beriya wê hatiye kirin, çênebûye. Têkoşînên siyasî û çareseriya pirsgirêkên berbehs bi gotinên bi vî rengî yên bazirganî qutebir pêk nayên. Pêvajoyeke van a têkoşînê heye; tiştên piralî yên van diafirînin hene. Ji ber vê yekê nêzîkatiya ‘’çi stand, çi tê dayîn’’ famnekirina van pêvajoyan e. Nêrîneke teng e. Yan jî mana di nava sînorên kesên ku li çayxaneyan suhbeta siyasî dikin de ye.
Rêber Apo gelek caran gotiye ‘’karmendekî xwe bişînin û em biaxivin.’’ Piştî qoxaneke ku têkoşînê xwe gihandiyê, diyalog girîng hatiye dîtin. Dema ku Devlet Bahçelî bang kir, Rêber Apo jî got ku ‘’hêza min a ku ez bikşînin ser zemîna hiqûqî û siyasî heye.’’ Mirov ji pêvajoya heyî re bibêje pêvajoya diyalogê wê rasttir be. Dewletê hewceyî bi rawestandina şerî dît; Rêber Apo jî xwest ku vê rewşê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve veguherîne pêvajoyeke erênî. A niha pêvajo û têkoşîna vê yekê tê jiyîn. Rêber Apo vê pêvajoyê weke; ‘’pêvajoya serkeftina her du aliyan a xwe dispêre xwişk-biratiya Kurd-Tirkan’’ dinirxîne.
Bê guman têkoşîna 50 salî di dewleta Tirk û nava civaka Tirk de ji aliyê nêrîna li ser gelê Kurd ve hin guherîn derxistine holê. Lê belê divê ev yek weke encameke veguherîna zîhniyeta ku bibe perçeyekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd were nirxandin. Bi esasî hewcehiyên siyasî, pirsgirêkên aborî û hin faktorên din bûne sedema destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî. Bêguman Rêber Apo û em daxwaz dikin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî maqûl û demokratîk were çareserkirin. Wê bi demê re diyar bibe ku dewlet, wê li ser bingeha demokratîkbûyînê bikaribe xwe bike aktorê çareseriyeke bi vî rengî.
Rêber Apo, rêberekî wisa ye ku li gel daneheva xwe ya siyasî û tecrûbeyên xwe wê di hemû şert û mercan de nûnertiya gelê Kurd bike. Jixwe ji ber vê yekêgelême Rêber Apo weke sermuzakerevan îlan kiriye. Rêber Apo di çarçoveya şert û mercên siyasî de ji bo gelê Kurd jiyana azad û demokratîk bi dest bixe, dixebite. Hin derdorên marjînal weke hemû caran ji bo ku dijberiya Rêber Apo li şûna ku vê pêvajoyê fêm bikin li dijî wê tev digerin. Ji ber ku derdê van ne gelê Kurd e hewce nake em ji gotinên wan re tiştek bibêjin. Jixwe kesên ku gotinên bi vî rengî dikin, heya roja îroyîn ji bo vî gelî tu têkoşîn nemeşandine.
Nêrîneke din jî dibêjin, “Peywira dikeve ser mil Kurdan bi cih anî. Dor a dewletê ye” bi vî rengî dinirxînin û dibêjin divê dewlet gav biavêje. Ev pêvajo wê çawa bimeşe, divê dewlet kijan gavan bavêje?
Gel û dostên me rastiya heyî bi vî rengî îfade dikin. Dixwazin dewlet gav bavêje. Nêrîna me jî wisa ye. Ji bo pêvajoya aştiyê hebûna xwe bidomîne, em dikarin di hin mijaran de baldar bin. Di encamê de, em her tim bi berpirsyarî û hesas tevdigerin. Lê niha divê dewlet gavên girîng bavêje. PKK’ê xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Ji bo ku ev gav bi rastî watedar bibin, divê dewlet tiştên ku divê bikin hene. Gelo siyaseta demokratîk dê bi azadî were meşandin? Dema yên çekên xwe danîne vegerin Tirkiyeyê gelo wê derfetê bibînin ku tevlî siyasetê bibin û bi awayekî demokratîk birêxistin bikin. Bê guman, ev ne tenê ji bo şervanek an jî kesek nû tevlî bûye derbasdar e, di heman demê de Rêber Apo û her kesê têkildar jî dihewîne. Di nav vê de rêveberên ku PKK’ê fesix kirine jî hene. Bêyî derxistina qanûnan û gavên siyasî yên têkildarî wê, tedbîrên din dê bêwate bin. Ev gava yekem e ku divê di warê demokratîkbûyîn û çareserkirina pirsgirêka Kurd de bê avêtin.
Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk de ku di bin kontrola rayedarên dewletê de derbas bû bernameya siyasî ya demokratîk jî pêşkêş kir. Ev tê wê wateyê ku dewlet qebûl dike ku Rêber Apo xwe bi bernameya siyasî a demokratîk ku pêş xistiye bi rêxistin bike û di qada demokratîk de têkoşîna siyasî bimeşîne. Fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, bi pêkhatina aliyê wê ya hiqûqî û siyasî wê wateyê bibîne û bi temamî pratîk bibe.
Heta ku kadro û milîtanên tevgera Apoyî nebin beşek ji pergaleke hiqûqî û siyasî ya bi vî rengî, her daxuyanî an gaveke ku ew bavêjin dê vala û bêbandor bimîne. Ji ber ku di vê rewşê de siyaseta li hemberî Kurdan wê wekî berê berdewam bike.
