Yekşem, 30 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mûşê çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê: Komployek hate têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa Darazê ya 11’emîn edaletê bi xwe re nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenanoglû: Nîqaşa li ser muxatabiyê êdî bi dawî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Ozer bi hevserokên giştî yên DEM Partiyê re li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bavê ciwanê ku duh li Hewlêrê hat kuştin: Kurê min bi guleya doşkayê hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê serdana sersaxiyê ji bo malbata şehîd Suheyla Baytekîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê konferansa jinûve avakirinê ya şaredariyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê nerazîbûn: Berpirsyar divê hesab bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ararat: Cudahiya PKK’ê ji tevgerên din, nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhlîse Karaguzel: Girtîgeh ne cihê girtiyên nexweş e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên jinan ji bo Dîlan Karaman komîsyona lêkolînê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan tabûta Dîlan Karaman hilgirtin ser milên xwe û bi tilîliyan veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a Dîlan Karaman: TJA û Baroya Amedê nerazî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsume Ogûz: Dixwazim qala bandora şer a li ser jinan bikim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandarek gerîla ji Ewropa heta Erziromê: Welat
Kurdistan

Fermandarek gerîla ji Ewropa heta Erziromê: Welat

Welat bi wêrekî, fedekarî û têkiliya ku bi gel re daniye, di bîra her kesê ku wî nas dikir de, şopek nayê jibîr kirin hişt. Li Erziromê gundek ku gav lê neavêtibe, bîranînek nehiştibe nîne. Çîroka wî di bîra civakî ya herêmê de hê zindî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Kurd mîna gelekî ku di sedsala 20’an de li çar welatan hatine parvekirin, her tim bi înkarkirina nasnameyê, zexta çandî û sînordarkirinên siyasî re rû bi rû man. Tevgera civakî ya ku di navbera salên 1965 û 1970’an de li Tirkiyeyê pêş ket, hişt ku di nav nifşên ciwan ên Kurd de lêgerînên nû derxe holê. Di vê demê de, PKK’ê di sala 1978’an de hate damezrandin û zû bû aktorek ku bandor li hevsengiyên siyasî yên li herêmê bike. Ev pêşketin qonaxeke girîng bû ku jiyan û siberoja bi hezaran kesan guherand.

Têkoşîna ku li çiya, gund û bajaran hat meşandin, bi berdêl û windahiyên xwe bîranînek civakî ya berfireh çêkir. Ked û şahidiya bi hezaran kesên bênav, bûn kevirên bingehîn ên vê bîranînê. Gelek çîrokên ku îro di nava civaka Kurd de têne vegotin, hîn jî bi rastiyên wê demê ve girêdayî ne.

Di vê pêvajoyê de ku em salvegera 47’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz dikin de, em ê li ser serpêhatiya Fermandarê ARGK’ê Îsmaîl Sever (Welat) ku beşek ji vê dîrokê bû û bandor li jiyana bi mîlyonan kesan kir, rawestin. Jiyana wî nîşaneya bîranînek kolektîf e ku di şert û mercên zehmet ên wê demê de hatiye jiyîn e.

Îsmaîl Sever bi nasnav Welat di sala 1960’an de li gundê Kûlî ya navçeya Tatos a Erziromê ji dayik bûye. Welat zarokatî û ciwaniya xwe li herêmek ku her tim serhildana Kurdan lê dihat tepeserkirin û siyaseta asîmîlasyona aborî û çandî ya herî giran lê dihat pêkanîn, derbas kiriye.

Herêma ku Welat lê ji dayik bûye û jiyaye, herêmeke welê ye ku di wê demê de weke herêmek di bin çavdêriya leşkeran de dihat girtin û dorpêçek aborî ya giran lê hebû. Mîna herêmên din ên Kurdistanê li vir jî ziman û çand qedexe bû. Ev şert û merc di bîra gel de şopên ku neyên jibîr kirin hiştin. Di heman demê de, çîrokên hevgirtinê, berxwedanê û qehremaniyê di vê hawîrdora dijwar de berdewam kirin.

Welat li hawîrdorek bi vî rengî mezin bû. Ciwaniya wî di nava êşên bêdeng, nasnameyek qedexe û çandek ku bi xurtî hat parastin de derbas bû.

