Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo 5 gerîlayên HPG’ê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş ji bo kongreya ÎHD’ê peyam şand: Em ê siberoja azad bi hev re ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta Kar: Karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana sersaxiyên gerîlayên HPG’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekemîn Konferansa Meclîsa Gel a Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevrê Roşer li hemberî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bilêse Omer di salvegera 5’an a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di meseleya azadiya jinê de pêvajoyeke hesas li benda me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DYE’yê jin bi rêjeyeke zêde ji kar derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silemaniyeyê 5 jin ji bilî kotayê ketin parlamentê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’
Rojane

‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Delîl Dilpet têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir û got, “Bi vê paradîgmayê ve me carek din xwe zindî kir. Her çiqas li ser vî esasî hin gav hatibin avêtin jî, em hê jî li ser kûr dibin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) Delîl Dilpet derbarê Manîfestoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re nirxandin kir.

 

Hevpeyvîna bi Delîl Dilpet re bi vî rengî ye:

Di ser pêvajoya ku Rêber Apo daye dest pê kirin re salek derbas bû. Bingeha vê pêvajoyê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate amadekirin, lê navarok, zîhniyet, siyaset û birêxistinbûna pêvajoyê bi Manîfestoyê hate dagirtin. Em dixwazin destpêkê hûn li ser ‘pêşwazîkirina Manîfestoyê’ biaxivin. Manîfesto di nav we de bi taybetî jî li Çiyayên Kurdistanê çawa hate pêşwazîkirin?

Beriya ku di derbarê manîfestoyê de em biaxivin, ez dixwazim ji Rêbertî re spasiya xwe bişînim. Ji ber ku manîfestoyek bi vî rengî da destê me, da destê mirovahiyê. Em û mirovahî ji Rebêrtî re çiqas spasî bikin ewqas wê di cîh de be. Ji ber ku pirsgirêka mirovahiyê giştî girt dest û rêya çareseriyê nîşan da. Elbet dema manîfesto gihîşt destê me, dema hat nîqaşkirin, me bi coşeke pir mezin peşwazî kir. Ji ber ku em diketin pevajoyêke nû, pirsgirêkên dihatin jiyîn û di derbaskirina wan de hewce hebû ku reyêk bihata dîtin. PKK’ê demeke dirêj ku 47 sal e têkoşîn meşand. Ev demek girîng bû. Rebêrtî îro dibêje 52 sal û mehek bû ev têkoşîn dihat meşandin. Armanc hatibûn diyar kirin û ev heta astekê jî hate pêkanîn, lê pêwîstî bi hin guhertinan hebû. Rebêrtî bi Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk hin guhertin çêkirin.

MANÎFESTO JI BO PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ ÇARESERÎ YE

Piştî 27 salan di zindanê de, bi tena serê xwe, di bin îzolasyoneke kûr û giran de ku di dîrokê de mînaka xwe tune ye, di bin wan şert û mercên giran de li ser pirsgirêka mirovahiyê, pirsgirêka civaka Kurd kûrbûyîn, lêgerîn kirin karekî pir girîng bû. Bi xwe di manîfestoyê de dibêje, ‘27 salên demên dirêj de ji bo ku rêyeke çareseriyê bibînin em bi tena serê xwe li ser vê pirsgirêkê sekinîn.’ Li rewşa mirovahiyê dinêre, rewşa mirovahiyê ne rewşeke guncav e ku baş bikaribe pênase bike. Modernîteya kapîtalîst civak xistiye asteke ku ber bi tinebûnê ve diçe. Lewma nirxandinên di manîfestoyê de hene gelek girîng û gelek biwate bûn.

