Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin yan jî qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, çalakiya xwe di hefteya 1075’an de domand. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi qurnefîl û wêneyên windayan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hatî windakirin, Masîde Ocak daxuyanî xwend.
Masîde Ocak diyar kir ku di hefteya 1075’an de ew ji bo Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21) û Suleyman Seyhan (57) ên ku li Kerboranê di encama polîtîkayên tundiyê de hatin binçavkirin û êdî agahî jê nehatin girtin, edaletê dixwazin.
Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.