Welat di temenek pir biçûk de dizewice û bavê çar zarokan e. Şert û mercên jiyanê û debara malê ew neçar kir ku mîna bi hezaran kesên din berê xwe bide sûrginiyê. Di sala 1978’an de weke karker derbasî Elmanyayê bû. Li kargehan saetên dirêj xebatên giran kirin. Di nava çandek biyanî de hewl dida jiyana xwe bidomîne û li wir hînê dîsîplîn û sebirê bû. Hestên bihêz ên berpirsyariyê bidest xist.

Her çend ew li derveyî welêt bû jî, her tim pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê rû didan ji nêz ve dişopand. Di van salan de pevçûnên rastgir-çepgir zêde bûn û ciwan di aliyê îdeolojîk de cudabûnê dijiyan. Di vê demê de Tevgera Azadiyê ku ji aliyê herêmê ve weke Apoyî dihatin binavkirin derketibû holê û bala ciwanan dikêşand. Ev pêşketin bandor li Welat jî kiribû.

Di heman salan de li Ewropayê jî Tevgera Azadiya Kurd xebatên birêxistinkirinê dabû destpêkirin. Piştî darbeya 1980’an kadroyên ku derbasî Ewropayê bûn, xebatên rêxistinkirinê û hişyarkirinê di nava Kurdên li derveyî welêt de berfireh kirin. Welat, jî di nava van xebatan de cih girt û bi rengekî çalak tevlî xebatên rêxistinkirinê bû.

Di dema darbeya leşkerî de birayê wî hat girtin û endamên malbatê hatibûn binçavkirin. Welat bi sekna xwe ya aram, gihîştî û hêza îqnakirinê ya di nava xebata siyasî ya li Ewropayê de, zû bû kesayetiyek pêbawer.

Di sala 1981’an de, ew vegeriya welatê xwe û dest bi jiyana li gundê xwe kir. Ezmûna siyasî ya ku wî li derveyî welêt bi dest xist û xwesteka wî ya têkoşînê wî bêtir motîve kir ku ji bo vegera gelê Kurd bo qonaxa dîrokî hewl bide. Tevî vê yekê ji bo siberoja malbat û zarokên xwe ew bi tedbîr nêz dibû.

Di wê demê de, zextên darbeya leşkerî ya 1980’an hîn jî pir xurt bûn. Siyaset meşandin nepêkan bû û heta kombûna du kesan jî xeternak bû. Ev atmosfera ku binçavkirin, girtin, êşkence û darvekirin lê zêde bûn, hişt ku Welat hê bêhtir bi tedbîr tevbigere.

Digel vê yekê, wî bi dizî bi koma yekem a Tevgera Azadiyê re têkilî danî ku di nîvê salên 1980’an de gihîşt Erziromê. Di vê demê de, wî heta sala 1987’an li gundê xwe bi zarokên xwe re jiyanek aram jiya. Piştre jî weke karker careke din derket dervî welat û li Fransayê dest bi xebatê kir.

Welat, piştî ku li Marsîlya ya Fransa bi cih bû, piraniya dema xwe ji bo xebata siyasî veqetand. Civînên gel, meş û xebatên rêxistinî bibûn beşek xwezayî ya jiyana wî ya rojane. Wî jiyana xwe ya kesane danî aliyekî û enerjiya xwe bi temamî da Tevgera Azadiyê. Lê belê di sala 1989’an, diviyabû biryarek zelal li ser berpirsiyariyek mezintir bide.

Xebata wî ya li Ewropayê ezmûnek girîng da wî, lê xwesteka wî ya tevlîbûna têkoşîna li çiyayên Kurdistanê hîn girîngtir bû. Her çend diviyabû malbat û zarokên xwe li dû xwe bihêle jî, wî biryar da bi hestek berpirsiyariya dîrokî û civakî, têkoşînê li çiyayan bidomîne. Dema ku vê biryarê da, hesta wî ya berpirsyariyê û peywirê li pêş bû.

Welat ji Fransayê derket û ji bo perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk derbasî Lubnanê bû. Perwerdehiya ku li Qada Rêbertiyê wergirt hem ji hêla taktîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve wî pêş xist. Ezmûna pratîkî ya ku wî di jiyana sivîl de bi dest xist û jêhatîyên wî yên di têkiliyên bi mirovan re, hişt ku di demeke kurt de bibe namzetek pêşeng.

JI EWROPAYÊ BER BI ERZIROMÊ

Di sala 1991’an de, biryargeha navendî ya Tevgerê biryar da ku, Welat tecrûbeyên xwe di qadê de bixe bipratîk bike. Ew wekî parçeyek ji komeke destwerdanê ya ku ji bo herêma Serhedê hatibû şandin û li Eyaleta Erziromê hate wezîfedarkirin. Beriya bi salan ku ew wekî karker ji warê xwe veqetiyabû, vê carê wekî pêşengek di têkoşîna azadiya gelê xwe de vegeriya.