BERSIVA ‘ÇAWA BIJÎN’ TÊ DAYÎN

Dema gihîşt destê me, me coşek mezin jiya, bi coşeke mezin me xwend, li ser sekinî û niqaş da meşandin. Wê ev nîqaş têr bikin? Bêguman na! Em wek şagirtên Rebêr Apo, têkoşînê dimeşînin. Bi vê paradîgmayê ve me carek din xwe zindî kir. Ew coş û heyecana me hê jî dewam dike. Her çiqas me li ser nîqaş kiribin jî, ji guhertin û veguhertinê re cih avakiribe, li ser vî esasî hin gav hatibin avêtin jî, em hê jî li ser kûr dibin. Ji ber ku têgehên nû, nêzîkatiyên nû ku me bigihîne armanca me ya esasî dide diyar kirin. Ev yek pir girîng in. Kesekî/ê ku di nav me de kelecan negirtiye nîne. Ev tenê ne wek gotinek e. Ji ber ku jiyana me li ser paradîgmayê tê avakirin. Em ê çawa bijîn? Bersiva pirsa, ‘em ê çawa bijîn’ di vê paradîgmayê de heye. Berê jî Rêber Apo pirsên wek ‘çawa bijîn, divê çawa bê jiyîn’ kiriye. Em îro jî bersiva vê pirsê di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de dibînin.

Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de, di salên destpêkê de jî “Manîfesto”yek heye: Riya Şoreşa Kurdistanê. Piştre Rêber Apo, bi parêznameyên li Îmraliyê nivîsî “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” pêş xist. Rêber Apo careke din Manîfestoyek afirand. Ferq û taybetmendiyên wan hûn dikarin çawa şîrove bikin?

RÊBERTÎ HER TIM RIYA DIYALOGÊ ESAS GIRT

Piştî 15’ê Tebaxa 1984’an me 41 sal derbas kiriye. Piştî 41 sal û ewqas şehîd dîtina rêya aştiyê gelek girîng e. Weke şagirtê Rêber Apo kesek di nav me de bi xwînrijandinê dilxweş nebûye. Wek Rêber Apo jî gotiye pirsgirêk dihat jiyîn û em mecbur mabûn. Careke di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev yek xist rojeva me ku em bikaribin vê rêyê derbas bikin. Rêber Apo tenê roja îro nabêje. Her tim dibêje ‘bi rêya siyaset, diyalog û hevdîtinan vê pirsgirêkê çareser bikin.’ Hê di demên destpêkê de dibêje, ‘bêwate rijandina yek dilop xwîn cînayet e.’ Em şagirtên Rêbertiyeke wisa ne û paradîgma jî li ser wî esasî ye. Lewra jî di sala 1993’yan de dema agirbest hat ragihandin jî ev lêgerîna çareseriyê hebû. Dema di sala 1988’an de jî bi Mehmet Alî Bîrand re hevdîtin kir nêrînên xwe yên bi vî rengî anî ser ziman. Tirkiyeyek e demokratîk, di nav de jî çareseriya pirsgirêka Kurd!

HIŞMENDIYA NETEW DEWLETA TIRK JI ÇARESERIYÊ REVIYA, DIREVE…

Belkî wê demê bi manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê PKK’ê hin tişt diyar kiribûn. Di wan salan de sosyalîzma pêkhatî li ser kar bû û bandor li ser me jî dikir. Dîsa bandor li ser paradîgmaya me ya wê demê jî dikir. Lê wê demê jî Rêbertî her dixwest bi rêya aştî û siyasetkirinê pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê dewleta Tirk ji ber ku li ser hişmendiya qirkirin û jenosîd avabibû bi vî şêwazî çareseriyê qebûl nedikir. Dîsa salên 1993, 1995 û 2000’an jî bi heman awayî bû. Ez vana çima dibêjim? Ji ber ku Rêbertî her tim bi vî şêwazê nêzîk bûye.

‘RIYA ŞOREŞA KURDISTANÊ’ ROLA XWE TEMAM KIR

Niha jî Rêbertî bi rêya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke pir girîng avêt. Me jî bi kelecaneke mezin manîfesto pêşwazî kir û derbasî jiyanê dikin. Mînak, 30 hevrêyên ku çekên xwe şewitandin û 25 hevalên ku ji hundirê welat hatin, giştî nîşana dilsoziya bi vê manîfestoyê re ye.

