Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Tarsûs a Mêrsînê, li eywaneke dawetan a li Taxa Altaylilar a navçeyê bi şahiyekê bernamzetên xwe yên şaredariyê da naskirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê Berdriye Kuş û Reşat Aşan, namzetên Şaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tevlî şahiyê bûn.
Di çalakiyê de ji ewil bernamzetên şaredarî û meclîsa şaredariyê hatin danasîn. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Tarsûsê Fuat Yaman axivî. Yaman, bal kişand ser zext, binçavkirin û girtinan û got ku piştevanî hêz dide wan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî ji ewil girtiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine silav kir û wiha domand: “Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Ji bo vê jî têkoşîn pêwîst e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
Nametên DEM Partiyê yên Şaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz jî gotin ku di bingeha hemû pirsgirêkên li welêt de tecrîda li Îmraliyê heye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.