Li bajarê Hums ê Sûriyeyê, 26’ê Kanûnê di êrişa bombeyî de ya li ser Mizgefta Îmam Alî îbn-Alî Talîp a li taxa Wadî al-Dhababê, ku piraniya şêniyên herêmê Elewî ne, herî kêm 8 kes hatin qetilkirin, 18 kes jî birîndar bûn. Rêxistina Îslamî ya radîkal El Ensar berpirsyariya êrişê li xwe girt.
Piştî êrişê komkujiyên ku bi guhertina rejîmê re li hemberî Elewiyan destpê kirin, zextên li ser civata Elewî ya li Sûriyeyê careke din ketin rojeva raya giştî ya cîhanê. Elewiyên ku êriş şermezar kirin li Lazqiye, Tartûs, Hums û gelek herêmên ku piraniya şêniyên wan Elewî ne daketin qadan. Hate ragihandin ku hêzên ser bi hikumeta Şamê ya veguhêz û komên wê êriş birin ser xwepêşandêran; di van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Aktîvîstê Elewî yê Ereb û nivîskarê lêkolîner Nîdal Hawarî zextên bi rêk û pêk ên li ser civata Elewî ya li Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ne tenê Elewî her wiha gelên li welêt hemû bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû ne.
Hawarî anî ziman, komên çekdar ên li ser Sûriyeyê tevdigerin ji bo berjewendiyên navneteweyî ava bûne, her yek ji wan ‘şebekeya terorê ya navneteweyî ye’ û bi bîr xist ku her yek ji wan bi endamên ji çar aliyên cîhanê komkirî pêk tên û di lîsteyên rêxistinên terorê yên navneteweyî de ne. Hawarî diyar kir ku komên navborî bi taybetî êrişê dibin ser Elewiyan û anî ziman ku Elewî niha bê çek û bê parastin in. Her wiha hişyarî da ku eger Elewî bi vî rengî bêne pasîfîzekirin wê dor were civatên din ên li Sûriyeyê.
‘DIXWAZIN ELEWÎ KOÇ BIKIN Û HERÊMÊ JI NÛ VE DÎZAYN BIKIN’
Nivîskar Hawarî ragihand ku polîtîkaya tê meşandin ne tenên mezhebî ye, di heman demê de parçeyek ji planeke aborî û jeostratejîk e û destnîşan kir ku koçberî li ser gel tê ferzkirin û tê xwestin, komên çekdar ên ji Asya Navîn û pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê re hene li herêmê bêne bicihkirin. Li gorî Hawarî armanc ji vê pêvajoyê ew e ku çavkaniyên enerjiyê û herêmên stratejîk bêne kontrolkirin û destnîşan kir ku heta plan bi cih bê anîn wê gelên Sûriyeyê berdêlên gelekî giran bidin.
Hawarî diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Esad gel kete nava şokeke mezin û got, Elewî demeke dirêj e bê rêxistin û bê parastin hatine hiştin. Hawarî ragihand, bi dewamkirina komkujiyan re tirsa gel jî ji holê rabû, çalakiyên ku îro têne kirin encamek ji vê bidawîbûna tirsê ye.
Hawarî bi bîr xist ku komên çekdar ji bo girseyên gel pasîfîze bikin li naverastê înfazan dikin, lê li gel vê yekê jî gel paşve gav neavêtiye. Hawarî diyar kir ku gelê Elewî wê ji niha û pê ve jî ji bilêvkirina daxwazên xwe, xwe nede alî, dest ji parastina xwe bernede û got, “Bûyerên dawî yên qewimîn ji bo Elewiyan bû xaleke werçerxê. Elewî wê ji niha û pê ve bêdeng nebin. Eger êriş dewam bikin ev têkoşîn wê ji bo Elewiyan veguhere pêvajoyeke çekdarî.”
