Civîna bilind a avhewayê COP30 a li Belemê, ji ber ku welatên dewlemend fînansmana avhewayê kêm kirine, di astmosfereke tengezar de derbas dibe. Ji welatên herî hesas û xizan ên Efrîkayê Lîberya, Malawî û gelek welatên din di binê bandora krîza avhewayê de dieciqin. Her wiha kêmkirina alîkariya welatên Rojavayî jî weke neheqiyeke mezin dibînin.
Dîrektorê Ajansa Parastina Hawirdorê ya Lîberyayê Emmanuel Yarkpawolo qala hilweşîna li welatê xwe kir û bi mînakan leza veguherînê vegot. Anî ziman ku meha Gulanê li binê dareke Gûza Hindistanê ya li qiraxa deryayê rûnişt, lê meha Îlonê dema ku hat heman cihî, dît ku dar ji ber erozyona peravê ji holê rabûye. Li gorî wî, ev yek nîşaneya herî şênber a ziyana li welatê wî ye.
Yarkpawolo di hevdîtina li Belemê de raxist pêş çavan bê welatên Efrîkayê li gel derfetên kêm jî çawa beşdarî civîna bilind a avhewayê bûne.
Ji Power Shift Afrikcayê Mohamed Adow anî ziman ku welatên herî xizan xwe gelekî li sîstema avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî digirin û ji bo sedema vê yekê jî got, “Dema ku alîkarî tê birîn kes bi me neşêwir e, lê belê pêvajoya COP’ê yekane cih e ku qet nebe em dikarin bi rengekî wekhev mafê axaftinê werbigire Ji ber vê yekê welatê me li gel zor û zehmetiyan jî li vê derê hewl dide li dora maseya muzakereyan be.”
Welatên weke Lîberyayê ji bo di muzakereyan de dengê xwe xurt bikin di nava Koma Efrîka, G77 û koma Welatên Herî Kêm Pêşketî ne (LDC) de cih digirin. Malavili Evans Njewa ku serokatiyê ji koma LDC re dike, diyar kir ku welatên wan nikarin barê krîza hewayê hilgirin û ji bo adaptasyonê pêwîstî bi sozeke hîn xurt a fînansmanê heye. Her wiha destnîşan kir ku 44 welatên herî xizan ev krîz neafirandine, lê belê li gel vê yekê jî berdêla herî giran jî ew didin. Welatên LDC’ê dixwazin, fonên adaptasyonê heta 2030’î bi sê qatî bêne zêdekirin û bibe 120 milyar dolarî.
Lê belê li DYE, Brîtanya û gelek welatên Ewropayê, ji ber kêmkirina budçeyê ya vê sala dawî, zehmet xuya dike ku ev daxwaz bi cih bê anîn. Ji pisporên Mercy Corpsê Debbie Hillier anî ziman ku valahiya fînansmanê kûr bûye û kêmasiya mezin a çareseriyê pere ye. Li gorî Debbie Hillier a divê were kirin diyar e, teknolojî û bernameyên pêwîstî bi wan heye diyar in, lê belê welatan qaseya xwe girtine.
Welatên ku xizanin û şer li wan diqewimin, tenê ji sedî 10 ê fînansmana avhewayê ya heyî dikarin werbigirin.
Lîberya ji şerê navxweyî û vir ve ku beriya 20 salan qediya, ji ber ku nekarî têgihiştina aramiyê sererast bike, razemeniyên biyanî yên yekser ên li vî welatî jî kêm dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna vî welatî ya li hemberî krîza avhewayê bi giranî bi piştgiriya derve ve girêdayî ye.
Yarkpawolo ku li COP30’î hewl dide dengê welatê xwe bide bihîstin, vê bangê li welatên dewlemend dike: “Peydanekirina fînansmana avhewayê ji bo me felaket e. Ev yek ne tenê meseleyeke pere ye, ev yek meseleyeke edaletê ye. Hûn hîn bêhtir emîsyonê belav dikin, hûn vê krîzê diafirînin. Wê demê paqijkirin jî karê we ye.”

