Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Socialê peyameke dirêj parve kir û got, “Ji bo sîstema Emerîkayê xwe bi temamî komî ser hev bike, ez ê koça ji welatên sêyemîn ên cîhanê bi temamî rawestînim.” Trump her wiha diyar kir ku qebûla bi milyonan biyaniyan a di dema rêveberiya Joe Biden de dikare betal bike.
Trump di daxuyaniya xwe de got, hikumet wê van gavan biavêje:
“Her kesên ku tevkariyê li welatê me nake, yan jî ji Emerîkayê hez nake bêne dersînorkirin. Alîkariya federal ên ji bo kesên ne welatî bêne birîn. Koçberên ku li ser aramiya neteweyî gef in, ji welatîbûnê bêne derxistin. Biyaniyên ku li ser cemaweriyê bar in, li ser ewlekariyê rîsk in an jî bi şaristaniya rojava re li hev nayên ji welatên wan re bêne şandin.”
Trump diyar kir ku ev polîtîka wê “ji bo kêmkirina nifûsa bi pirsgirêk û neqanûnî” bê meşandin.

