Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bû
Kurdistan

Karayilan: Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bû

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan Berfîn Nûrhaq bi bîr anî ku 13'ê Kanûna 2021'ê şehîd bû û got, "Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bûn. Hezkirina wê ya ji Kurdistanê, dilsoziya wê ya ji nirxan re gelekî xurt bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseyên Fermandariyê yên HPG û YJA Starê, Fermandariya AKademiyên Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq bi bîr anî ku 13’ê Kanûna 2021’ê de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Hevala Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demîr) ji Elbistan a Mereşê ye û di dema xwendekariya xwe de tevger nas kir. Xeta Apoyî bala wê dikişîne. Sala 1994’an partiyê nas dike û wê demê li Zanîngeha Çanakkaleyê li Fakulteya Perwerdeyê dixwîne. Dema ku li pola dawî ye biryarê dide ku tevlî nava tevgerê bibe. Pêwîstiyê pê nabîne ku saleke din bixwîne û dîplomayê werbigire. Çima? Ji ber ku di biryara xwe de zelal dibe. Ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve kûr dibe û paşerojê di xwendina zanîngehê yan jî wergirtina dîplomayê de nabîne. Ji ber vê jî di sala dawî de li gel çend hevalên xwe derbasî Balkanan dibe.

Bêguman dilsoziyeke hestewarî ya hevala Berfîn hebû, lê belê piştre bi rengekî zane biryarê dide û welê tevlî dibe. Wê demê di ser Balkanan re sala 1997’an diçe gel Rêber Apo û tevlî perwerdeyê dibe. Ev rewş ji bo hevala Berfîn şensek e. Ji kêliya ku tevlî tevgerê dibe û pê ve wergirtina perwerdeya Rêbertî derfeteke girîng e. Gelek heval nekarîn bibin xwedî vê derfetê.

XETA RÊBERTÎ JI XWE RE DIKIR ESAS

Mînak gelek heval piştî bi salan dibîne, yan jî hin heval qet nabînin. Lê belê wê demê hevalên ku di ser Balkanan re tevlî dibin şensekî bi vî rengî bi dest dixin. Ji ber ku Rêber Apo dibihîze ku komek ji ciwanan tevlî bûye û bang dike ku bên tevlî perwerdeyê bibin, bi xwe bi wan re eleqedar dibe. Hevala Berfîn bi vî rengî derbasî qada Rêbertî dibe. Diyalogên xwe bi Rêber Apo re hene. Weke jineke Kurd a ciwan hêviyê dide. Ji xwe weke ku tê zanîn di sala 1999’an de komploya navneteweyî hate kirin, Rêbertî dîl hate girtin û di nava tevgerê de hin guhertin çêbûn. Di tevahiya vê demê de hevala Berfîn li ser bingeha xeta Rêbertî sekna xwe ya îdeolojîk dewam kir. Her tim tevlî nava kar bû. Demekê li Bakur beşdarî nava kar bû. Wê demê li Bakur hevalê Atakan Mahîr berpirsyar bû, hevala Berfîn jî li wir demeke dirêj kar kir. Lê belê dixwest, derbasî qada leşkerî bibe. Ji ber vê yekê hevala Berfîn li ser daxwaza xwe derbasî qada leşkerî bû. Demeke dirêj li Rojhilat jî kar kir.

Hevala Berfîn biçûya ku derê li wir bi roleke girîng radibûn. Bi taybetî xeta azadiya jinê û xeta Rêbertî ji xwe re dikir esas. Ji xwe hevaleke zane bû û ji ber vê yekê biçûka ku derê bi têgihiştina xwe, bi çanda xwe ya dewlemend bi kêrî wê derê dihat.