PKK’ê li ser Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê avabû. Min di ciwantiya xwe de xwendibû. Hebûna me li ser wê manîfestoyê ye. Her çiqas PKK’ê xwe fesix kiribe jî em nikarin vê rastiyê înkar bikin. Beriya damezrandina PKK’ê mirov dikare li rewşa Kurdan binêre da ku bikaribe girîngiya Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê bizane. Beriya wê, Kurd li holê nebû. Niha dema em bahsa xwe dikin dibe ku bi beden em berhemê dayik û bavê xwe ne, lê bi feraset û kesayet em berhemên Rêber Apo ne. Em berhemên afrîneriya Rêber Apo ne. Ger Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê nebûya em jî nedibûn. Ji ber ku Kurd mirî bû. Di rojnameya Ulus de dihat gotin ku ‘Kurdistana xeyalî li vê derê veşartiye.’ Bi wateyek din digotin Kurd mirî ye û careke din nikare rabe ser lingan. Manîfestoya yekemîn ew beton qelaşt, hebûna Kurd derxist holê. Dibe ku PKK fesix bûbe, lê ew manîfesto hişmendiya me ya yekemîn ava kir.

Lê di roja me ya îro de em gelek kêmasiyên wê manîfestoyê dibînin. Rêber Apo jî pir berfireh nirxandin kirine. Dibêje ‘Em ji sosyalîzma pêkhatî û ji hêzên rizgariya neteweyî bandor bûn. Tiştên ku em hîn bûn me dixwest li Kurdistanê pêk bînin.’ Ruxmê van hemûyan jî pir girîng bû. Ger hebûna Kurd hatibe qebûlkirin ev bi saya PKK’ê û Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê pêkan bû. Dema Rêbertî dîl hate girtin û birin êşkencexaneya Îmralî di balafirê de dibêje, ‘ez dixwazim vê pirsgirêka Kurd û Tirk bi rêya aştî çareser bikim.’ Rêbertî li ser wê nêrînê lêhûr bû. Manîfestoya komara demokratîk birêxistin kirin, li ser wî esasî pêş ket. Pirsgirêka Kurd careke din girte dest. Bi wê manîfestoyê re komara demokratîk esas dihat girtin, li ser wê kûrbûyîn pêş diket. Birdoziya rizgariya jinê dihat berfirehkirin û rêyên çareseriyê dihatin pêş xistin. Divê ew pirtûk hemû weke kullîyatekê bên dest girtin. Berê jî bêgûman nirxandinên Rêbertî yên di derbarê kapîtalîzmê de hebûn, lê piştî ku parêzname hat nivîsandin mirov dikare hîn berfirehtir behsa wan mijaran bike. Ew pênc pirtûkên Rêbertî bi giştî paradîgma dida diyarkirin.

KATÎLÊ KASTÎK ÇIYE, KÎ YE?

Niha Rêbertî li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hin tiştên nû zêde kirine. Yek ji wan mijara xweza û wate ye ku mijareke pir girîng e. Dîsa têgeha katîlê kastîk heye ku em cara yekemîn dibin xwediyê têgeheke wisa û em dixwazin fêm bikin. Ji ber ku heta neyê fêm kirin, em nikarin xwezaya wê civakê jî fêm bikin da ku em bikaribin guhertina hundirîn çêbikin. Peywendiya di navbera katîlê kastîk û jin de çiye? Fêmkirina bingeha wê ya dîrokî pir girîng e. Bêgûman di paraznameyên berê de jî mijarên wek dîrok, hebûn, neolîtîk pir berfireh hatine nirxandin. Lê îro em ji bo neolîtîkê hin tiştên pir nû fêr dibin. Di derbarê hebûna katîlê kastîk de Rêbertî heta 30 hezar sal berê diçe. Kesên wek Gordon Chîlde jî bahsa hin mijaran kiriye lê nirxandinên wan têra roja îro nake. Wek vê têgehê bi dehan têgehên din hene ku li benda fêmkirinê ne wek Zerdeşt, Buda, Konfîçyus û hwd… Ev hemû avakar in û wateya xwe hene.

Paradîgma çiye, bandora wê li ser jiyana mirovan çiye?