Bi kurtasî heta ku rêziknameyeke siyasî û hiqûqî neyê avakirin ku gelê Kurd bikaribe ji bo jiyaneke azad û demokratîk xwe birêxistin bike û siyaseta demokratîk bike, tiştek naguhere. Me erkê xwe kir û bi gavên ku me avêtin îradeya xwe nîşan da; niha dora dewletê ye – gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê li benda gavên dewletê ne.
Piştî pêngava îmhakirina çekan a ku di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de pêk hat, di 26’ê Cotmehê de we bi daxuyaniya ku endama Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok pêşengiya wê kir gaveke dîrokî avêt. Armanca vê daxuyaniyê çi ye? Divê hemû partî û bi taybetî gelê Kurd çawa nêzî vê pêngava girîng a ku we avêtiye bibin. Gelo em dikarin bêjin ku bi vê daxuyaniyê re pêvajo derbasî qonaxeke din dibe?
Daxuyaniya 26’ê Cotmehê ku hevrê Sebrî tevî gerîlayên ku vê dawiyê ji Tirkiyeyê vekişiyan da, biryardariya Tevgera me di lêgerîna aştî û civakek demokratîk de nîşan dide. Ev daxuyanî gavek din li gavên ku me avêtiye zêde dike. Me gaveke wiha avêt, bi fikirîna îhtîmala ku hin komên dijî aştiyê dikarin li herêmên di bin xetereya pevçûnê de provakasyonê bikin. Bê guman, ev gav di heman demê de li gorî perspektîfên Rêber Apo ye.
Tevî me van gavên girîng avêtin jî, hikûmeta AKP-MHP’ê, ji bilî hin hevdîtinên sînorkirî bi Rêber Apo re, ti gavek din neavêtiye. Tevî xebata berfireh a komîsyona meclîsê, ne bi Rêber Apo re civiya ye û ne jî rêziknameyên siyasî û qanûnî bicîh aniye da ku azadiya tevlîbûna siyaseta demokratîk misoger bike. Neavêtina gavên ji bo pêşvebirina demokratîkbûnê, tevî hêviyên raya giştî, fikaran derxistiye holê ka çima pêvajo pêş nakeve. Me ji dewletê xwest ku qanûnên entegrasyona demokratîk, bi taybetî yên ku mafê hêvî û azadiyê yê Rêber Apo çareser dikin, derxîne, lê me tu bersivek li gorî girîngiya pêvajoyê negirt. Ji ber vê yekê, di demekê de ku pêvajo xitimiye, me xwest ku bi avêtina vê gavê re pêvajoyê ji nû ve vejînin. Berpirsiyariya me ya li hember gelê me, me ber bi avêtina vê gavê ve bir.
Ev demek e Rêber Apo di hevdîtinên li Îmraliyê de bal dikişîne ser pêwîstiya derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo, destnîşan kir ku derengketin dikare encamên neyînî ji bo gel bîne. Bi taybetî Rêber Apo diyar kir ku ji bo PKK’ê, ku biryara xwefesixkirinê da û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye, bêyî derengketinê qanûn were derxistin. PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û xwe fesix kir, lê ji bo kesên ku vê têkoşînê dimeşînin, bi taybetî Rêber Apo, tu gav nayên avêtin. Her kesê aqilmend dizane ku pêvajo di van şert û mercan de pêş nakeve.
Bi kurtasî, divê dewlet demildest qanûnên ji bo azadî û entegrasyona demokratîk derxîne. Bi siyasetek an qanûnek ku tenê bêçekbûnê ferz dike, pêşveçûn çênabe. Ji ber vê yekê bang behsa bicihanîna pêdiviyên siyasî û qanûnî dike. Bi rastî, nirxandinên ku welatparêz, şoreşger û çalakvanê aştiyê birêz Sirri Sureyya Onder piştî xwendina Banga 27’ê Sibatê ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk kir jî vê rastiyê nîşan dide.
Em bawer dikin ku ev gav dê pêvajoyê bigihîne astek nû. Gavên me bi berpirsiyariyek mezin hatin avêtin. Her kesê ku bi pêvajoyên wiha û dînamîkên çareserkirina nakokiyan dizane, dê cewhera wêrek a pêngavên me fêm bikin. Em xwedî îradeya hem biryardanê û hem jî bicîhanîna wan in. Ji ber piştgiriya raya giştî ya li Tirkiyeyê û xwesteka partiya sereke ya muxalefetê ku pêvajo ber bi aştî û demokratîkbûnê ve biçe, ji hikûmetê jî îradeyeke wisa tê hêvîkirin. Jixwe, komîteya meclîsê armanca xwe ya demokrasiyê bi zelalî di navê xwe de diyar kiriye.
Daxuyaniya giştî ya hevrê Sebrî pir zelal bû; bi awayekî objektîf pêvajo digire dest. Lê belê, şaş e ku mirov di mijarek ewqas girîng de her tiştî tenê ji dewletê hêvî bike. Divê hêzên demokrasî û azadiyê îradeyek xurt nîşan bidin da ku bi têkoşîna rêxistinkirî dewletê neçar bikin ku gav bavêje. Aştî û demokrasiya rastîn tenê bi vî rengî dikare were bidestxistin.
Dema ku mirov li geşedanan ji derve temaşe dike pirsnîşanên wekî “Heta nêzîkî salek berê dewleta Tirk êrîşeke berfireh li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi hedefgirtina herêmên gerîla, Rojava, Bakur û Başûr dimeşand. Şert û mercek çawa çêbû ku dewleta Tirk îro behsa aştî û çareseriyê dike? Gelo di navbera aliyan de baweriyek beramber heye?” çêdike. Kesek ku bi dînamîk û navarokan nezane, divê van geşedanan çawan bigire dest. Hûn dikarin di vê mijarê de nêrînên xwe parve bikin?
Di sala 2015’an de êrîşeke berfirek a înkar û îmhayê li herêmên Kurdistanê dest pê kir û heta beriya salekê ku 10 salan berdewam kir, pêk hat. Jixwe gotibûn ‘heta terorîstek bimîne jî em ê êrîş bikin.’ Ne tenê li Bakur her wiha li dijî Rojava û Başûr jî êrîşeke berdewam û berfireh hebûn. Êrîşên qirkirin û dagirkirinê hatin meşandin. Li Efrînê ji sedî 80 Kurd ji axên xwe hatin koçberkirin. Li cihên wan çete û malbatên wan hatin bicihkirin.
Ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şerekî qirêj ku hem hiqûqa neteweyî hem jî navneteweyî binpê dikir hat meşandin. Wek Çîller jî Suleyman Soylu jî her roj digotin ‘an wê biqedin an jî biqedin.” Desthilatdariya AKP-MHP’ê her roj ev dîsgotin dubare dikir. Tevî ku hemû çavkaniyên aborî, siyasî, dîplomatîk û leşkerî yên Tirkiyeyê bi kar anîn jî PKK’ê û gerîla nehatin tasfiyekirin. Berovajî vê, polîtîkayên ku armanc dikin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibin, Tirkiye hem di qada navxweyî de hem jî di qada navneteweyî de xist nav aloziya siyasî. Li hundir şerekî navxweyî yê siyasî hate meşandin û bi polîtîkayên herêmî yên hêzên navneteweyî re nakokî derketin holê. Bi gotina ‘Hêza min a leşkerî heye’, li Rojhilata Navîn polîtîkayek hegemonyayê meşand. Heta bi awayekî vekirî hate gotin ku Başûrê Kurdistanê û Rojava ‘aîdî me ne.’ Hema hema tu welatekî cîran bê tehdît nema.
Tevgera Azadiya Kurd tasfiye nebû, li aliyê din li Rojhilata Navîn li dijî Tirkiyeyê ba rabûn. Tirkiye nêzî 200 sal in xwe dispêre hebûna jeopolîtîk û hewl dide ser piyan bimîne. Di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de bi saya hebûna xwe ya jeopolîtîk bi tevahî tune nebûye. Hebûna wê ya jeopolîtîk çavkaniya hêza Tirkiyeyê bû. Ne tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê aborî ve jî. Tirkiye xwe spart van çavkaniyên xwe û polîtîka dimeşand. A rastî polîtîkaya înkar û îmhayê ya li dijî Kurdan hat meşandin jî spart vê hebûnê û heta roja îro karî bîne. Peymanên Îbrahîmî yên di navbera Îsraîl û welatên Ereb de tê wateya avantaja jeopolîtîk a Tirkiyeyê qels kir. Ev yek mîna ku derb li cihê herî hesas a Tirkiyeyê xistin bû. Dihat wateya ku hêza wê kêm dibe. Zêdekirina rêya enerjiyê ya ku di lûtkeya li Hindistanê de hatiye diyarkirin, ku dê rê ji Tirkiyeyê derbas nebe, ji bo welêt pirsgirêkek rastîn a jiyanê çêkiriye. Berê, vê hêza xwe wekî amûrek êrîşkariyê ji bo şikandina Tevgera Azadiya Kurd dihat bikar anîn, lê niha ew bi pirsgirêkek rastîn a hêzê re rû bi rû ne. Bêbandorkirina Hamas û Hizbûllah ji hêla Îsraîlê ve û berfirehkirina bandora Îsraîlê li Rojhilata Navîn fikarên li ser lêçûna giran a şerê wan bi Kurdan re zêde kiriye.
Li aliyê din, şerê dijwar ê ku 10 sal in berdewam dike, çavkaniyên Tirkiyeyê têk biriye. Vê hawîrdora şer, hilweşîna civakî girantir kiriye; hilweşîna çandî gihîştiye astek ku bingehên civakî yên ku ew pê ve girêdayî ne tehdît dike. Aborî jî êdî xwe nagire. Ji ber vê yekê, fikar derketine holê ku ger şer berdewam bike, ew ê bi hilweşînek mezintir re rû bi rû bimînin. Banga Devlet Bahçelî di vê hawîrdorê de hat kirin. Tevgera Azadiya Kurd her dem ji bo rawestandina şer û destpêkirina diyalogê hewl daye. Lê dewlet her tim xwe da aliyek û reviya. Tayyîp Erdogan bi xwe pêvajoya navber a bêpevçûn û diyalogê ya di navbera 2007 û 2015’an de bi redkirina Peymana Dolmabahçeyê bi dawî kir. Di vî warî de, bersivdayîna banga Devlet Bahçelî berdewamiya têkoşîna siyasî ye ku Serok Apo bi dehan salan dimeşîne.
