4 girtiyên din ên Kurd bi îdîayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” hatin darvekirin.
Welatiyên Kurd ên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.
Li gorî agahiyan girtiyên Kurd duh bi malbatên xwe re karîn cara ewil û dawiyê hevdîtinê bikin. Piştre ew ji Girtîgeha Evînê birin Girtîgeha Qzalhîsar a li Krajê. Hate zanîn ku 4 girtî li vir hatin darvekirin.