Gelo ferqa di navbera van paradîgmayan de çiye û çawa pêş ketiye? Di Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê de hin tişt hebûn ku Rêbertî terikand. Weke netew dewlet ku Rêbertî wê weke pirsgirêka esasî ya civakê dinirxîne. Lêgerîna Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovahiyê ye. Pirsgirêka Kurd jî yek ji van pirsgirêkan e ku nehatiye çareserkirin. Ji ber vê yekê jî ji destpêkê heta niha Rêbertî li ser fikrên xwe her kûr bûye, fikrên xwe berfireh kiriye. Her ku çûye fikrên wî rafîne û cewherî bûne.

Bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re Rêbertî hin têgehên din destnîşan kirin wek enternasyonalîzm û komûnalîte. Enternasyonalîzm ji bo tevgera me ne mijarek biyaniye. Hê di destpêka avabûna PKK’ê de Rêber Apo, Hakî Karek û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û Xeyrî Durmuş hene. Di civak de di nav hevdu de ne. Ev jî enternasyonalîzma yekem bû. Me di şerê gelê Fîlîstînê de cihê xwe girtibû. Dîsa gelek hevalên me yên hêja yên Tirk di têkoşîna me de cîh girtin û şehîd ketin. Dîsa bi Şoreşa Rojava re gelek hevalên ji civakên cuda hatin tevlî têkoşîn û şoreşa me bûn. Lê li vê derê Rêbertî tiştekî din pêş dixe ku vê jî weke enternasyonalîzma komûnalîst pênase dike. Dibêje, divê konferansa wê bê çêkirin. Ev têgeheke ewqas girîng e ku wê siberoja me diyar bike. Dibe ku enternasyonalîzma komûnalîst di siberojê de mohra xwe li giştî têkoşîna cîhanê bide. Bi van pênc paraznameyên Rêbertî, paradîgma hatiye avakirin. Wê demê divê pirsa ‘ferqa paradîgma û birdozî çiye’ bê pirsîn.

Têkiliya paradîgma û bîrdozî çiye?

Paradîgma çiye? Têkiliya wê ya bi birdoziyê re çiye? Mirov dikare bi berfirehî jî nîqaş li ser bike. Ji bo birdoziyê mînak bidim, em dibêjin, em tevgereke sosyalîst in. Sosyalîzm birdoziyek e. Birdoziya civakê ye, wekhev jiyîne. Vê birdoziyê me bi xwe îcad nekiriye. Bi civakbûnê ve girêdayî ye. Rêbertî ev bi sosyolojî û dîrokê ve gihande hev, temam kir. Lîberalîzm jî birdoziyek e. Eger em paradîgmaya birdoziya sosyalîzmê vekin, em dikarin bi vî rengî bi nav bikin; gelek têgeh, nêrîn û şîroveyên li pey hev tên. Fikrên ku li pey hev tên û hev du temam dikin re em dibêjin paradîgma. Rêbertî di paradîgmaya aştî û civaka demokratîk de li pey hev, yên ku hev du temam dikin gotiye. Min ji ber vê yekê hin xal dan diyarkirin. Mînak, wate û xweza… Bi wate û xweza dest pê dike. Xweza çawa ava bûye? Bingeha xwe çiye? Dîroka xwe ya kevnar çiye? Xwezaya yekem, duyem û sêyem çine û çawa çêdibin? Watedayîn çawa çêdibe? Di kîjan astê de pêş dikeve? Yên mîtîk, mîmetîk, felsefîk, olî û hwd. Ev hemû ew tiştên ku li pey hev tên in. Pirsgirêka Kurd, ya Tirk, demokrasî, siyaset. Ev hemû têgehên ku li pey hev tên in. Paradîgma jî ev bi xwe ye. Ev di nav hundirê birdoziyê de pêş dikeve. Birdoziya me xwe dispêre civak û wekheviyê. Gotineke Rêbertî heye ku di manîfestoya şaristaniya demokratîk de dibêje, ‘Di sosyalîzmê de israr kirin, di mirovbûnê de israr kirin e.’ Yek hevok e. Lê yek hevokek e ku civak û mirov ava dike. Birdozî ev e. Di roja me ya îro de Rêbertî di vê de hinek guhertin çêkir. Mirovbûnê di wê derê de hat dest pê kirin. Eger ku gihîşt bingeha dîrokê beriya wê jî heye. Bahsa kastîk katîl kir. Got, civaka kastîk katîl. Beriya 30 hezar salî çû. Lewma got, mirovahî di ku derê de winda kir, civakbûyîn jî di wê derê de winda bû. Jin jî di wê derê de winda bû. Lewra Rêbertî ew gotin bi vî rengî guhert, di mirovbûnê de israr, di sosyalîzmê de israr e. Guhertina paradîgmayê jî di vê derê de ye.

