Yekşem, 14 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER: Divê pirsgirêkên mexdûran bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Komploya 9’ê Cotmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin
Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir. Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînan li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hat xwendin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Ehmed bi zimanê erebî û endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zekiye Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek hêzên hegemonîk ên emperyalîst ên cîhanê hat kirin. Hate diyarkirin ku ev hêz ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lewra komplo pêk anîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji tevahî pirsgirêkên civakî re çareserî ye.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, hate kirin û hate diyarkirin ku armanc ji vê pergalê şikandina vîna wî ye. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin. Bang li rêxistinên hiqûqî jî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê çalakiyek li ber avahiya xwe ya li taxa Meyselûn a bajarê Qamişloyê li dar xist. Endamên Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî endamên meclisê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de rêvebera Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif bi zimanê erebî û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Îsam bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin. Di serî de CPT, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku “di doza Rêber Abdullah Ocalan de wezîfeyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin ku pergala li Îmraliyê bi dawî bike, destûra hevdîtinê bide parêzan û agahiyan der barê rewşa Rêbertî de bidin.”

HESEKÊ

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan endamên yekitiyê ku yelekên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li xwe kirin, ji pêşiya Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Til Hecer dest bi meşekê kir. Xwendekaran bi hildana alên Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan heya Çerxerêya Kevokê meşiyan. Li vir rêvebera Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê Leyla Murad daxuyanî xwend. Leylayê bang li tevahî ciwan û xwendekaran kir ku bi xurtî beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, xwendekaran bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana Îmraliyê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê û şehîd bi bîr anîn.

TIL TEMIR

Rêxistina PYD’yê ya bajarê Til Temirê jî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên bajar civînek li avahiya xwe li dar xist.

Di civînê de rêveberê Meclisa Bajarê Til Temirê Azar Ararat armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li ser gelên herêmê vegot.

Ararat îşaret pêk kir ku Rêveberiya Xweser berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan û mîsogeriya azadiya tevahî gelên herêmê ye.

Ararat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê semînerek der barê komployê de li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Hecînê da.

Di semînerê de bi dehan jin amade bûn û endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehreş qonaxên komployê şîrove kirin û diyar kir ku komplo ninumeya planên hêzên hegemonîk ên li dijî îradeya gelan û şoreşa wan û pêşengên wan e.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Agirî Mihemed diyar kir ku komploya di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hate kirin, li dijî tevahî gelan e.

TEBQA

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li bajarê Cirniyê li dar xist.

Bi dehan endamên desteyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl tev li meşê bûn û ji pêşiya avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Cirniyê bi dawî bû. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Ala Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hate gotin: “Komploya Navneteweyî Rêber Apo kir kesayeteke dîrokî li ser asta cîhanê. Rêber Abdullah Ocalan karibû siberojê bixwîne û çareseriyan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Her wiha li şûna modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşkêş kir.”

Di daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YPJ’ê ragihand ku fermandar Jînda Cûdî şehîd bûye
Nûçeya Pişt re ‘Divê girtiyên nexweş Aslan, Gemîcîoglû û Goba demildest bên berdan’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku di mijara pêvajoyê de dema gavên şênber e û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

35 baro, hezar û 330 parêzer: Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin -HATE NÛKIRIN

Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hedefê destpêkê ya çeteyên Îslamî û cîhadî dîsa jin bûn’

Çalakvana Însîyatîfa Pêwîstiya Min bi Aşitiyê Heye Roza Kahya, got ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?