Ofîsa Karên Konsolosxaneyan a Wezareta Karên Derve ya DYE’yê têkildarî gera li 21 welatan hişyarî da welatiyên xwe.
Di nivîsa hişyarkirinê de hate gotin, “Hişyareke ger û geştî ya asta 1 û 4’an e. Ev yek tê wê wateyê ku ji ber şert û mercên xwecihî û kêmbûna hêza alîkariyê ya bi Emerîkiyên li van welatan, ger û geşta li van welatan qedexe ye.”
Welatên ku ji bo welatiyên Emerîkî bi rîsk hatin pênasekirin bi vî rengî ne: Efganistan, Belarûs, Bûrkîna Faso, Myanmar, Komara Efrîka ya Navîn, Haîtî, Îran, Iraq, Lubnan, Lîbya, Malî, Nîjer, koreya Bakur, Rûsya, Somalî, Sûdan a Başûr, Sûdan, Sûriye, Ûkrayna, Venezûela û Yemen.