BÎRDOZÎ ENERJÎ YE, GERM DIKE, RONÎ DIKE, HEREKET DIDE AVAKIRIN

Jiyanek bê fikir nabe. Jiyanek bê birdozî nîne, nabe. Her nêrîna me, her jiyana me bi birdozî û paradîgmayekê ve girêdayî ye. Rêbertî di analîzên xwe yên berê de jî gotibû, mîmîkên mirov jî bi birdoziyê ve girêdayî ne. Em di nav kar û xebatên çandê de ne. Kar û xebatên çandê dikare bê fikir û birdoziyê bên meşandin? Ne mûmkûn e. Paradîgmayeke me ya wisa nebe, em dikarin kar bidin meşandin? Nabe. Ê kar û xebatên modernîteya kapîtalîst jî hene ku mirovahiyê xirap dike. Birdoziya wan nebe gelo ew dikarin vê bikin? Birdoziyek wan jî heye, paradîgmayeke wan jî heye. Çiye navê wan? Ew dibêjin, lîberalîzm. Mesela li ser demokrasiyê gelek nîqaş tên meşandin. Lewra Rêbertî di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de pênaseya demokrasiyê jî hinek cuda kir. Çi got? Got, demokrasiya lîberal, demokrasiya sosyalîzma pêkhatî, demokrasiya komûnal. Her yek ji van birdoziyek in, paradîgmayek in, nêrînek in. Her yek ji van jiyanê ava dikin. Jiyana lîberal wê modernîteya kapîtalîst ava bike. Ji wê zêdetir tiştekî din nake. Jiyana demokrasiya sosyalîzma pêkhatî jî ku bi dewletê ve girêdayî ye tiştekî cuda nade mirov. Em dizanin, ew jî hilweşiya û tevlî modernîteya kapîtalîst bû. Yên ku xwe wek sosyalîst dinirxandin kî bûn? Elbette di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de li ser Marksîzm û sosyalîzma pêkhatî hatiye nirxandin. Wextê me nîn e ku em bi kurahî li ser wan jî bisekinin, lê belê yên ku ji xwe re gotin em sosyalîst in û dewlet avakirin, li gor vê yekê jî demokrasiyek avakirin, bûn cihê ku kapîtalîzmê pêş dixin. Ev der ku der in? Rusya ye, Çîn e ku bi Emerîkayê re ketine nav pêşbirkê. Ku dera wan civaknasî ye, ku dera wan civakî ye, sosyalîzm e. Elbette eleqeya wan bi sosyalîzmê tune ye. Lê tiştê ku dikin jî bi navê sosyalîzmê dikin. Partiya Komûnîst a Çîn pêşengtiya vê dike. Dixwaze li ser piyasayê serwer bibe. Bi Emerîkayê re ketiye nav pêşbirkê. Demokrasiya wan li gor wê ye. Ne komûnalîst e, ne civakî ye.

