Li Tirkiyeyê ku xizanî û sînorê birçîbûnê roj roj hîn giran dibe, gel ji bo zivistanê bi fikar e. Fatûreyên zêde, xureya bihabûyî û kêmbûna hatineyê li pêşberî enflasyona zêde, ji bo mirovên ku ji bo debarê li ber xwe didin, dike ku zivistana îsal zehmet derbas bibe.
Şêniyên taxa Kaynartepe ya navçeya Baglar a Amedê ku gaza xwezayî lê nîne, nerazîbûn nîşanî zêdebûna bihayê êzing û komirê dan û anîn ziman ku ew zivistanê bi kaxizên ku li kolanan kom kirine derbas dikin, bihabûn jî wê bibe sedem ku zivistanê bi sir û seqemê derbas bikin.
TAX ZIVISTANÊ DI NAV DÛYÊ SOBEYÊ DE DIMÎNE
Taxa Kaynartepe yek ji taxên herî kevn ê Amedê ye. Xelkê taxê bi salan e di nava xizanî û bêkariyê de ye. Li taxê ku malbatên ji nifûseke zêde ji bo debarê têdikoşin, ji ber şêweyê mîmarî yên avahiyên li taxê û kolanên teng, tav li gelek malan naxe.
Ji ber projeya ‘Veguherîna li cih’ jî ku bi salan e dewam dike, li taxê karê gazê jî nekarî bê kirin. Şêniyên taxê ji ber zivistanê bi fikar in.
Xelkê taxê ku ji ber nebûna gazê mehên zivistanê sobeyê dadidin, ji ber bihayê zêde nikarin êzing û komirê bikirin. Her wiha ji ber fikara fatûreyê giran jî nikarin sobeyên bi elektrîkê pê bixin. Şêniyên taxê yên bi fikar dibêjin, “Zarokên me zivistanê timî li nexweşxaneyan e, em perîşan dibin” û dixwazin dawî li mexdûriyeta wan bê anîn.
‘ÊZING JÎ FATÛRE JÎ BIHA NE’
Ji şêniyên taxê Ramazan Tûzak bi vî rengî qala mexdûriyeta xwe kir: “Di sala 1991’ê de min mala xwe bar kir vê taxê. Bi salan li vê derê qala veguherîna bajarvaniyê hate kirin. Gotin, em ê tiştekî bikin lê belê kesî tiştek nekir. Li vir gaz nîne. Mirovên li vê taxê hemû xizan in; tonê êzingan bi 15 hezar TL’yî ye. Mirov ne dikarin êzingan bikirin ne jî sobeya bi elektrîkê vekin. Niha li vê derê tiştek nîne ku em karibin xwe pê germ bikin. Divê piştgirî ji mirovên li vê derê re bê dayin. Mirovên nexweş ên li vê derê zivistanê nikarin îdare bikin. Bêhna komir û dû wan mirovan hîn nexweş dixîne. Ez li avahiya ji 8 qatî dimînim; her roj êzingan tînim, gelo heta kengî ez ê vî barî hilgirim? Mirovên ku nikarin êzingan bikirin nikarin sobeya bi elektrîkê bi kar bînin; yên ku vê dikin dawiya mehê li fatûreyeke ji hezaran lîreyê rast tên.”
‘ZIVISTANÊ DERVE JI MALA ME BÊHTIR GERM E’
Besra Polat a 75 salî ku li maleke ku tav lê naxe bi tenê dimîne, diyar kir ku hatineya wê têra kirîna êzing û fatûreya elektrîkê nake û anî ziman ku weke par wê îsal jî zivistanê bi sermayê derbas bike.
Besra Polat got, “Berê alîkariya komirê ji me re dihate kirin; nêzî çar sal in em nikarin alîkariya komirê werbigirin. Em nikarin alîkariya xurekê werbigirin. Bi tena serê xwe li vir dimînim. Li vê derê li maleke kirêkirî bi mûçeyê extiyariyê debara xwe dikim. Pereyê ku werdigirim têra kirê û germbûnê nake. Par min nekarî êzingan bikirim, min zivistan li maleke din derbas kir. Îsal jî ne dikarim êzigan ne jî dikarim komirê bikirim. Nizanim bê çi bikim. Mirov bi tenê jî be gelek lêçûnên xwe çêdibe. Min hîn sobe dananî, lê belê bi ihtimaleke mezin ez ê sobeya bi elektrîkê dînim. Mûçeyê tê jî li van fatûreyan diçe. Tav jî li mala min naxe. Ez ê vê zivistanê bi sermayê derbas bikim. Zivistanê ber derî ji hundirê malê hîn bêhtir germ e.”
‘ZIVISTANA ME LI NEXWEŞXANEYÊ DERBAS DIBE’
Ji şêniyên taxê yên mexdûr Ferda Kaya jî bihabûn rexne kir û got, “Em ji derve kaxizan kom dikin û zivistanê bi vî rengî derbas dikin. Fatûre ji xwe gelekî zêde bûye, bi ewqas zarokan em zivistanê nikarin tiştekî bikin. Ne dikarin êzingan ne jî dikarin komirê bikirin. Berê her tişt hîn baştir bû; kî çi dike bila bike û alîkariyê bi me re bike. Bi mûçeyê kêmtirîn tu sê hefteyan die bazarê, yekser diqede. Zivistanê em timî ya li nexweşxaneyan e yan jî li cihekî germ digerin. Wekî din tiştekî me nîne. Tiştekî ji destê me bîne jî nîne. Em ji neçarî hewl didin bi derfetên gelekî kêm debara xwe bikin.”

