Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), di dema dawî de li girtîgehan berdana nêzî 4 hezar girtiyan hate taloqkirin. Desteya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta “Poşman nebûye” yan jî “Rewşa baş nîşan neyda” berdana girtiyan taloq dike. Bi taybetî girtiyên ku 30 sal in girtî ne li vê bêhiqûqiyê gelekî rast tên. Herî dawî berdana girtiyên nexweş Ahmet Tunelî cara 4’emîn hate taloqkirin ku 31 sal û 6 meh in girtî ye.
Tunelî beriya çend rojan derkete pêşberî desteyê û bi hinceta “Ji aliyê neyînî ve xwedî meyla radîkalbûyînê ye” berdana wî 6 mehên din hate taloqkirin. Dayika wî Azîze Tunelî ya 92 salî ku zêdeyî 30 sal in li ber derî li benda kurê xwe ye, li ber vê bêhiqûqiyê rabû û got, “Her roja ku li benda hatina kurê xwe me bi rijandina rondikan bi dawî dibe. Tenê tiştekî dixwazim; cara dawî kurê xwe maçî bikim, hembêz bikim.”
BERDANA WÎ CARA 4’AN HATE TALOQKIRIN!
Berdana Ahmet Tunelî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Sîverekê tê ragirtin, cara yekemîn par meha Cotmehê hate taloqkirin. Piştre mehên Çile û Tebaxê derket pêşberî desteyê û berdana wî dîsa hate taloqkirin. Ahmet Tunelî herî dawî roja Çarşemê derket pêşberî desteyê. Desteyê li ser PKK’ê ku meha Gulanê xwe fesix kir pirs ji Ahmet Tunelî pirsî û bi îdîaya ku Tunelî “Rewşa baş” nîşan nedaye û “Poşman nebûye” berdana wî 6 mehên din taloq kir.
‘BIRYARA LI DIJÎ HIQÛQA HUNDIR Û NAVNETEWEYÎ YE’
Parêzer Serdar Tum anî ziman ku biryar bi temamî nehiqûqî ye û diyar kir ku wê li ber biryara desteyê rabin. Tum got, “Desteyê pirsa ‘Hûn PKK’ê çawa dinirxînin?’ li muwekîlê min kir. Muwekîlê min jî anî ziman ku di kongreya 5-7’ê Gulana 2025’an de xwe fesix kir, lewma naxwaze tekildarî rêxistinyeke xwe fesix kiriye biaxive’. Piştî vê bersivê berdana bi şert careke din hate talqokirin. Muwekîlê min ji ber kiryarên berê ji xwe hatibû cezakirin. Bi îdîaya heman kiryaran taloqkirina berdana wî li dijî hiqûqa hundirîn û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Muwekîlê min cezayê cezayan dikişîne.”
Parêzer Serdar Tum ragihand ku wê li dadgeriya înfazê li ber biryarê rabin û got, “Hêvîdar im ev biryara bê hiqûqî tavilê bê rakirin û muwekîlê min azad bibe.”
92 SALÎ YE, LI BENDA KURÊ XWE YE
Azîze Tunelî ya 92 salî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nêzî 6 sal in nikare biçe dîtina kurê xwe, piştî biryarê nexweş ket. Azîze Tunelî ku li ber derî li benda kurê xwe ye, li hemberî vê bêhiqûqiyê nerazî ye. Azîze Tunelî ku navê kurê wê timî li ser zimanê wê ye, timî li wêneyê kurê xwe dinihêre û roja xwe bi vî rengî derbas dike, got “Ditirsim ku bêyî dîtina wî bimirim. 30 sal in li bendê me, gelo ez ê karibim 6 mehên din jî bisekinim?” Azîze Tunelî diyar kir ku bi vî rengî êşkenceyê hem li wê hem jî li kurê wê dikin.
‘ÇAVÊ MIN TIMÎ LI RÊ YE KU KURÊ MIN BÊ MALÊ’
Azîze Tunelî ragihand ku ji ber çavên wê timî li rê ye, çavên wê biçûk bûne, ji emrê wê 30 sal çûne û ji bo dîtina kurê xwe li hemberî mirinê li ber xwe dide. Dayik Azîze Tunelî got, “Niha nexweş im, nikarim ji şûna xwe rabim. Daxwaza min a dawî dîtina wî ye. Li gel ku cezayê wî qediya ye wî bernadin. Nêta vê dewletê nîne ku wî berde. Piştî ewqas taloqkirinê kurê min wê çawa were mala xwe? Ji bo kure min bê vê malê çavên min timî li rê ye. Difikirim ku di vî temenî de çawa kurê xwe bibînim. Gelo ez ê careke din karibim wî bibînim. Mafê wan nîne ku vê êşkenceyê bikin. Ne bi wî ne jî bi min vê êşkenceyê bikin. Li gel ku cezayê wî qediya ye wî bernadin. Ji doh ve ji aqlê min dernakeve. Ji dema ku min biryar bihîst û pê ve ditirsim ku careke din nikaribim kurê xwe bibînim.”
‘JI BO KARIBIM KURÊ XWE BIBÎNIM 30 SALAN MIN LI HEMBERÎ MIRINÊ LI BER XWE DA’
Azîze Tunelî di demekê de ku qala aştiyê tê kirin nerazîbûn nîşanî êşkenceya li girtîgehan da û got, “30 sal derbas bûn, her cûre nexweşî li min der bûn, lê belê ji bo karibim kurê xwe careke din bibînim min li ber xwe da. Çi ji kurê min dixwazin? Çi ji me dixwazin? Ma qet wijdanê wan nîne? Bila hinekî wijdan bi wan re hebe. Ez dixwazim kurê xwe bibînim, wî hembêz bikim, maçî bikim. Çavên min li rê bû, lê Ahmet nehat. Min nekarî Ahmet ê xwe maçî bikim. Ez wî bibînim, hembêz bikim ew têra min dike. Bila êdî dawî li vê êşkenceyê bînin. Êdî bes e! Ji aliyekî ve qala aştiyê dikin li aliyê din jî vê dikin. Ev çi aştî ye?”