Welat li Eyaleta Erziromê, li herêmên wekî Tatos, Qereyazi, Xinûs, Çad, Qereçoban, li Kopê ya Mûşê, li Milazgirê, Gimgim, Çewlîg û Kanîreşê giranî da xebatên propaganda û agahdarkirinê. Ew gund bi gund û tax bi tax bi mirovan re civiya, armancên Tevgera Azadiyê rave kir û ciwanan îqna kir ku tevlî bibin. Hebûna wî wekî berpirsiyar û fermandar êdî li herêmê bi xurtî dihat hîskirin.

Haya dewletê ji bandora wî hebû, ji bo girtina wî xelat diyar kiribû û wêneyên wî li saziyên fermî û muxtarên gund belav kiribû.

Welat bi şêwayê xwe yê kar dihat nasîn; ew bi gelemperî hevalek digirt ba xwe, ji tevgerên komî dûr diket û girîngî dida rêberên ruhanî yên herêmê. Wekî beşek ji xebatên xwe yên ERNK’ê, ew serdana mele, şêx û kesayetên navdar dikir, bi sebir armanca tevgerê rave dikir.

Welat têkiliyên nêzîk bi kesayetên olî yên bi bandor ên wekî Şêx Emîn Bingol, ku di sala 1993’yan de di kuştinek nediyar de hate kuştin û Mele Selîm re danî û piştgiriya wan ji bo tevgerê bi dest xist. Ew hema hema her gundê navçeyên Tatos, Xinûs, Qereçoban, Gimgim, Kanîreş, Milazgir, Kop û Çadê ziyaret kir.

Gundiyên ku wî bibîr tînin, dibêjin Welat her êvar li gundekî civîn lidar dixist, li ser hespê xwe siwar dibû, geh dihat dîtin geh jî winda dibû. Ji ber baweriya wî ya bi xwe, wêrekî û jêhatîbûna wî ya rêxistinî hurmeta her kesî bidest xistibû.

Ew bi rengekî komî tevnedigerî û her tim tenê kesek li gel xwe digerand. Hebûna wî di nav gel de, wekî gerîlayek û fermandarek ê Tevgera Azadiyê, propagandaya dewletê bêbandor dikir û bîranînek mayînde dihişt. Tevlîbûna mezin a ciwanan ji bo civînên wî, jêhatîbûna wî ya îqnakirinê nîşan dida.

BIRYARDARIYA KU SÎNORÊN MALBATÎ DERBAS DIKE

Lê qonaxa herî mezin, pişt salan vegera wî bi statuyek cuda ji bo welêt bû. Welat ê ku beriya salan malbata xwe li du xwe hiştibû, vê carê wekî şervanekî azadiyê û pêşeng vegeriya.

Dema ku birayê wî Menderes Sever, li Xinûsê serdana wî kiribû berteka Welat a ewil bi vî rengî tê vegotin, ‘Çima tu hatî? Ev pir xeternak e. Ev nêzîkatî ne rast e.’ Menderes dibêje gerîla şehîd Piling jî pê re bû; tenê herdu bûn. Di destên wî de kovara bi navê ber bi 2000’an ve hebû (2000’e Dogru). Menderes ji wî re got ev kovar we xirab nîşan dide lê Welat bi vî rengî bersiva min da, ‘Ew propagandaya me dikin; bila bikin.’ Min zarokên wî bibîr xist û tercîha wî pirs kir, Welat wiha bersiv da, “Ev hilbijartinek e ku min di têkoşîna ji bo jiyanê ya gelê Kurd de kiriye. Zarokên min ji zarokên vî gelî ne cuda ne; ev têkoşîna gelekî ye. Berdêla her kesî cuda ye. Her kes di vê têkoşînê de cih digire. Zarokên min zarokên we ne, zarokê tevahiya gelê Kurd zarokên min in.”

Birayê wî van gotinan guhdarî dike. Ev gotin ji sohbetek malbatî bêtir bûn, mînaka têkoşîna gel û nîşandana giyanê gerîlayek bûn.

