Li hemberî nuqteya polîsan a li ber deriyê C ê Edliyeya Stenbolê êrîş hate kirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk 3 jê polîs 5 kes birîndar bûn.
Ketin û derketina edliyeyê hate girtin. Hate ragihandin ku di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Gelek polîs û tîma tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhastin.