Şehîd Viyan Soran bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li ser gora wê ya li Goristana Seywan a Silêmaniyê bi merasîmekê hat bîranîn. Gelek welatî, malbata Viyan Soran û hevalên wê yên têkoşînê beşdarî merasîmê bûn.
Çalakiya bîranînê bi danîna gulan li ser gora Şehîd Vîyan Soran û di kesayeta wê de ji bo tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre peyama RJAK’ê ji aliyê endama wê Rûnak Mecîd ve hate xwendin. Di peyama RJAK’ê de wiha hate gotin; “Îro 18 sal bi ser çalakiya fedayî ya Şehîd Viyan Soran re derbaz dibin. Ew çalakiya wê ji bo parastina doza azadiya gelê Kurd bû. Di serî de xelkê bajarê Silêmaniyê û hemû Kurd bi çalakiya xwe ya fedayî agahdar kirin ku dijminekê gelek xedar yê gele Kurd heye û divê li dijî wî têkoşîn û berxwedaneke bêhempa bê kirin.”
Di dewama peyama RJAK’ê wiha hate gotin; “Helbet Şehîd Viyan bi ramaneke kûr û nû ji vir gav bi gav li ser pirsgirêkên civakî zanebûna xwe kûr kir û tevlî nava refên gerîla bû. Wê çendîn perwerdeyên bîrdozî dîtin û gihişt asta ku çalakiya canbexşane (fedayî) bike. Çalakiya wê li dijî vê komploya hovane ya navnetewî ya li dijî Rêber Apo bû bersiveke dîrokî ji komploger û dijminan re. Di vê çarçoveyê de em jî li vê derê soza wê yekê didin ku emê heta azadiyê şopînerên rêya heqîqetê ya Şehîd Viyan Soran û hemû hevrêyên wê yên şehîd bin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Şehîd Viyan Soran bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê Sibata 2006’an de di encama çalakiya fedayî de şehîd bû.
Şehîd Viyan Soran (Leyla Walî Husên) li sala 1981’ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Li sala 1997’ê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hîn di zarokatiyê de Şehîd Viyan hest bi zilm, qirkeriya hêzên dagirker dike û ev yek ji xwe re qebûl nekir. Lewra hîn di zarokatiya xwe de li dijî hişmendiya kevneperest ya ku hemû mafên jinê binpê dike, têdikoşe.
Şehîd Viyan Soran di 2’ê Sibata 2006’an de li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Heftenînê bi çalakiyeke fedayî agir berda bedana xwe û tevlî karwanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.