Nivîskarê lêkolîner Nîdal Hawarî diyar kir ku ji bo bersivdayina li daxwazên civakî wê têkoşîna Elewiyan dewam bike û bi bîr xist ku Kurd û Durzî jî xwedî heman daxwazan e. Hawarî anî ziman ku têkoşîna gelan a li dora van daxwazan wê jiyana hevpar xurt bike û hişyarî da ku eger bersiv ji van daxwazan re neyê dayin dibe ku li Sûriyeyê qutbûneke cidî rû bide. Her wiha hişyarî da ku eger zext û rêbazên terorê dewam bikin dibe ku qutbûna ji welêt û dewletbûneke cuda bi lez bibe.
Hawarî diyar kir ku HTŞ û rêxistinên çekdar ên ser bi wê ve bi kuştinê bersiv dan têkoşîna sivîl a civaka Elewî ya li hemberî komkujiyan û bi bîr xist ku di dema xwepêşandanan de komkujiyên cidî rû dan. Lê belê ji ber ku li Sûriyeyê navendên serbixwe yên wergirtina nûçeyan nîne, hejmara rasteqîn a qurbaniyan nayê zanîn. Hawarî diyar kir ku bi taybetî agahiyên ji aktîvîstên mafên mirovan tên rewşa metirsîdar radixe pêş çavan û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bi berpirsyarî rabe.
Bi dewamî Hawarî got, “Hejmarên ku Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kiri gelekî kêm e. Gelek mirovên hatin kuştin bi rengekî fermî nehatin qeydkirin. Girtin û binçavkirinên li qereqolên HTŞ’ê piraniya wan nayê qeydkirin. Hejmara rastî ya mirovên hatin kuştin nehate qeydkirin. Em zanin ku hin malbat bi temamî hatin tinekirin û kes jê nemane. Ji ber vê yekê hejmara ku saziyên navneteweyî eşkere dikin rastiyê nîşan nadin. Bûyerên diqewimin nîşan didin ku komkujî gelekî mezin e.”
‘ÇARESERÎ BI PIŞTEVANIYA GELAN DIBE’
Hawarî diyar kir ku yekane rêya pêkanîna aramiya li Sûriyeyê tevgera hevpar a gelan e û bang li Elewiyan, Durziyan, Kurdan, Xiristiyanan û gelên din hemûyan kir ku li dora daxwaza jiyana hevpar a demokratîk bibin yek.
Hawarî got, “Em ji derveyî herêmê li vê rewşê binihêrin. Welatên ku li herêmê xwedî hêz û pere ne; Emerîka, Îngilistan û Îsraîl çi dixwazin? Ya rast sîstemeke federe û demokratîk a nenavendî dixwazin. Hêzên ku vê yekê weke gefê dibînin, Sûriyeyê aram nahêlin. Niha sedema pêknehatina aramiyê ev e.
Eger Tirkiye di vê mijarê de israr bike, weke ku beriya niha gelek caran hate bilêvkirin, wê di nava xwe de li pirsgirêkên cidî rast bê. Ji xwe ji aliyê aborî ve krîzek heye, wê rewşa siyasî jî ber bi krîzê ve biçe. Îro bi endamên DAÎŞ’ê re li Yalovayê şer qewimî. Liv û tevgera van hêzan weke nîşaneyeke zexta Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê tê dîtin.
Yekane şertê guhertina rewşa heyî tevgera bi hev re ya gelên Sûriyeyê ya di nava piştevaniyê de ye. Elewî, Durzî, Kurd, Xiristiyan û civakên din hemû weke mirovên asayî dixwazin di nava demokrasiyê de bin. Lê belê ev yek tenê bi piştevaniya kolektîf û tevgera bi hev re dibe. Haya gelan ji vê yekê heye. Dema ku astengiyên navborî ji holê hatin rakirin, zû ne dereng wê li Sûriyeyê avaniyeke demokratîk a hevpar a gelan ava bibe.”