Rêbertî di derbarê komûnalîzmê de, komûnalîteyê de, komûnê de gelek nirxandinên berfireh kiriye. Dibêje, civak di destpêkê de komûnal e. Ev rastiyek e. Ger mirov dîroka kevnar li ber çavan bigre û li ser lêkolîn bike, binirxîne wê vê pir vekirî bibîne. Klan û kabîle têkiliyên civakê yên komûnal in. Lewma Rêbertî jî dibêje kom wek têgeh jî Kurdî ye. Civaka me hê jî wisa dijî û ew têkilî hîn jî pir xurt in. Dibêje, birdozî vana ava dike. Birdozî hêz e. Mînak Rêbertî di nav manîfestoya xwe ya aştî û civaka demokratîk de têgeheke bi vî rengî dinirxîne. Dibêje, birdozî enerjî ye, germ dike, ronî dike, hereket dide avakirin. Enerjiya ji nû ve avakirinê ye. Birdozî tiştekî wisa bi hêz e. Ji wê bihêztir tiştekî din nîn e. Civaka Kurd çawa di bin lepê çar dewletên ku jenosîd li ser gelê Kurd dimeşînin, tune dihesibînin, jiya? Ji ber nekarîbû birdoziyeke xwe ava bike. Birdoziyeke xwe nebû. Bi birdoziyên din re jiya. Belkî Zerdeşt xwest tiştekî bi vî rengî ava bike. Zerdeşt ji nav civaka Kurd derket, di nav arîstokrasiya Farsan de bû hêz û bingeh û ji rê derket. Manî xwest hin gavên bi vî rengî bavêje, ew jî bi çi rengî di qesrê de hat xeniqandin, hat tunekirin tê zanîn. Mazdek xwest bi vî rengî bike. Welhasilî kelam, birdoziyên Kurd nekarîne ava bibin. Rêbertî ji bo Elewîtî û Ezdayetiya îro jî dibêje, Zerdeştiya ku hinek hilweşiyayî ye. Dikarin xwe bi wê birdoziyê li ser lingan bigrin.

Hûn paradîgmaya me çawa şîrove dikin?

Hebûna me bi çi rengî pêş ket? Bi birdoziya ku Rêber Apo ava kir, bi manîfestoya yekem re ku manîfestoya rêya şoreşa Kurdistanê pêş ket. Ew me heyî kir, em niha xuya dikin. Ew xuyakirina me gelekî girîng e. Lewra Rêbertî dibêje, hebûn hatiye qebûl kirin, êdî roj roja ji nûve avakirinê ye. Birdozî ewqas girîng e. Paradîgma jî ya ku naveroka wê birdoziyê tije dike ye. Lewma me got, ji xweza û wate bigre, heta dawî stratejî û taktîkên tên gotin hemû, bi hev ve girêdayî ye û hev du temam dike. Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e.

Têgeh jî jiyan ava dikin, guhertinan çêdikin. Birdozî çarçoveyekê ji jiyanê re datîne. Paradîgma jî bedenbûna wê fikrê ye. Li ser paradîgmaya me ya nû bi rojan me nîqaşên pir berfireh meşandin. Her têgeh me yek bi yek girte dest û li ser nîqaş kir. Nîqaşên ku me meşand vala nebûn, bêwate jî nîn in. Bi dawî jî nabin. Em ê hê jî li ser nîqaşên xwe bimeşin û wan nîqaşên xwe kurtir jî bikin. Ev nîqaş di jiyana me de guhertin çêdikin. Ji bo ku ew paradîgma bê jiyanî kirin em her roj di nav hewldanê de ne.

Bi Manîfestoyê re di nav we de hewildan û guhertinên çawa hatine jiyîn û tên jiyîn?

Jiyana me ya îro ne jiyana me ya beriya 27’ê sibatê ye. Hatiye guhertin. Em zêdetir xwe wek komûn rêxistin dikin, em ê zêdetir jî xwe wek komûn rêxistin bikin. Yekbûyîn hîn zêdetir pêş dikeve. Hêza me hîn zêdetir pêş ket. Bi rêya siyasetê têkoşîn meşandin jî zêdetir pêş ket. Em niha li ser wê kar dikin. Me mînak da, em 52 sal in bi çek in. 52 sal in em di nav şer de ne. Avabûna me, hebûn û rêxistinbûna me hemû li ser wê bû. Bêgûman dem dem hewldanên Rêbertî çêbûn ku em agirbest çêbikin, bi rêya aştî û diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, em siyasetê derxin pêş. Em di siyasetê de nezan nîn in. Partiya me di siyasetê de gelekî jî zana ye. Rêbertî ew nîşanî me daye. Lê belê îro em li ser siyasetê zêdetir kûr dibin. Em li ser sosyolojiyê zêdetir kûr dibin. Em li ser dîrokê zêdetir kûr dibin. Em ketine vê ferqê, ger ku dîrok û sosyolojiyê bi hev ve girê nedî, tê nekaribî analîza civakê jî bikî. Ev yek, guhertinên ku di me de çêbûne.