Têkoşînên siyasî yên bi vî rengî li ser bingeha bawerî an nebaweriyê nayên nirxandin. Bê guman, dema ku dor tê ser dewleta Tirkiyeyê, divê em tedbîr bigirin û hişyar tevbigerin. Ev rewşeke ku tê fêmkirin. Lê belê, em li ser esasê fikaran ‘ka bawerî dide an nade’ nêz nabin. Ev ne nêzîkatiyek siyasî ye. Siyaset jî xwedî prensîb û exlaq e. Bi taybetî di siyaseta kesayetên sosyalîst û tevgeran de prensîb hene. Tevgera Azadiya Kurd xwedî prensîb û rêgez in. Armancên wê yên siyasî hene. Bendewariyên dewleta Tirk jî ji vê pêvajoyê heye. Ji ber vê yekê mijara bawerî dayîn, mijarek cuda ye. Ger herdu alî bawerî bidin hev baş e, lê şaşe ku pirsgirêkên siyasî û têkoşîn tenê li ser esasê baweriyê werin meşandin. Ev ne nêzîkatiyek siyasî ye. A rastî bawerî têgehek nisbî ye. Ji ber vê yekê, pêvajo divê di çarçoveya armancên siyasî û armancên tên pêşbînkirin de werin destgirtin. Her wiha, çareserkirina pirsgirêkên siyasî pêvajoyek e. Ti misogerî tune ku her diyalog dê encam bide an jî bibe sedema danûstandinên demokratîk. Lê belê, kesên ku di têkoşîna siyasî de ne, hewl didin ku pêvajo di çarçoveya ku ew dixwazin de biserkevin. Rêber Apo û em, bi vê têgihîştinê ji bo serketina pêvajoyê hewl didin û têdikoş in.
Hûn weke Tevger we di daxuyaniyên xwe yên berê de jî dianî ziman ku divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad be û şert û mercên jiyîn û xebitîna bi awayekî azad werin dabînkirin. Weke pêngava destpêkê bendawriyeke gelê Kurd ya bi vî rengî jî heye. Pêngaveke bi vî rengî wê çawa bandorê li pêvajoyê bike? Hûn dixwazin têkildarî vê mijarê çi bibêjin?
Ji bo destpêkirina vê pêvajoyê kesê ku înîsiyatîf stendiye, Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê muxatab û aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Devlet Bahçelî got: ‘’Bila rêxistina xwe fesix bike, were li Meclîsê biaxive û bi vî awayî mafê hêviyê bikeve dewrê.’’ Ev teahûdek e. Rêber Apo ya diket berê xwe pêk anî. Wê demê divê mafê hêviyê pêk were. Li rex vê yekê dema ku me biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî stend me bi awayekî eşkere diyar kir ku ev biryar wê ji aliyê Rêber Apo ve werin bicihanîn. Devlet Bahçelî û hikûmetê biryarên kongreyê rast dîtin. Wê demê divê tiştên ku di kongreya PKK’ê de hatine diyarkirin, werin bicihanîn.
Mijara tê nîqaşkirin ger PKK’ya 50 salî, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pirsgirêka Kurd a 100 salî be, ji bo mijarên ew qasî girîng di bin şert û mercên zîndanê de û bi hevdîtinên sînordar rol nayê lîstin. Divê ev rastî ji aliyê hemû kesan ve were zanîn. Ji ber vê yekê dabînkirina şert û mercên jiyîn û xebitîna bi awayekî azad bivê nevê ye. Ger ev neyê kirin, wê demê divê di mijara çareserkirina van pirsgirêkan de îradeya desthilatdariyê were pirsîn.
Ger Rêber Apo bi awayekî azad bijî û bi awayekî azad bixebite, hevdîtinên ku dixwaze bike û xebatên xwe bike di pêvajoyê de derbasî qonaxeke din bibe. Derbasbûna qonaxeke din bes bi vî awayî pêkan e. Bendewariya gelê Kurd ev e; dema ku Rêber Apo azad nebe têkildarî pêvajoyê guman derdikevin holê. Ji ber ku di wê baweriyê de ye ku ev pêvajo wê bes ku Rêber Apo bi awayekî çalak di dewrê de be wê bigihîje encamekê. Jixwe ger bi awayekî rast li nêzî Rêber Apo nebin, Rêber Apo weke muxatab neyê girtin û li gorî wê rol neyê dabînkirin ev pêvajo wê şaş were fêmkirin. Bi kurtasî mifteya serkeftina pêvajoyê girêdayî dabînkirina şert û mercên Rêber Apo yên jiyîn û xebitîna bi awayekî azad e.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî got ku ew daxuyaniya Rêber Apo ji serî heya binî bi qîmet dibîne, daxuyaniya PKK’ê jî temamker e û diyar kir ku ew ê têkariyê li pêvajoyê bike. Daxuyaniyeke Serokkomar Erdogan jî ya bi awayekî êrênî dibîne, çêbû. Lê belê li gel vê yekê ji aliyê desthilatdariyê ve daxuyaniyên weke em ê li pratîkê binêrin, hatin dayîn. Hûn jî daxuyaniyan dişopînin. Hûn daxuyaniyên desthilatdariyê çawa dinirxînin?
Bahçelî, dibêje ku ew daxuyaniyên Rêber Apo rast dibîne û Rêber Apo berpirsiyariyên xwe bi cih anîne. Got: ‘’PKK jî rêberê damezrîner temam dike.’’ Gelek caran tîne ziman ku ew xwedî li pêvajoyê derdikeve. Dibêje; ‘’Em ê terorê bi dawî bikin.’’Tayyîp Erdogan jî carnan diyar dike ku ew xwedî li pêvajoyê derdikeve. Lê belê Devlet Bahçelî jî Tayyîp Erdogan jî carnan gotinên gefxwarinê tînin ziman. Berdevkên desthilatdariyê û wezîr jî bi awayekî ne zelal diaxivin. Her çend hin gotinên erênî werin kirin jî nirxandina pirsgirêkê ya were pirsgirêka ‘’terorê’’ û danînaçekan, nêzîkatiyeke yekalî û şaş e. Sedemên mezin ên ku şer û têkoşîna 52 salan a di navbera PKK’ê dewletê de derxistine holê, hene. Divê beriya her tiştî mijara azadiya Rêber Apo bikin rojeva xwe. Hemû gotinên erênî wê bes bi vî rengî watedar bibin.
Her wiha tim û tim gotinên weke ‘’bila rêxistin vê bike û wê bike’’ berovajîkirina rastiyan e. Ji bo ku berê çavên li ser xwe, li ser tiştên ku divê bikin bidin aliyekî din tim dibêjin ku ‘’divê rêxistin vê yekê bike û wê yekê bike.’’ Ev gotin êdî veguheriye demagojiyekê. Di serdemên ewil de dayîna daxuyaniyên erênî girîng bû. Lê belê ji aliyê pêvajoya ku saleke xwe temam kiriye ve divê pêngavêb bi bandor werin avêtin.
Ne rast e ku desthilatdarî dijberên pêvajoyê jî bike eger. Ji ber ku di serî de CHP, piraniya muxalefetê piştgirî da vê pêvajoyê. Bes Partiya Îyî weke rantparêzê şerî li dijî pêvajoyê disekine. Bi vê kiryara xwe zen dike ku wê ji alîgirên MHP’ê dengan bistîne.
Desthilatdarî, li şûna ku piştgirya civakî zêde bike polîtîkayên ku pitgiriya civakî kêm bike, bi rê ve dibe. Serkêşiya van yekan girtinên têkildarî CHP’ê û zextên li ser çapemeniya muxalîf dikin. Kiryarên bi vî rengî cihê gumanê ne. Bi nêzîkatiyeke gelo piştgirya civakî zêde bibe em ê neçar bimînin ku hin pêngava biavêjin, tev digerin? Di pêvajoyên bi vî rengî de li şûna ku piştgiriya civakî were zêdekirin, birêvebirina polîtîkayên bi vî rengî van yekan dixe aqilê mirovan.
Serokên meclîsê yên 50 salên dawîn peiştgirî dan pêvajoyê. Hem jî xwestin ku ji bo pêvajoyê pêngav werin avêtin. Ger li Tirkiyeyê Meclîs weke nûnerê gel were dîtin, wê demê ev nêzîkatî nîşan didin ku gel jî ne li dijî pêvajoyê ye. Di gel ku ji pêvajoyê re ev qasî piştgirî heye ji bilî gotinê pêngavneavêtina desthilatdariyê bandora pêvajoyê lawaz dike û bê qîmet dike. Weke ku hin derdor bi awayekî mafdar tînin ziman, rewşa amûrîkirina pêvajoya ya ji bo berjewendiyên biçûk a ji partiyan re derdikeve holê. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî bi awayekî berpirsiyartir li nêzî pêvajoyê bibe.
Yek ji mijara herî tê nîqaşkirin ew e ku di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang ji bo avanî û rêxistinên ku bi felsefeya Rêber Apo hatine avakirin, derbasdar e yan na. Hûn dikarin têkildarî vê mijarê çi bînin ziman?
Rêber Apo di tu daxuyanî yan jî hevdîtineke xwe de ji bilî gerîlayên ku li dijî Tirkiyeyê têdikoşin re têkildarî tu hêzan tiştek negotiye. Diyar kiriye ku PKK hatiye fesixkirin û li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hatiye bidawîkirin. Ji bilî Bakurê Kurdistanê li tu deveran hêzên ku têdikoşin li hemberî Tirkiyeyê şerekî bi rê ve dibin, tune ye. Rêxistinên derveyî Tirkiyeyê û ger hebe hêzên çekdarî rêveberî û gelên welatên berbehs eleqedar dikin.
Her wiha hem ji Rêber Apo daxwaz dikin ku ji bo qadên derveyî Tirkiyeyê tiştekî bike û hem jî şert û mercên jiyîn û xebitîna Rêber Apo yên bi awayekî azad dabîn nakin. Eşkere ne ku ev nakokî ne. Bêguman bandora Rêber Apo li çar perçeyên Kurdistanê û li ser Kurdên derweyî welat gelekî zêde ye. Rêber Apo hem tê şopandin hem jî tê guhdarîkirin. Bi taybet jî gelên Kurd, Erebî Suryanî û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Apo dişopînin û guhdar dikin. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Apo ji xwe re weke rêberê îdeolojîk dibînin. Dirûşmeyên Rêber Apo li wir jî bi awayekî xurt bilind dibin. Lê belê pergala xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyek heye. Her wiha ev rêveberî jî ji bilî îradeya gelan nikare tiştekî bike. Li wir rastiya civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê jî îradeyeke gelên li wir heye.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 hezar şehîd dane. Nivîya van Ereb in. Dîsa ji gelê Ereb bi hezaran gazî hene. Ji gelekî ku 20 hezar şehîdên wê hene û bi deh hezaran gaziyên wê hene re gotina dev ji çekan berdin, li hemberî vî gelî bêrêziyeke mezin e.
