Duşem, 22 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Neavêtina gavên beramber a ji aliyê dewletê ve, di civakê de dibe sedema nîşana pirsê’
Rojane

‘Neavêtina gavên beramber a ji aliyê dewletê ve, di civakê de dibe sedema nîşana pirsê’

Faysal Sariyildiz diyar kir ku ji ber ku dewletê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de li hemberî nêzîkatiya stratejîk a aliyê Kurd, gavên beramber neavêt, ev yek di civakê de bûye sedema nîşana pirsê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Sala 2025’an ji bo Kurdistan û pirsgirêka Kurd bû sala ku pêvajoyeke pir girîng lê qewimî. Pêvajo bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo destpê kir.

Piştî bangê, PKK’ê Kongreya xwe ya 12’an kom kir û biryara xwe ya fesixkirina xwe ragihand. Di meha Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan hate lidarxistin. Piştre jî hate ragihandin ku hêzên çekdarî yên girêdayî PKK’ê, ji Tirkiyeyê vekişiyane.

Di aliyê Tirkiyeyê de jî di binesaziya Meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Parlamenterên di vê komîsyonê de çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re kirin. Bi vî rengî Rêber Apo ku Tevgera Azadiya Kurd wekî sermuzakerevan nîşan da, ji aliyê dewleta Tirk ve wekî muxatabê fermî hat qebûlkirin.

 

Lê tevî pêvajoyê jî di raya giştî de, bi taybet di gelê Kurd de nîşanên pirsê derbarê nêzîkatiya dewletê de dewam dike. Hevnûnerê DEM Partî yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz ku ji sala 2016’an ve li Elmanyayê dijî û tevî civaka Kurd a dîasporayê xebatê dike, derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.

Sariyildiz diyar kir ku divê qonaxa heyî ya pêvajoyê baş were fêmkirin û balê kişand ser hevokeke kurt a di notên hevdîtina dawî de. Sariyildiz anî ser ziman ku gotinên Rêber Apo yên, “Me bi têkoşîna xwe ya 50 salî, têkoşîna hebûn û rûmetê ya Kurdan da. Em bi ser ketin. Niha jî dora avakirina jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê ye ku her kes bikaribe bi hev re wekhev û azad bijî” pêvajoyê vedibêje.

‘LI BAKURÊ KURDISTANÊ HIŞMENDIYEKE MUEZEM ÇÊBÛYE’

Sariyildiz destnîşan kir ku ev gotin li gorî 50 sal berê veguherîna li Kurdistanê nîşan dide. Sariyildiz bilêv kir ku ew ji demeke ku gotina ‘Ez Kurd im’ jî sûc bû, heta îro hatine û da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê hişmendiyeke muezem çêbûye. Sariyildiz diyar kir ku tiştên ku li Rojava diqewimin, ne tenê ji bo Kurdan ji bo mirovahiyê jî şoreş e.

Faysal Sariyildiz destnîşan kir ku pêvajo beriya salekî bi banga “Bila çek bên danîn, li Meclîsê were axaftin” a Devlet Bahçelî destpê kir û got ku tê armanckirin ku çek êdî ji bûyîna amûra têkoşînê derkeve. Sariyildiz diyar kir ku dewlet tevî vê yekê jî bi heman cidîyetê bersivê nade û bi bîr xist ku gavên pêwîst hîna neavêtiye.

Sarilyildiz di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber polîtîkayên êrîşkar a dewletê ku di 100 salên dawî de li dijî hemû daxwazên rewa, demokratîk û azadiyê yên gelê Kurd meşand, baweriya gel a ji bo dewletê pir qels e. Sariyildiz got ku divê piştî banga Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de, merasîma şewitandina çekan û ragihandina biryara vekişînê ya hêzên girêdayî Tevgera Azadiya Kurd, ji bo pêşveçûna pêvajoyê zemîna hiqûqî û demokratîk were avakirin.

‘ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ WÊ DEWLETÊ NEÇARÎ AVÊTINA GAVAN BIKE’

Sarilyildiz diyar kir ku dewletê pêvajoyê hîna wekî amûra bazar û şantajê digre dest û got ku destkeftiyên Rojava kirina mijara bazarê bêsûd e. Her wiha destnîşan kir ku li Rojava ji bo hemû gel û baweriyan jiyaneke wekhev û azad hatiye avakirin û pêwîstiya hemû Rojhilata Navîn bi vê heye.

Faysal Sariyildiz destnîşan kir ku wekî pêdiviyek pêvajoyê, divê gerîlayên li çiyayan, siyasetmedarên li sirgûnê û bi hezaran siyasetmedarên li girtîgehan werin berdan û tevlî têkoşîna qanûnî û demokrataîk bibin û bilêv kir ku li dijî vê hîna pêvajoyê kirina mijara bazarê pirsgirêkekî cidî ye.

Sariyildiz bi bîr xist ku di pêvajoyên ku çek ji bûyîna amûra têkoşînê derketiye de çalakiyên demokratîk ên girseyî diyarker in û destnîşan kir ku ev pêvajo wê li Kurdistanê bi hêza gel pêş bikeve û çalakiyên bi beşdariya sed hezaran wê dewletê neçarî avêtina gavan bike.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Destîna Yildiz: Li girtîgehan pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan zêde dibin
Nûçeya Pişt re Karasu: Berfîn Nûrhaq, hevaleke ku hemû bedewî di xwe de dihewand bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karasû: Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, desthilatdariya AKP-MHP hewl dide şerê qirkirinê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê û şandeya hikumeta demkî li ser vegera koçberan nîqaş kirin

Hat diyarkirin ku parêzgarê Hesekê û şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser vegera koçberan…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Êrîşên siyasî û leşkerî hêviya aştiyê dişkîne

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê desthilata Tirk hişyar kir û got, “Em desthilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?