Serenav û mijarên herî zêde bala we kişandî kîjan bûn û we çawa girtin dest? Bi cewherî hûn dikarin behsa wan bikin?

Di manîfestoya me ya şaristaniya demokratîk de me paradîgmaya xwe li ser demokrasî, ekolojî û azadiya jinê dida rûniştandin. Me paradîgma bi vî rengî pênase dikir. Niha em ekolojiyê hîn zêdetir fêm dikin, wate didin. Ma em berê li dijî xwezayê bûn? Na, em ne li dijî xwezayê bûn. Lê belê watedayîn tiştekî din e. Li ser van kûrbûn hîn didome. Ti tişt bi encam nabe, ti tişt heta dawî jî nîn e. fikir hene, armanc ava dibin, pêk tên û ji holê radibin. Ev karaktera giştî ya xwezayê ye. Mesela dema me dîyalektîk dixwend me van nirxandinan dikir. Rêbertî vê di manîfestoya aştî û civaka demokratîk de careke din bi lêv dike. Di gerdûnê de yek tişt heye ku naye guhertin; ew jî guherîn bi xwe ye. Lê belê Rêbertî dibêje, ev kêm e, têrê nake. Rast e lê têrê nake. Ya ku naye guhertin; guherîn û veguherîn e. Ev jî analîzeke pir xurt a Rêbertî ye. Lewra watedayîna me li ser wê veguherînê jî çêbû. Em wek şexs û tevger vê di nav jiyana xwe de pêkan dikin. Lewra tevgera me pêvajoya xwe ya derbasbûyî di ber çavan re derbas dike, aliyên ku bên rexnekirin û derbaskirin yek yek dide diyar kirin. Em jî di wê qonaxê de ne. Em jî tiştên ku bên derbas kirin, bên avêtin, bên guhertin û bên mezinkirin esas digrin.

Manîfesto paradîgmayeke nû ye yan jî kûrkirina paradîgmayê ye? ‘Çima û çawa’yên wê hûn dikarin binirxînin?

JI BO HEMÛ DEŞT Û ÇIYAYAN KOMÛN

Bi rengekî şênber ew guhertin di me de çi da avakirin? Wate dayîn. Ev mijareke girîng e ku di me de bû cihê lêgerînê ku em bikaribin bi wate bijîn. Gelo berê em jê dûr bûn? Na, berê jî em jê ne dûr bûn. Berê jî weke komûn me dijiya. Em bahsa jiyana komûn dikin ev ne tenê ji bo çiya ye. Li çiya dema ku PKK’ê avabû wek komûn avabû. Ger em li analîzên Rêbertî mêze bikin, li nêrînên hevalên destpêkê binêrin komûnên me hebûne. Maleke piçûk, bi derfetên pir kêm komûn hatine avakirin. Lewra PKK’ê weke komûnek bû. Bi tevlîbûna xwe heta niha jî me wisa jiya. Lê belê divê ev bê belav kirin. Tenê bi çiya ve divê neyê sînordar kirin. Divê her sazî xwe li gor vê rêxistin bike. Mînak em dibêjin, Awazê Çiya di nav xebatê me de komûnek e, şanoya çiya ya me komûnek e, Sîneçiya komûnek e, dibistana Xelîl Dag a Senaryoyê komûnek e. Bi giştî jî di bin navê Akademiya Şehîd Sefkan de kom dibin û dibin komûneke hîn mezintir. Em ê vana berfirehtir bikin. Rojane teyisandina van li me çêdibin. Lê em ê vê tenê li vê derê nehêlin. Li her derê ku em dikarin xwe bigihênê em ê wan komûnan ava bikin. Rêbertî tenê ji me naxwaze. Rêbertî dibêje bila herkes bibe xwediyê komûnekê. Heta got, silavê min ji yên ku komûnên wan nebin re nebêjin. Ev pir girîng bû. Piştî Rêbertî ev gotin got şûn ve me her tiştê xwe li gor komûnê rêxistin kir. Paradîgmaya me ev zêdetir derxist pêş. Mînak Rêbertî got, ger ez derkevim, ez ê derkevim Cudî, biçim gundê xwe, li asîman û dewr û ber binêrim. Ev watedayîn e. Divê em wate bidin cihê ku em lê dijîn. Em van têgehan fêm dikin û guhertinan di xwe de çêdikin. Hin tiştên me jî hene em hê jî didomîn in. Em tevgerek in. Ew tevger xwe didomîne. Qural, rêgez û pîvanên me hene. Ew ê xwe bidomînin jî. Dema me pirsgirêk çareser kir em ê derbasî rê û rêbazek din bibin. Manîfesto jî bû roniya ku rêya me nîşanî me dide. Rêxistinê xwe li ber çavan derbas kir, rexne rexnedayînê pêş dixe. Em jî xwe li ber çavan derbas dikin da ku em bikaribin pênaseyên baş, jiyana baş pêş bixin, xwe ji nû ve avabikin. Em di qonaxên xwe ji nû ve avakirinê de ne.