Dewleta Tirk dibêje ku div îleh QSD çekan deyne. Di gel ku kiryarên HTŞ’ê yên li ser Elewî û Durziyan li holê ne ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gtina çekan deynin tê wateya gotina ku xwe ji komkujiyan re amade bikin. Dema ku HTŞ’ê û çeteyên din êrîşî herêmên Durziyan dikirin digotin ku dor hate Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ger çok li Durziyan bidana şikandinwê berê xwe bidana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di gel ku evrastî li holê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirina banga çekberdanê di serî de gelê Kurd bi awayekî eşkere dijminahiya li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Devlet Bahçelî dibêje ku ma çima Hamas li Xezeyê çekan deyne, Xeze di bin gefa Îsraîlê de ye. Çekdanîna Hamasê rast nabîne. Dibêje ku bes her du dewlet li hev bikin wê çek werin berdan. Lê belê bi israr dibêje ku bila QSD çekan deyne û Kurdên li her derê bila çekan deynin. Ma di vê yekê de heqaniyet heye?
Bêguman li ser aşitiya bi Tirkiyeyê nîqaş tên kirin. ji ber vê yekê biryar û nirxandinên Rêber Apo û yên me wê têkildarî Tirkiyeyê bin.
Banga Rêber Apo û daxuyaniya PKK’ê di qada navneteweyî de dengek berfireh girt. YE’yê û çend dewletên din daxuyaniyên piştgiriyê weşandin, ku di medyaya cîhanî de cihek berfireh girtin. Hin welatan, wekî Elmanya, bal kişandin ser peywirên Tirkiyeyê yên li hember Kurdan û bal kişandin ser rêziknameyên qanûnî. Hûn vê bertek û piştgiriya civaka navneteweyî çawa dinirxînin? Gelo ma ne divê xwestek û bendewariyên ku tê hêvîkirin bê derbas kirin? Ji bo ku ev pêvajo bi serkeve divê piştgiriyek çawan bidin?
Helbet em bangên piştgiriyê yên welatên YE’yê û Elmanyayê yên li qada navneteweyî girîng dibînin. Elmanya û hin welatên din xwestin ku Tirkiye tedbîrên hiqûqî li hemberî Kurdan bigire. Mafê xwerêveberiyê û zimanê dayikê hate bibîr xistin. Ji xwe van welatan di mijara xwefesixkirina PKK’ê û bidawî anîna şerê çekdarî de nikarin tiştekî bibêjin. Bi xwe PKK’ê girtibûn lîsteya ‘rêxistina terorê’. Gerîla jî xistin nav. Ji ber vê yekê nêzîkatiya wan a erênî li hember banga Rêber Apo rewşeke ku tê fêmkirin. Lê belê, tenê daxuyaniyên erênî têrê nake. Divê ji bilî daxuyaniyan bikevin nava pratîkê û helwesta xwe nîşan bidin.
Rêber Apo di 1’ê Îlona 1998’an de beriya komployê agirbesteke yekalî îlan kir. Piştre, di Tebaxa 1999’an de, wî bang kir ku hêzên çekdar ji Tirkiyeyê derkevin. Ji bilî hin komên biçûk hema hema hemû hêzên gerîla derketin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Heta ku ji sînor derketin nêzî 500 gerîlayên din jî di kemînên dewletê de şehîd bûn. Di pêvajoyeke wiha de Yekîtiya Ewropayê PKK’ê girt lîsteya terorîstan! Em agirbesta yekalî îlan dikin, têkoşîna çekdarî rawestînin û derdikevin dervî sînorên Tirkiyeyê, lê Yekîtiya Ewropayê di vê çarçoveyê de Tevgera me ya Azadiyê digire lîsteya terorîstan! Dema ku em piştgiriya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an dinirxînin, divê em van rastiyên dîrokî jî li ber çavan bigirin.
Eger piştgiriyê bidin vê pêvajoyê divê li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ya li ser Kurdan helwesteke zelal raber bikin. Ji bo ku ev helwest û piştgiriyên ku didin hevgirtî bin divê banga azadiya Rêber Apo bikin. Ji ber ku mafê hêviyê di qanûnên wan de heye. Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê kir. Lê belê dewleta Tirk ev 10 sal in biryara DMME’yê bi cih neaniye. A rastî qanûn û peywirên navneteweyî li ser destûr û qanûnên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê gotina ‘li ba me mafê hêviyê nîne’ yê Wezîrê Edaletê yê AKP’ê bê wate ye.
Ger mafê hêviyê yê Rêber Apo neyê bicîhanîn, sedemek wê ya girîng ew e ku Komîteya Wezîran a YE’yê der barê Tirkiyeyê de biryarek zelal nedaye. Ew her carê salekê paş dixe. Ger azadiya Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd mifteya esasî be û Yekîtiya Ewropî û welatên din bi berpirsiyarî tevnegerin, piştgiriya ku ew didin wê encamek bi xwe re neyîne.
Eger hêzên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê bi rastî dixwazin ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek bê dîtin, divê ne tenê li Tirkiyeyê, li seranserê Rojhilata Navîn li dijî rejîmên dij-demokratîk û otorîter helwest bigirin. Lê belê, dema ku dor tê ser Kurdan, ew dev ji prensîbên xwe berdidin û berjewendiyên dewletê didin pêşiyê. Dewleta Tirkiyeyê 100 sal in ji vê siyasetê cesaret girtiye. Ger ew samîmî bin, divê ew bi Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd re biaxivin û daxwaz bikin ku Tirkiye jî bi heman awayî tevbigere Rêber Apo muxetab bigire. Ger bi Rêberê gel re neyê axaftin û rê li ber jiyanek û xebata azad neyê vekirin, îradeya rastîn a dîtina çareseriyê tune ye. Pîvana samîmîbûna hêzên Ewropayê û navneteweyî nêzîkatiya wan a li hember Rêber Apo ye.
