Li Civata Giştî ya Meclîsê ku budçeya ji bo Serokkomarî û Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar dihate nirxandin, Sancar qala sê aliyên bingehîn ên aştiyê kir.
Mîthat Sancar ji bo van her sê aliyên bingehîn got, “Ji bo rawestandina şer mayinde bibe, serrastkirinên qanûnî divê bêne kirin. Di serî de pirsgirêkên ku bûn sedema şer, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê hiqûqek bê avakirin. Li ser bingeha demokratîkbûnê, aştî bi rengê civakî bi sazî bibe.”
Sancar ragihand ku aştî ne tenê peymanek e û destnîşan kir ku ev yek tercîheke exlaqî û polîtîk e.
Sancar bal kişand ser gotina Rêber Apo ku gotibû, “Eger mirov karibe jiyaneke bi tenê jî rizgar bike, hingî axaftin wezîfeya herî mezin e” û diyar kir ku divê diyalog û siyaseta demokratîk di bingeha pêvajoyê de be.
Mîthat Sancar got, “Aştî tenê rawestandian şer nîne. Çawa ku darek tenê bi bedena xwe nikare şîn bimîne, aştî jî tenê bi rawestandina şer nabe. Ji bo aştiyê reh divê; yanî naskirina mafan divê. Şaxên wê divê hebin; divê wekhevî pêk were. Pelên wê divê hebin; veguherîna demokratîk a dewletê û civakê divê bê kirin. Ev nebin wê ew dar li ber bê bikeve. Eger aştî ne mayinde be, wê demê mirov nikare qala rewşa aştiyê bike. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi hiqûqa aştiyê heye. Niha dema avakirina hiqûqa aştiyê ye.”
Sancar anî ziman ku zimanê nefretê û siyaseta dijberiyê ziyanê dide aştiyê û banga “Axaftin, muzakere û îradeya hevpar” li meclîsê kir.
Sancar diyar kir ku Tirkiye û herêm li ber firsendeke girîng in û got, “Pûsûlaya aştiyê divê demokrasî, azadî, wekhevî û edalet be.”

