Nerazîbûn li hemberî gotinên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener a di 18’ê Çileyê de li Sîwasê di bernameyekê de gotibû, “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî, lê merdane bûn” zêde dibe.
Afîfe Kartal yek ji dayikên ku ji bo piştgiriya zarokên xwe yên girtî û daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûye, bal kişand ser rêveberiya dewletê ya salên 90’î û got, “Em kujerên xwe baş nas dikin.” Kartal, da zanîn ku ew wan rojan wekî ku duh pêk hatibin ji bîr nekirine û wiha got:
“Me windahiyên xwe, xizmên xwe yên hatine qetilkirin an jî kujerên xwe ji bîr nekiriye. Dostê kujerên Kurdan nîne. Kurdên ku îro diçin û tevlî partiya wê dibin bila şerm bikin. Ez Meral Akşener û her kesên li gel wê ne şermezar û protesto dikim. Ev jî îtîrafa qetlîama ku kiriye ye. Kurdan bi êşkenceyên hovane qetil kirin, ne axê betonê rijandin ser wan. Me ew ji bîr nekirine. Ciwan û zarokên me ji ber berzkirina dirûşmeyekê tên girtin, mirovên mîna Meral Akşener li meydanan pesnê komkujiyên xwe didin. Em ê serî li ber komkujî û dijminatiya wan netewînin.”
EM Ê BI LÎSTIKA WAN NEYÊN XAPANDIN
Lahiye Avşimet a ku got Meral Akşener dijminê Kurdan e wiha axivî: “Dijminên kal û bavên me nabin dostê zarokên me. Yên li gel wan disekinin bila şerm bikin. Hemû Kurdan di qirkirinê re derbas bikin jî dilê wan rehet nake. Di demên hilbijartinê de derdikevin dibêjin ‘birayên min ên Kurd’, dema hilbijartin qediya jî dibêjin ‘Kurd nîne’. Pêwîste Kurd dijminên xwe baş zanibin û nas bikin. Bi hefteyan e em li vir ji bo zarokên xwe û li dijî tecrîdê nobetê digirn. Dayik her roj li vir in û hewl didin deng bidin zindanan. Yekane rojeva gelê Kurd ev e. Em êdî naxwazin ev ax bi xwîna Kurdan bên avdan. Gelê Kurd ne ew gel e ku bi lîstikên wan yên erzan bên xapandine. Yekane daxwaz û rojeva me, bidawîbûna tecrîdê ye.”