Xebata ku di pêşengiya Welat de hate kirin, bandorek kûr kir. Ew ji gelek kemîn û pevçûnan bi saxî rizgar bibû û bi enerjiyek bêdawî xebatên xwe domandin. Di pevçûneke li gundewarê Xinûsê de ew tenê bi sivikî birîndar bibû. Lê derheqê Welat de propogandaya ku ew ‘miriye’ dihat kirin. Jixwe rastiya vê piştre derket holê.

PKK’ê di sala 1993’yan de agirbest îlan kiribû. Di heman salê de 33 leşkeran li ser rêya Çewlîg-Xarpêtê hatin kuştin û agirbest bi rengekî fîîlî bidawî bibû. Li ser vê dewletê bi hemû hêza xwe operasyonên berfireh li dijî herêmên gerîla da destpêkirin.

Mîna li gelek herêmên Kurdistanê li Eyaleta Erziromê jî şer giran bibû. Bi taybetî li herêmên di navbera Mûş, Çewlîg, Agirî û Erziromê de timî operasyon pêk dihatin û li ser gel zextên mezin dihatin meşandin. Wêneyên Welat li navendên navçeyan hatibûn belav kirin û xelat ji îxbarkaran re hatin diyarkirin.

Binçavkirin, girtin, êşkence û sirgûnî bibûn beşek ji jiyana rojane. Tundî û zexta ji bo valakirina gundan zêde bibûn. Kesên pêbawer, mele û gelek welatparêz neçar mabûn ji cih û warên xwe derkevin. Cihên jiyanê yên gel bibûn mîna baregehên leşkerî.

‘LI CIHÊ KU KES TEXMÎN NEDIKIR DERDIKET HOLÊ’

Li navenda Erziromê rewş girantir bû. Li herêmên çiyayî ji ber şerê ku rû dida windahiya leşker û cerdevanan zêde bibû.

Li Erziromê di sala 1993’yan de mîtîngek mezin a faşîstan hate lidar xistin û hewldanên lînçkirinê li taxa Mahalebaşiyê ku bi piranî Kurd lê dijiyan destpêkiribûn. Kargehên Kurdan bi zorê hatin girtin, wesayîtên ku ji navçeyan dihatin li ser rêyan hatin şewitandin û êrîşên nijadperest-faşîst zêde bibûn.

Waliyê Erziromê, ragihandibû ku dê çek li gelê sivîl werin belavkirin. Piştî vê komên faşîst bi xwepêşandanên çekdarî tirs xistin nav Kurdan. Taxa Mahalebaşiyê bi mehan di bin dorpêçê de ma û çûn-hatina ji navçeyan ber bi navenda bajarê Erziromê ve ji bo demek dirêj xetere bû.

Di vê rewşa zext û metirsiya giran de, Welat li navenda Erziromê karê xwe dikir. Kesekî ku wê demê wî nas dikir, serpêhatiyên wî wiha vedibêje:

“Kurd nikaribûn derkevin. Her der di bin kontrolê de bû; otêl, xwaringeh û kargeh girtî bûn, û li her goşeyê kontrol hebûn. Wê demê nûçe gihîşt min: Welat li Erziromê bû. Ez pir xemgîn bûm. Mercên hevdîtina wî hatibûn amadekirin. Tenê kesekî din pê re bû: ew bi cilên tijî, bi rihek dirêj û şapikek li ser serê xwe hat. Dema ku wî fikara min dît, ji min re got ku ez aram bibim û ji min re piştrast kir ku her tişt di bin kontrolê de ye. Aramî û wêrekiya wî her gav min matmayî kiriye.”
 
Welat di wê demê de di hawirdorek bi vî rengî xeternak û zext de li navenda Erziromê xebatên xwe didomand. Kesekî ku Welat wê demê nas dikir, wiha qala bûyerên ku jiyaye kir:

“Kurd newêrîbûn derkevin kolanan. Her dever di bin kontrolê de bû. Otel, xwaringeh û kargeh hatibûn girtin. Li her derê noqteyên kontrolê hatibûn danîn. Wê demê ji min re agahî hat: hat gotin ku Welat li Erziromê ye. Ez gelek tirsiyam û fikarên min hebûn. Şert û mercên hevdîtina bi wî re hatin pêkanîn. Li ba wî tenê kesek hebû. Saqoyek li xwe kiribû û komek kiribû serê xwe. Gava tirsa min dît, ji min re got ‘rehet be her tişt di bin kontrolê de ye.’ Wêrekî û rehetiya wî mîna her carê min matmayî kiribû. Wê demê ji bo hewcedariya gerîlayan gelek erzaq amade kiribû û ji Erziromê derxistibû. Kesî nikarîbû pêşbînî bike ku ew ê li ku be an jî ew ê çawa tevbigere. Dijmin ewqas li wî digeriya, lê ew li cihê kesî hêvî nedikir derdiket holê.”