Sala 2014’an DAÎŞ’ê êriş bir ser Şengalê û gelek herêmên cuda yên Kurdistanê. Piştî ku êrişên li ser Şengalê destpê kirin, tevgera me biryar da ku dest lê werde û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê HPG’ê berê xwe dan Şengalê. Wê demê destpêkê tabûrek çû, piştre jî tabûrên din çûn û ji bo destwerdan dewam bike rêveberiyek hate avakirin. Wê demê hevalê Dilşêr Herekol hebû, Egît Civyan, Zekî Şengalî, Seyîd Hesen hebûn, hevala Berfîn jî bi van hevalan re li Şengalê fermandarî ava kirin. Hevala Berfîn jî li wir bi rol rabû, di meşandina şer de rol lîst, ji ber ku berê tecrûbeya xwe ya şer hebû.

JI BO RIZGARKIRINA ŞENGALÊ KEDEKE MEZIN DA

Di pêvajoya destwerdana li Şengalê de, di rizgarkirina wê de hevala Berfîn kedeke mezin da. Hevala Berfîn bi çanda Elewî mezin bûbû. Hestên xwe yên mirovî zêde bûn, bi civaka Êzidî re li ser vê bingehê têkiliyke danî. Ji bo parastina gelê Êzidî mayinde bibe YBŞ û YJŞ hate avakirin. Hevala Berfîn di pêvajoya avabûna van saziyan de kedeke girîng da. Ji bo avabûna YBŞ, YJŞ’ê bingehek ava kiribû. Bêguman ciwcanên li Şengalê ev sîstemên parastinê ava kirin, lê belê hevala Berfîn di avabûna wan de ked da. Piştî azadbûna Şengalê û avabûna sîstema wê ya parastinê hevala Berfîn wezîfeya xwe radestî hevala Medya Egîd kir û di sala 2016’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî ku tevlî perwerdeyan bû, li Fermandariya Sewq-Îdareyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate wezîfedarkirin.

Hevala Berfîn di heman demê de li nava sîstema me ya leşkerî endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû. Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê bû. Di asta herî bilind de wezîfe dikir. Bi wê re têgihiştin, kûrbûn û tecrûbe hebû. Hevala Berfîn piştre tevlî nava Fermandariya Akademiyên Apollo bû. Dema ku şehîd ket jî ev wezîfe dimeşand. Di nava têkoşîna me de bi roleke pêşengiyê radibû. Xwedî ked bû; bi taybetî di perwerdeyan de, di pêşvebirina xeta jin a azad de perwereyên îdeolojîk û felsefîk dida. Hevaleke zane û jêhatî bû.

Dema ku mirov qala kesayetên şexsî yên hevala Berfîn bike, ew wele milyaketekê bû. Min bi xwe rexneyek li ser kesayeta wê nebihîst. Ewqas salan kar kir, li her derê fedakarî dikir, lê belê rojekê kesî negot rêbaza hevala Berfîn şaş e, yan jî di vê mijarê de kêmasî kiriye.

Aliyê wê yê mirovî gelekî li pêş bû, hestewar bû, dilsoza nirxên tevgerê û xeta Rêbertî bû. Li ser xeta jinê ya azad bi biryar bû, sekneke bêteredût nîşan dida. Hevaleke bi vî rengî bû. Sade, durust û paqij bû, xwedî vê seknê bû. Bi vê sekna xwe li nava derdora xwe dibû cihê hezkirinê. Hevalan hemûyan jê hez dikirin. Di nava jiyanê de gelekî dilnizm bû. Ti carî nêzîkatiyeke xwe ya kariyerîst nebû. Kedkarek bû, biçûya ku derê di nava rêveberiyê de cih digirt, lê belê heta ku mirovan karê wê nedidît nizanîbû ku rêveber e yan na. Ji ber ku dilnizm bû, bi hurmet bû. Bi rastî jî cewherek bû. Hezkirina wê ya ji Kurdistanê re, dilsoziya wê ya bi nirxan re, hezkirina wê ya ji hevrêyan re gelekî xurt bû. Gelekî diyar bû ku ji Rêber Apo perwerde dîtiye. Ji ber vê jî weke mumînekê dilsoza xeta Rêber Apo bû.

