Li Hesekê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ji bo malbatên gaziyên şer semînerek hat lidarxistin.
Semîner bi tevlîbûna gelek malbatan li Komeleya Gaziyên Şer a Hesekê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir.
Semîner ji aliyê Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê ve hat dayîn.
Şîlan Kobanê diyar kir ku ev 30 hezar sal e zayenda jin dibin zext û zoreke pir mezin de dijî û got, “Hîn jî ew tundûtûjî berdewam dike. Di şexsê jinê de jî civak di nava şer û tundiyeke dijwar de ye. Pirsgirêkên jin û civakê bûne mîna nexweşiya pençeşêrê û divê bi lezgînî werin çareserkirin. Rêber Apo dibêje, ‘Pirsgirêkên jin û civakê bûne weke xencera di piştê de. Buda gotiye ku heya ew xencer neyê derxistin wê ti pirsgirêk neyê çareserkirin’. Pêwîst e em wê xencerê derxin û xwe bikin yek da ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Gaziya şer Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Rêber Apo û wiha axivî, “Em weke jin û civak deyndarên Rêberê xwe ne. Em vî deynî tenê bi awayê bicihanîna hedef û armancên Rêbertî yên ji bo azadiya jin û civakê dikin bidin. Teqez divê em hemû bibin yek û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin. Dîsa li ser vî esasî em ê karibin weke jin û civak pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pêwîst e di vê mijarê de hemû mêr jî xwe berpirsiyar bibînin û têkildarî sosyalîstbûnê xwe di guhertin û veguhertinê re derbas bikin. Hewce ye her kes ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn bike.”
Semîner bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

