Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî binçavkirina çalakvanên siyasî ya ji aliyê dewleta Îranê ve peyamek da.
Di peyamê de hate destnîşan kirin ku bi pêşketina civakê û siyasî ya Îranê re jin tim bi rola xwe rabûne û ji ber vê di dem û cihên cuda rû bi rûyê tundiyê tên û ev hate gotin: “Bi taybet van astengiyan li pêşiya jinên çalak yên di nava civakê de tên girtin.
Di dema merasîma Xesrew Elî Kurdî hinek beşdarvan û çalakvanên jin bi hêzên ewlekariyê re ketine nbava şer û hatine binçavkirin. Ev kar di çarçoveya siyaseta giştî ya hikûmetê ya nêzîkatiya wê ya li hemberî xwepêşandan çalakiyên rexnewarî hatine girtin.”
Di dewama peyamê de bal hate kişandina ser çalakvanên siyasî Nêrgiz Mihemed, Hestî Emîr, Spêde Qûlyan ên di dema çalakiyê de tundî li wan hatine kirin û ev hate gotin: “Divê li seranserî Rojhilatê Kurdisatan û Îranê hevxemî û hevgirtin di navbera jina de hebe. Ji bo bidestxistina mafê civakî, yasayî û sivîlî yên hemû jinan.”
Hêjayî bibîr xistinê ye hefteya borî cenazeye parêzer Xesrew Elî Kurd (43) li nivîsîngeha wî hate dîtin û hêzên ewlekariyê ya Îranê dest danî ser kamera û dîmenên cihê wî nîşan dide. Çalakvanên tevlî merasîma wî bûn nerazîbûn nîşanî vê helwesta dewleta Îranê dan. Ji ber vê yekê gelek çalakvan hatin binçavkirin.