DEMA KU BI WEZÎFEYEKÊ RADIBÛ TEKEZ BI CIH DIANÎ

Hevala Berfîn bi jiyan, ked, têkoşîn û sekna xwe ya dilnizm mînakek bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî wezîfeya li Fermandariya Sewq-Îdareyê bawerim di sala 2020’î de bû Endama Fermandariya Akademiyên Apollo. Di nava fermandariyê de hevala Berfîn barê herî giran hilgirt. Zanebûn, cidiyeta xwe di perwerdeyê de nîşan dida. Hem li Akademiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan, hem li Akademiya Mahsûm Korkmaz, hem li akademiyên Şehîd Îbrahîm, Hakî Karer û Şehîd Mahîr perwerde da. Mamoste bû, pêşengeke şoreşger bû. Ji bo mirovan perwerde, zane bike, bike şoreşgerek bi biryar, ji bo jin bibin xwedî sekneke bi îrade perwerde dida. Nêzîkatiyên xwe yên objektîf hebûn.

Ji ber vê yekê dema karên perwerdeyê dimeşand nedigot, gelo hin ciwan wê li ber rabin, rexne bikin an na. Her kes cidî didît; ji ber ku ew bi xwe hevaleke cidî bû. Fedaiya şoreşê bû, di kar de bi rengekî cidî bi berpirsyariyê radibû. Mînak; dema ku wezîfeyek dikir tekez bi cih dianî. Ti carî paşguh nedikir, yan jî taloq nedikir. Di dema xwe de wezîfe bi cih dianî. Di vê mijarê de gelekî baldar û hesas bû. Şehadeta xwe jî bi vî rengî bû; dixwest ji akademiyekê derbasî ya din bibe. Bawerim wê hin wezîfe bi cih bianiya. Hin hevalan gotin, ‘Rewş guncaw nîne, neçe’, lê belê hevala Berfîn got, ‘Divê biçim’ û bi vî rengî bi rê ket.

Dema ku ji akademiyekê diçû ya din li êrişên hewayî rast hat. Li gel hevala Sema ya li gel xwe di 13’ê Kanûna 2021’ê de şehîd bû. Em careke din wan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo her kesî rûmeteke mezin e ku bi hevrêyên bi vî rengî yên pak, hêja, fedaiyên gel û doza xwe xizmet dikir re hevrêtiyê bike. Ji bo me jî derbas dibe. Ji bo me rûmetek e ku hevalên bi vî rengî yên pak, ji dil, durust û mîna milyaketekê re kar kir, wan nas kir. Şehadeta hevalên bi vî rengî hêja wezîfeyên nû dide me, em deyndarên wan e. Divê em xeta wan rast temsîl bikin, doza wan bi rengekî rast dewam bikin.

Van hevalan li ser bingeha xeta jin a azad li dijî her cûre nêzîkatiyên desthilatdarî û mejiyê serwer têkoşiyan û ev wezîfe radestî me kirin. Perspektîfa ku van hevalan dan me ev e. Bi pêşvebirina têkoşînê ya li ser vê bingehê em dikarin berpirsyariya xwe ya li pêşberî van hevalan bi cih bînin. Hevala Berfîn Nûrhaq ji sala 1997’an heta bi 2021’ê di nava 25 salên şoreşgerî de bi sekna xwe ji bo me bû mînak û peyamek. Divê em bi rengekî rast xwedî li vê peyamê derkevin û wan nemir bikin. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin ‘şehîd namirin’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ADGB’ê banga xwedîderketinê li têkoşîna girtiyên şoreşger kir
Nûçeya Pişt re Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Em ferzkirina ‘lêgerînê’ ya ji bo Demîrtaş red dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê ferzkirina “lêgerîna ji bo şikandina rûmetê” ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

Li ser rêya gundê Tuzsuz a Amasyayê mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir û di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûsil û Şengalê di nava 9 mehan de 84 kesan dawî li jiyana xwe anîn

Li gorî daneyên fermî yên Tiba Edlî ya Mûsilê li parêzgeha Mûsilê 84 kesan dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?