Ji bo sala nû çend roj mane. Sala 2025’an hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê civakî ve qonaxên dîrokî li pey xwe hişt. Bi banga 27’ê Sibatê re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir ku li nava civakê deng veda û bi avakirina komîsyona li Meclîsê dewam kir. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêber Apo re hatin kirin, bi raya giştî re hatin parvekirin. Piştî peyama bi dîmen a ji Îmraliyê hat, PKK’ê 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyeyê merasîma şewiwtandina çekan pêk anî û li cîhanê deng veda. Gavên hatin avêtin, israra gel û siyaseta Kurd a li ser pêvajoya demokratîk nîşan da, lê aliyê desthilatdariyê di warê avêtina gavan de têrker nebû. Bendewariya welatîbûna wekhev û hiqûqî ya civakê di sala 2025’an de bi cih nehate anîn. Di sala 2026’an de jî ev daxwaz wê bêne ser ziman.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû hem gavên dîrokî yên hatin avêtin hem jî siyaseta desthilatdariyê nirxand û anî ziman ku pêvajo li nuqteyeke welê ye ku vegera ji wê êdî nabe. Alî Kenanoglû ragihand ku di dawiya vê salê de ku qonaxên girîng derbas bûn, sala nû divê bi gavên şênber û qanûnên nû bêne pêşwazîkirin û bi bîr xist ku di dîroka komarê de meseleya Kurd her tim bi înkar, asîmîlasyon, zext û şer hate nirxandin, ev polîtîkaya dewletê dem bi dem bi guhertinên qanûnî, dem bi dem jî bi rêya zordariyê dewam kir.
‘HINCETEKE DESTHILATDARIYÊ NEMAYE’
Kenanoglû got, “Dema ku mirov salekê binirxînin, dibe ku bê gotin ku gavên mezin nehatine avêtin” û destnîşan kir ku dema ji perspektîfa sed salî bê nirxandin wê were dîtin ku bûyerên di sala 2025’an de qewimîn gelekî girîng bûn. Kenanoglû ragihand ku Tirkiye û Rojhilata Navîn erdnîgariyeke welê ye ku hevsengiya siyasî zû lê tê guhertin û anî ziman ku divê pêvajo di nava vê rastiyê de bê nirxandin.”
Hevberdevkê HDK’ê diyar kir ku pêvajo nabe ku tenê bi înîsiyatîfa desthilatdariyê bimeşe û got, “Desthilatdarî dem bi dem qala gavên divê bêne avêtin bike jî bi taybetî me dît ku ji şirîkên desthilatdariyê MHP’ê û bi giştî ji baskê dewletê li ser pêvajoyê gavên şênber nehatine avêtin.”
‘DI 3 MEHÊN DESTPÊKÊ DE GAVÊN QANÛNÎ DIKARIN BÊNE AVÊTIN’
Kenanoglû destnîşan kir ku di sala 2026’an de guhertinên qanûnî divê bêne kirin û got, “Destdanîna ji çekan, fesixkirina rêxistinê û girêdayî vê yekê divê têkildarî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, Qanûna Ceza ya Tirk û qanûnên pêwîst bêne guhertin û amadekirin. Di 3 mehên destpêkê yên sala 2026’an de yan jî herî dereng di nava şeş mehên destpêkê de ev gav dikarin bêne avêtin. Di vê pêvajoyê de hewl tê dayin ku Sûriye weke hincet bê nîşandan û pêvajo bê taloqkirin. Tê gotin, divê QSD li gorî Mutabaqata 10’ê Adarê tevbigere, lê belê aliyê ku di pratîkê de mutabaqatê xera dike ji nedîtî ve tê. Gavên heman piştî mutabaqatê hatin avêtin li dijî vê peymanê ne.”
‘DIVÊ CIVAK HÎN BÊHTIR TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE’
Kenanoglû işaret bi fikarên civakê yên li ser pêvajoyê kir û anî ziman ku li gel vê yekê jî bendewariya ji bo aştiyê xurt e. Kenanoglû got, “Divê civak hîn bêhtir tevlî pêvajoyê bibe. Ji bo civakîbûna aştiyê, ji bo serketina vê pêvajoyê ev yek jiyanî ye. Bi vî rengî bibêjim: Me, di çarçoveya armancên xwe de weke DEM Partî konferansên navneteweyî lidar xist. DEM Partiyê karên bi vî rengî kir. Di konferansan de rastiya hevpar a ku me dît bi vî rengî bû: Civak bixwaze û israr bike ne rêxistin, ne dewlet ne jî desthilatdarî dikarin di vê mijarê de gavê paşve biavêjin. Yanî mesele bi giranî bi daxwaza civakê ve eleqedar e. Di pêvajoyên bi vî rengî de dema civak bixwaze û zextê bike, dikare bi cih bîne. Lewma ya diyarker ew e ku civak çiqasî xwedî lê derdikeve. Civakîbûna aştiyê ji ber vê yekê gelekî girîng e.”

