Li DYE’yê jin bi rêjeyeke zêde ji kar derdikevin. Li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkên Kedê (BLS) di navbera Çile û Tebaxê de nêzîkî 455,000 jinan ji kar derketine, lê bi giştî hêza kar wekî xwe maye. Pispor diyar dikin ku ev wê mezinbûna aboriyê hêdî bike û wê destketiyên dîrokî yên ku jinan bi dest xistine paş ve bistîne.
Beriya pandemiyê beşdarbûna jinan a kar bi lez zêde dibû, pandemiya COVID-19 rê li ber serdema ku wekî “sekantiya jinan” tê pênasekirin vekir. Pandemiyê bandorek neyînî li ser sektorên sektorên tenduristî û lênêrînê kir; zêdebûna lêçûnên lênêrîna zarokan û berpirsiyariyên lênêrîna extiyaran rê li ber vegera dayikan li ser kar digire.
Pispor dibêjin ku rêjeya jinên perwerdehiya bilind xwendine û temenê zarokên wan di bin 5 salî de ne, du caran bêhtir ji akr vediqetin. Jinên reşik jî duyemîn koma herî mezin a ku ji kar derdikevin pêk tînin.
Her çiqasî rêjeyên beşdarbûnê di mehên dawî de li dora ji sedî 77.7 mane jî, pispor destnîşan dikin ku ev kêmbûn ne tenê bandorê li dahata tevahiya jiyanê ya jinan dike, dibe ku bandorê li aborî û civakî yên nifşan jî bike.
Di nava sedemêm ku jin ji kar derdikevin, li cihê kar rastî cînsiyetparêziyê tên, derdorên toksîk, lêçûnên jiyanê yên bilind û berpirsiyariyên malbatê derdiekvin pêş. Gelek jin li rêyên alternatîf ên berpirsiyariyên lênêrînê li malê, çûna dibistanê yan jî avakirina karsaziyê digerin.
Pispor destnîşan dikin ku polîtîkayên piştgiriyê ku jin tevlî kar bibin û modelên karê nerm di girîngiyeke krîtîk de ye.