Mijarek din a ku tê meraqkirin ew e ku Tevgera Azadiyê dê ji vir û pê ve çawa têkoşîna xwe dewam bike. Di daxuyaniya PKK’ê de tê gotin, “Ev ne dawiye, berovajî destpêkek nû ye.” Weke destpêka pêvajoya têkoşînek nû pênase dike. Di heman daxuyaniyê de tê gotin, “Danehevên ku PKK’ê ava kirine, hêzê dide gelê me ku bi rêya siyaseta demokratîk têkoşîna azadiyê bimeşîne.” Hûn vê pêvajoya têkoşîna nû çawa pênase dikin? Rê û rêbazên vê têkoşînê wê çi bin? Kî wê pêşengî bike? Ferqa wê ji ya berê çi ne?
Fesixkirina PKK’ê, tê wateya fesixkirina avaniyeke rêxistinî. Ev yek nayê wateya ku dev ji armanc, azadî û demokrasiyê berde. PKK’ê çima xwe fesix kir; çima biryara bidawî anîna şerê çekdarî aniye, di pirsên beriyê vê de me bi rengekî vekirî rave kir. Siyaseta demokratîk weke stratejiyeke bingehîn diyar kir û xweparastin jî dê li gorî hiqûqa gerdûnî û demokratîk bê misogerkirin. Ji bo ev yek pêk were divê aliyên siyasî û hiqûqî yên ku Sirri Sureyya Onder di dawiya daxuyaniya xwe de behs kiriye bên bicihanîn. Di vî alî de em ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê siyaset û têkoşînê çawa bimeşînin wê bi derxistina qanûnên têkildar zelal bibe. Di hawîrdorekê de ku demokrasî û azadî bi awayekî zelal nayên parastin û azadiya derbirînê û rêxistinbûnê ne temam e, pêkanîna stratejiyeke siyasî ya demokratîk ne mimkûn e.
Têkoşîna azadiyê ya Tevgera Apoyî û gelê Kurd wê di her şert û mercî de dewam bike. Rêber Apo di sala 2004’an de bi parêznameya Parastina Gelekî re paradîgmayek nû pêş xist. Ji bo vê yekê guhertin û veguherînên girîng pêwîst bûn. Ji aliyê rêxistinkirinê bigirin heya siyasetê û ji têkoşîna leşkerî bigirin heta siyasetê. Ji ber vê yekê, xeta me ya nû ya têkoşînê bi paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diyar bû. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Apo re nûbûn çêbû û ev paradîgma kûrtir kir. Bi vî awayî, rêxistin û têkoşînên nû wê di vê çarçoveyê de bên meşandin. Paradîgmaya nû destpêkek nû di têkoşînê de temsîl dike. Rê û rêbazên kevin ên rêxistin û têkoşînê bi rêbazên nû yên li gorî paradîgmayê, tên guhertin.
Paradîgma û pêvajoya nû ya têkoşînê tê wateya ku civak wê bi rengekî çalaktir cih di têkoşînê de bigire. Gelê Kurd, bi têkoşîna xwe ya 50 sal, bûye yek ji gelên herî çalak ên siyasî li cîhanê. Her çend gelek ku nikare sînorên teng ên malbatî an eşîrî derbas bike jî, dibe ku şoreşa xwe ya demokratîk temam nekiribe jî, ew gihîştiye astek ku dikare têkoşînek demokratîk a rêxistinkirî bimeşîne. Ezmûn û çanda wan a rêxistinî li gorî 50 sal berê pir zêde bûye. Rastiya ku Mûsa Anter dibêje, “Me ew ji bin sifirê anîn sifirê,” bi Rêber Apo û PKK’ê re pêşketineke mezin ku di dîroka gelan de nehatiye dîtin çêkir. Bi salane di bin zextek giran de têkoşîna siyasî ya demokratîk meşand, zanîn û ezmûnek girîng a berhevkirî derxistiye holê. Ger şertên siyasî û qanûnî werin bicîhanîn, gel dê di qada siyasî de pêşketinek girîng bi dest bixe. Zanîn û ezmûna PKK’ê jî dê bikeve dewrê û ev pêvajo dê ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li Tirkiyeyê jî demokratîkbûnê xurt bike.
Bi kurtasî pêvajoya têkoşînê ya nû wê li ser bingeha tecrûbe û danehev a dîrokî pêş bikeve. Bi vê yekê re ne tenê gelê Kurd di heman demê de wê gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî qezenc bikin.
Em dixwazin pirsa rol mîsyona Tevgera Azadiyê ya di serdema nû de bikin. Di rastiyê de PKK tevgereke wisa ye ku ji avabûna xwe û heya roja me ya îroyîn guherîn û veguherîn esas girtiye. Em di pêvajoyeke guherîn û veguherînê de ne yan jî em dikarin bibêjinku ya Rêber Apo daye destpêkirin. Ev pêvajo wê çawa pêş bikeve? Wê bi kîjan dînamîkan were birêvebirin? Wê rol û mîsyona tevger û milîtanên Apoyî ya di serdema nû de çawa be?