Helwesta Welat a bi biryar û bêtirs ne tenê hişt ku ew erka xwe pêk bîne, di heman demê de ji bo gel wekî mînakek zindî ya bawerî û biryardariyê xizmet kir.

‘XWÎNSAR Û WÊREK BÛ’

Bîranîna têkildarî Welat ji aliyê dikandarek li Xinûsê ve bi vî rengî tê vegotin, “Rojekê bi carekê re ket dikanê. Wê kêliyê jî polîsek li dikanê tişt distand. Her tişt bi tesadûfî bû. Polîs wî nas kir; ji ber ku wêneyên wî li her deverê hebû. Bêbiryar bû ku dest bide çeka xwe, ew jî nezanî ka çi bike. Em jî li cihê xwe matmayî man.

Welat çeka xwe bi dizîka nîşanî polîs da û got ‘derbasî binê masê bibe û li wir bimîne.’ Polîs jî tiştê hat gotin kir. Ji polîs re got di nava 20 deqeyan de eger tu ji wir bilivî tunê bê kuştin.’ Piştre bêyî ku lez bike ji dikanê derket. Ewqas xwînsar û wêrek bû.”

Di payîza sala 1993’yan de, ku zext û şer li herêmê giran bû, li herêmê bûyerek ku li ber nîqaşên mezin vekir, pêk hat. Serokên şaredariyên Xinûs, Qereyazî û Tatosê ji aliyê gerîlayan ve ji bo lêpirsînê hatin dîlgirtin. Li Erziromê ku zexta dewletê lê mezin bû, pêkhatine bûyerek bi vî rengî di raya giştî ya Tirkiyeyê de dengek mezin veda.

Gerîlayan van kesan hişyar kirin ku li ber gel bi berpirsiyarî tevbigerin û îstîfa bikin. Ji ber ku wê demê bi taybetî li van navçeyan li hemberî merasîmên veşartina cenazeyên gerîlayên şehîd êrîşên nemirovane pêk dihatin. Ev bûyer bandorek mezin kiribû û di demek bi vî rengî ku nerazîbûna gel zêde dibû de ev hersê serokên şaredariyan hatin lêpirsînkirin.

Piştî vê bûyerê, tetbîqatên leşkerî, operasyon û sepandina rewşa awarte li Erzirom û derdora wê hîn bêtir bûn. Yek ji navên ku herî zêde dewlet dixwest Welat bû. Dema ku çalakiyên gerîla li Eyaleta Erziromê ewqas bi bandor bûn ku hevsengiya siyasî ya herêmê guherand, dewletê Welat xist serê lîsteya xwe ya kesên ku “divê werin bêbandorkirin”.

Sala 1993’yan hem ji bo gerîlayan û hem jî ji bo dewletê saleke bi şerê giran, rageşiyên siyasî û êrîşên berdewam derbas bû. Êdî dewlet, ji bo Welat bêbandor bike rêbazên xwe guherandibû.

Ji ber şert û mercên zivistanê ku bandor li tevgera gerîla dikir, dewletê operasyonên xwe zêde kir. Di heman demê de, toreke berfireh a îstîxbarat û sîxuriyê ku beşên cuda yên civakê di nav xwe de dihewîne ava kiribû. Dewletê şêwaza xebatê ya ku Welat bi gel re ava kiribû, weke bingeha xefikek li dijî wî bikar anîn.

BI BIRÎNDARÎ HAT ÎNFAZKIRIN

Bi hatina zivistanê re, yekîneyên gerîlayan derbasî cihên xwe yên zivistanê bûne û hinek şer rawestiya bû. Lê belê tevî vê jî, wê salê operasyon li Erziromê berdewam kirin, li herêmên gundewarî di encama serdegirtinan de şehadeta gerîlayan çêbûn. Bi taybetî li Erziromê wê zivistanê operasyon û tevgera leşkerî gelek zêde bibûn.

Tevî şert û mercên giran jî Welat li herêma Hinûsê ma. Tenê gerîla Bengî (Tekîn) ji gundê Zoxinî yê Tatosê pê re bû. Şêwaza wî ya xebatê ku her tim di nava gel de bû û her tim herêm diguhert, mixabin vê carê weke deriyek xefikê li hember wî hat bikar anîn.

