Roboskî gundekî çawa ye, li ku ye û xelkên wê çawa dijîn. Min ew gund ji dûr ve dîtiye û herî zêde jî dema em diçûn keşfa mexferên artêşa Tirk me didît. Ji bo çalakiyan em bi rêzelûtkeyên çiyayê Deriyê Dawetiyan ve hildikişîn. Paşê rêz û rêz em diçûn hemberî Girê Helîkopterê. Carekê jî hevalên me çûne ji bo çalakiyê li ser wî girî bikin, lê mixabin dijmin hevalan dibîne û bi tankan li wan dide. Fermandarê komê û hevalê li cem wî di sengerê de şehîd bûn. Hevalek jî birîndar bû û me roja din bi rengekî veşartî cenazeyê hevalan anîn. Bi vê mebestê jî ez wan hevalên şehîd Şervan Mako û Harûn Başûr bi bîr tînim. Bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim û soza xwe ji wan re nû dikim.
Dema li Heftenînê çûm keşfê, hevala şehîd Zîlan û şehîd Dîdar bi min re bûn. Payîz bû û hewa jî pir sar bû. Hevala Zîlan Roboskî jî li yekîneya Deriyê Dawetiyan dima. Di keşfê de hevala Zîlan ji min re gundê xwe û gundên derdorê terîf dikir. Hevala Zîlan wê demê nû bû. Dengê kûçikê dijmin ê li mexferê dihat me. Ez bawer im kûçik bêhna me digirt. Ji ber wê gelekî deng derdixist. Me jî ser rûyê xwe girt ji bo bêhna hênasa me yekser neçe wan sewalan. Dema hevala Zîlan ji min re qala gundê xwe dikir, ez gelekî matmayî dimam. Ji ber gelekî bi kelecan û coş qal dikir. Ji ber wê mereq bi min re çêbû ku ez gundê Roboskî bibînim û hezkirina min ji gund û xelkên wê re çêbû.
Dema me bi dûrbînê dinêrî, nava gund û hawirdora wê dilê mirov hênik û bi coş dikir. Mirov digot qey waheyekê yan jî wêneyeke ji bihuşta baqî ye. Piştî wê bi demekê vesaziya hevala Zîlan Roboskî ji bo biryargehê çêbû. Min ew bi xwe re digerand. Keçeke xwendevan û pir jî aram bû. Ji bo têkildarî nivîsên Tirkî bi min re bibe alîkar, li cem min dima. Gelekî saf û dilpak bû. Di Komkujiya Roboskiyê ya 28’ê Kanûna 2011’an de sê kurapên wê û hevalên wê yên zarokatiyê şehîd bibûn. Vê komkujiyê bandoreke mezin li ser Zîlan kiribû. Carinan di carekê de pir dûr û kûr diçû. Min hema bang lê dikir, ew dianî cem xwe û min hewl dida bi mijareke cuda wê ji wê rewşa têde derxim. Ev ji bo hestyar nebe û hestyariya xwe wergerîne lêhûrbûna siyasî û leşkerî jê re baş bû.
Heval Zîlan jî di rojnivîseke xwe de li ser gundê xwe Roboskî nivîsandiye. Zîlan bi xwe weke nimûneya xelkên wî gundî bû. Zîlan gelekî ji çiyayan hez dikir. Wexta me ji gundê Heftenînê Pîrbila berê xwe dida Deriyê Dawetiyan, gundê Roboskî xuya dikir. Wê kêliyê eger baskên hevala Zîlan hebana tekez wê firiyaba. Ez jî pêre pir kêfxweş dibûm. Hevala şehîd Nûjîn Amed a ji Sêrtê jî li ser yekîneya Deriyê Dawetiyan dima. Ev der eniya me ya pêş bû. Ji ber wê çûn û hatina me pir çêdibû. Dema em digihiştin Deriyê Dawetiyan li sêgoşeya Heftenînê me xelkên Roboskî didît. Ew jî bi dîtina me gelekî kêfxweş dibûn. Zîlan ji wan ciwanan re behsa têkoşînê dikir û ew dawetî nav refên têkoşînê dikir.
Ji wan çend ciwan hatin û beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bûn. Hevala Zîlan gelekî mafdar bû. Ji ber dewleta Tirk têkildarî komkujiyê diyar kiribû ku wan digot qey gerîla ne, lewma bi balafiran êrîş kirine. Lê di rastiyê de wiha nebû. Artêşa Tirk pir baş dizanî ew ciwanên gund bûn, lê dîsa jî ew êrîş pêk anî. Gelek heval ji Roboskî beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bûne. Xelkê gund û eşîr welatparêz e. Artêşa Tirk ji ber vê li wan ciwanan da. Dewleta Tirk di salên 1992-1993’yan de bi hezaran gundên Botanê û herî zêde jî gundên eşîra Goyî vala kir. Piştî dewleta Tirk gundên Kurdistanê û nexasim jî yên Botanê vala kirin, mirov ji warên wan dûrxistin û li çol û deştan şerpeze kirin gelek ciwanên wan gundan hatin, beşdarî Tevgera Azadiyê bûn da ku tola xwe bigirin.
Dewleta Tirk ji tirsa xwe ew komkujî li ser xelkên herêmê pêk anî. Piştî wê komkujiyê jî rayedarên dewletê çûn gund û propagandaya ‘xwe bidin efûkirin û Tevgera Azadiyê reş bikin’ kirin. Lê mirovên welatparêz ên gund pir baş dizanîn ku dewletê ew komkujî pêk aniye û wê neyê efûkirin. Piştî wê komkujiyê gelek ciwanên gundê Roboskî hatin û beşdarî nava refê gerîla bûn. Yek ji wan qehremanan jî heval Cûdî ye. Heval Cûdî di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevala Bêrîtan Roboskî û Zîlan Roboskî sala 2013’an di dem û cihên cuda de şehîd bûn. Hevrê Haydar û Bêrîtan jî ji heman gund, malbat û eşîrê ne û bi israra xwe ji çiyayan derbasî Rojava bibûn. Li Rojava di eniya şer de bi qehremanî şer dikin û şehîd dikevin. Di demên cuda de me ew heval dîtin. Bi wan re me xebat meşand. Ew zarokên Roboskî weke egîdên Kurdistanê ji bo azadiya hemû gelan şer kirin.
Bi vê wesîleyê ez Komkujiya Roboskiyê ya 28’ê Kanûna 2011’an şermezar û rûreş dikim. Tevahî şehîdên komkujiyê bi bîr tînim. Di şexsê Zîlan Roboskî de soz didim tevahî şehîdên azadiyê em ê heya serketinê ji bo armancên wan tevbigerin. Ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk em ê ji her demê zêdetir bi rola xwe rabin. Xeyal û hêviyên Zîlan Roboskî û tevahî şehîdan ên welat û gelekî azad ji sedî sed em ê bînin cih.