Tevgera me ya Azadiyê wê di serdema nû de girêdayî paradîgmaya nû pergala xwe ya rêxistinî û amûrên xwe yên têkoşînê biguherîne. Beriya her tiştî jî wê xwe ji bandorên sosyalîzma reel xilas bike. Wê kêmasiyên sosyalîzma klasîk û Marksîzmê girêdayî rastiya îdeolojîk, teorîk, rêxistinî û pratîkî derbas bike û li gorî sosyalîzma civaka demokratîk xwe di warên îdeolojîk û teorîk de birêxistin bike û têbikoşe. Wê girêdayî azadiya jinan hemû feraset û seknên dewletparêz û desthilatparêz werin berdan. Çavkaniya zîhniyeta desthilatparêzî û dewletparêziyê zîhniyeta serweriya mêran e. Ger em dev ji vê yekê bernedin yanî em zilamtiyê di şexsê xwe de bi tevahî ji holê ranekin em nikarin ji gen û bandorên desthilatparêzî û dewletparêziyê xwe rizgar bikin. Ji ber vê yekê di nava têkoşîna me de mijara azadiya jinan wê ji hemû gavan zêdetir derkeve pêş. Em ê esasa guherînê ji vir bidin destpêkirin û ji Tevgerê heya nava hemû civakê belav bikin. Şoreşgerî jî milîtanî jî û welatparêzî jî wê wisa watedar bibe. Bêyî ku rastî û wateya girîngiya azadiya jinan neyê fêmkirin û em vê yekê di jiyana xwe de nedin rûniştandin dev ji kadrobûn û milîtanbûnê berdin em nikarin bibin welatparêzek jî.
Jin û ciwan wê ji pêvajoya guherîn û veguherînê ya ya Rêber Apo daye destpêkirin re pêşengtiyê bike. Têkoşîna kedkar û hemû hêzên demokrasiyê wê bi vî awayî watedar bibe û bigihîje armanca xwe. Roja îroyîn ji mirovan re talûkeya herî mezin çareserkirina hemû civakê û jiholêrakirina civakîbûna ku forma hebûna însanan e. Ji vî aliyî ve ev têkoşîn di esasê xwe de wê bibe têkoşîneke antîkapîtalîst. Gelê Kurd di tevahiya dîrokî de ji ber ku civakîbûn bi kûrahî jiyaye, bi hêza civakîbûnê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe daye. Kapîtalîzma ku ketiye Kurdıstanê civakîbûna hêza Kurdistanê ya dîrokî têk dibe û gelê Kurd bêparastin dihêle. Ji ber vê yekê divê teqez gelê Kurd ji bo hebûna xwe civakîbûna xwe yanî civakîbûna birêxistinkirî pêk bînin.
Gelê Kurd roja îroyîn di bin serweriya dagirker û qirker de nirxên xwe yên sereke yên aboriyê jî winda kirine. Mehkûmî jiyan û hilweşandineke aboriyê ya bermahiyên kapîtalîzmê yên bes li Tirkiyeyê pêş dikeve, kirine. Gelê Kurd, di bin vê kapîtalîzmê de ji hilberandinê hatine dûrxistin û li seranserê cîhanê weke keda erzan belav bûne. Li Tirkiyeyê piştî penaberan civaka ku keda wê herî zêde tê îstîsmarkirin gelê Kurd e. Gelê Kurd ji ber vê teybetmendiya xwe gelekî kedkar e. Girêdayî vê yekê di pêşengtiya jin û ciwanan de Kurdên kedkar hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê gelekî girîng in.
Niha jin û ciwanên Kurd dînamîkek şoreşger a çalak in. Tevî zilm û girtinan jî, enerjiya wan a şoreşger û demokratîk nehatiye şikandin. Ew xwedî dînamîzm, kelecan û coşek in ku dê di dema nû de rola xwe ya pêşeng biparêzin.
Di vê dema nû de, peywira bingehîn a têkoşînê ew e ku li her deverê komînan ava bikin da ku civaka parçebûyî ji nû ve xurt bibe û li ser vê bingehê civakeke komunal ava bibe. Hêza ku dê civakê ji bêrêxistiniyê rizgar bike û bike hêzek xurt ev e. Ji ber ku civakek çiqas rêxistinkirî be, ewqas xurttir e. Ev jî bi rêya rêxistinkirina komunên esasî pêkan e. Ji ber vê yekê, li pêşiya me pêşxistina tevgerek komun a berfireh heye.
Peywira bingehîn a tevgera Apoyî û milîtanên wê ew e ku li her deverê yekîtiya komunên demokratîk ava kirine. Bi vî rengî, civak dê li her derê xwerêveberiyê bi dest bixe. Yekîneya xwerêveber a civakê komun in û yekîtiya wan in. Komun dê li her derê werin rêxistin kirin, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk werin rûnişkandin û bibin yekîtiyek ji komunên demokratîk. Xebata komunan xebata ji nû ve avakirina civakek hilweşiyayî ye; ji ber vê yekê ew xebatek pîroz e. Di seranserê dîrokê de, hemû xebatên pîroz armanc kirine ku civakê ava bikin û biparêzin. Peywirên pîroz ên ol û pêxemberan jî bi vê yekê ve girêdayî ne. Mirovahiyê jî pîrozî daye xebatên bi vî rengî.
Îro, kapîtalîzm mirovahiyê tine dike. Ji ber vê yekê li dijî vê pergalê avakirina komunan ji bo parastina civakê, peywirek erkek pîroz e. Rêya nû ya rizgarkirina mirovahiyê ew e ku bi avakirina komun û yekîtiyên komunan civakê ku şêweya hebûna mirovane, ji nû ve ava bike û biparêze.