Di encama xiyanetê de, cihê wan hate deşîfrekirin û mala ku ew li gundekî çiyayî yê Xinûsê diman hate serdegirtin. Bengî di serdegirtinê de şehîd bû û Welat jî bi birîndarî hate girtin.

Tevî ku birîndar bû jî, di dema dîlgirtin û êşkenceyê de biryardarî û xwînsariya xwe parast. Tevahiya şevê di berfê de rastî êşkenceyên giran hat, lê dîsa jî wî teslîmbûn û hevkariya bi dijmin re red kir. Sekn û îradeya wî ya xurt, êşkencedaran jî matmayî kiribû.

Di saetên sibê de, Welat birin derveyî gund û înfaz kirin. Ew bi birîndarî înfazkirin. Qeydên fermî digotin ku ew “di şer de hatiye kuştin”, lê şahidên li herêmê piştrast kirin ku ew înfazek bê daraz e.

Şehadeta Welat li herêmê xemgîniyek mezin çêkiribû. Malbata wî cenazeyê Welat wergirt û li gundê wî Kulî yê lê ji dayikbûye veşart.

JI ÇAVÊ GELÊ HERÊMÊ WELAT

Welat bi wêrekî, fedekarî û têkiliya ku bi gel re daniye, di bîra her kesê ku wî nas dikir de, şopek nayê jibîr kirin hişt. Li Erziromê gundek ku gav lê neavêtibe, bîranînek nehiştibe nîne. Çîroka wî di bîra civakî ya herêmê de hê jî zindî ye.

Ji ber ku Welat xebata Tevgera Azadiyê bi têkiliya bi gel re û bi karanîna teknîkên îqnakirinê bi hostayî pêk dianî, ew ne tenê wekî fermandarekî gerîla,  di heman demê de wekî hakem û hêsankarê çareseriyê jî hate nasîn. Ew gelek caran cilên xwe diguherand da ku bi gel re bikeve têkiliyê.

Li Xinûsê ew li bazara qerebalix mîna bazirganek an gundiyekî digeriya, çaketek qedîfe li xwe dikir û bi gundiyan û ciwanan re sohbet dikir. Gel ji vê sekna wî cesaret digirt.

Di çavê gelên li herêmê de Welat di çareserkirina pirsgirêkên civakî yên li herêmê de roleke diyarker lîst. Welat li Tatos, Kop, Gimgim, Xinûs û navçeyan mudaxeleyê nanokiyên li ser erd û mîrateyê ku bi salaye li herêmê didomiya, dikir. Welat bi enerjiyeke bê rawestan, li gorî çarçoveya exlaqî û qanûnî ya Tevgerê çareserî pêş dixist.

Niştecihekî Kanîreşê wî wiha rave kir: “Hatina Welat ya li herêmê, civînên wî û tevlîbûna wî ya nava gel, hemû propagandayên dewletê vala derxistin. Li her gundê ku wî civîn lidar dixistiba, ciwan qefil bi qefil berê xwe didan nava tevgerê.”

Hebûna fermandar Welat di nava jiyana sivîl de ji bo civaka bindest moralek mezin bû. Bi taybetî di demên ku şer giran dibû de bi carekê hatina wî nava gund, li Erziromê li deriyek xistin û serdana sersaxiyek kirin ji bo gel weke mûcîze bû.

“Ev nivîs li ser bingeha jiyana Fermandar Îsmaîl Sever (Welat) ê ku di salên 1990’î de li Eyaleta Erziromê berpirsiyarî girt; şahidiyên kesên ku wî nas dikirin û vegotinên birayê wî Menderes Sever hatiye amadekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mûşê çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê
Nûçeya Pişt re Ji ber ku Elewî ye, hewl hate dayîn ku serê wî bê jêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Vegereke ewle wê bi bidawîkirina dagirkeriyê pêk were’

Parêzer Rûşîn Hido diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyên dewleta Tirk her…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi firçeya demokrasiyê çanda xwe jinûve neqişandin

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq diyar kir ku piştî tarîtiya reş,…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurdan careke din ispat kirin ku ew gelê Newrozê ye

Ji Fermandarên YJA Starê Peyman Amed anî ziman ku hem ji aliyê têkoşînê hem jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Hejmara miriyên di karesatên lehiyê yên başûr û başûrê rojhilatê Asyayê de 800’î derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bavê ciwanê ku duh li Hewlêrê hat kuştin: Kurê min bi guleya doşkayê hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber ku Elewî ye, hewl hate dayîn ku serê wî bê jêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mûşê çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?