HETA KU GERDÛN Û MIROV HEBE BER BI KOMÛNALÎSTBÛYÎNÊ EV TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Roja îro em di nav nîqaşekê de ne. Rêbertî wek muxatabê esas bi dewletê re di nav nîqaşekê de ye. Ev pêvajo wê heta ku derê biçe ne diyar e? Rêbertî got, em ji kesekî tiştekî naxwazin, em ne li benda tiştekî ne. Ev paradîgma, me bi xwe rêxistin kiriye, em ê pêk bînin. Bi her awayî ew ê ew paradîgma pêk bê. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em ê tiştekî nekin û wê paradîgma jî bi xwe pêk were. Em ê têkoşînê bilind bikin ku em bikaribin encam bigrin, pirsgirêkê çareser bikin. Pirsgirêk çareser bibe, komara demokratîk ava bibe jî, civaka Kurd di nav komara demokratîk de cihê xwe bigire ku bi ziman, çand û hebûna xwe be jî, pirsgirêkên mirovahiyê bi dawî nabin. Heta ku ev pirsgirêk hebin ev têkoşîn jî wê hebe û ev paradîgma wê rê nîşanî me bide. Mînak em ê bi dewleta Tirk re entegrasyonê çawa ava bikin? Heta niha dewleteke faşîst e. Em ê vana bêjin. Dewleteke faşîst e û jenosîd li ser gelê Kurd dimeşîne. Wê bi dewleteke wisa re çawa entegrasyon çêbibe. Entegrasyon ne asîmîlasyon e. Ew ê vê têgehê şaş bikar bînin. Ev nayê wateya helandinê. Di nav de bi rengekî diyarker cîh girtin e. Bi vî rengê xwe ve yekparebûn avakirin e. Ger hemû ev pêş ketin jî wê têkoşîna me ya enternasyonalîzmê bidome, wê têkoşîna me ya li hember netewe dewletê bidome. Wê têkoşîna me ya li hember modernîteya kapîtalîst bidome. Em nebin jî wê ev têkoşîn bidome. Her mirov emrekî xwe, zemanekî xwe heye. Lê belê heta ku gerdûn û mirov hebe ber bi kombûyîn, komûnalbûyîn û komûnalîstbûyînê ev têkoşîn wê bidome. Em jî heta hebin em ê li ser vê xetê bimeşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rewşa sînemaya Kurd a li Bakur hat nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî serdana malbata Kîbar ê ku hat qetilkirin, kir

Endamên DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê ku li Artvînê dema axa xwe diparast…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo malbata Sara Hogir li Wêranşarê serdanên girseyî

Ji bo malbata Gulsun Sîlgîr (Sara Hogir) ku 28'ê Tîrmeha 2023'an di êrîşa dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stûttgartê bi sedan name ji CPT’yê re hatin şandin

Li Stûttgartê jinan bi sedan nameyên li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê banga pêkanîna cezayan li ser Husiyan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê pevçûn tund dibin: Hêzên Hikûmeta Demkî El Mecdelê kir armanca xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?