Salek ji desthilatdariya Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ku di Kanûna 2024’an de li Şamê li ser desthilatdariyê hate bicihkirin, bû saleke ji binpêkirinên giran ên mafên jinan ên li Sûriyeyê. Çavkaniyên serbixwe bi raporan diyar kirin ku li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê û li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, komkujî, revandin, tundiya psîkolojîk û fîzîkî yên li hemberî jinan û tundiya mezhebî zêde bûye. Heta niha zarok jî di nav de bi sedan jin hatin qetilkirin, gelek jî hatin revandin.
Li gorî agahiyan herî kêm 650 jin hatin kuştin ku 29 ji wan zarko bûn. Ji Helebê heta bi Şamê, ji Lazqiyeyê heta bi Siwêdayê li gelek bajaran ev tablo giran bû. Lê li Rojava bi saya hişmendiya xweparastin û rêxistiniyê ya jinan, jiyaneke bi ewle dewam kir. Mejiyê HTŞ’ê mafên jinan tine dihesibîne.
Stêrk Gulo ku salên dûr û dirêj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevantiyê dike, rewşa jinan a li Sûriyeyê ya di sala yekemîn a desthilatdariya HTŞ’ê de ji ANF’ê re nirxand.
Stêrk Gulo got, “Em di dawiya dawiya sala 2025’an de ne. Ji bo destpêka sala 2026’an çend roj mane. Diyar bû ku ketina rejîma Baas û hatina Colanî ya li Şamê di çarçoveya hinek tifaqan de hate kirin. Bi xwe jî gotin, dema ku derbasî Hama û Humsê bûn, wê demê hem hêzên Rûs hem hêzên li wê herêmê rastî şer nehatin. Bi vî rengî Colanî 29’ê Çileyê xwe weke Serokê Şamê îlan kir. Xwe weke Serokê Sûriyeyê îlan kir û dawiya Baas anî. Îro jî em di dawiya salekê de ne. Ji bo Sûriyeyê ev hatina HTŞ’ê di Şamê de xwe spart gelek hevsengiyên siyasî di hundirê herêmê de. Yek jê; Sûriye weke sîstem di bin sîwana Baasê de yek bû, yekalî bû, navendî bû. Her çiqas li gorî destûr û qanûnên xwe bi wî rengî nedihat nîşandan, parlamen, meclîsa gel hebûn jî di nav de tek partî bû. Yanî hêza Baasê yek partî bû. HTŞ bi rêveberiya Colanî di lîsteya terorê ya cîhanê de bû. Çima hat, bi çi rengî hat? Ev meseleyeke ku tenê bi nava Sûriyeyê ve girêdayî nîne. Di şerê hegemonyayê de li herêma me ve girêdayî ye. Sûriye ber bi pêvajoyeke krîtîk û kûrtir çû. Yanî di 62 salan de di hukmê Baasê de ewqas şerê mezhebî, şerê taîfî ewqasî ne li pêş bû. Lê belê bi hatina Colanî re gelek tişt derketin holê. Yek ji wan çawa ku gelek welatên herêmê weke Lubnan, Iraq ku heta niha di bin şerê mezhebî de di bin barekî giran de ye, Şam jî veguherî cihekî bi vî rengî. Hişmendiya heyî ya di nava komên HTŞ’ê de ne tenê mezhebperestî ye, hem navendî hem jî sîstemeke xwe naspêre qanûnên pergala dewletê. Lewma di destpêkê de çi kirin? Dest bi komkujiyên mezin kirin. Ew komkujiyên mezin di serî de revandina jinan, kuştina jinan, ya zarokan bû. Di êrişên li dijî Elewî, Durziyan de yên li Hums, Hama, Lazqiyeyê di serî de jin û zarok hedef hatin girtin. Heta niha jî tê gotin, bi dehan jinên Elewî, aqûbeta wan nediyar e. Li ku derê ne, çawa ne, nediyar e. Dibe ku gelek dezgehên ragihandin, dezgehên mafên mirovan ku xwestin heta niha statîstîkên wan nas bikin, hejmara wan nas bikin, lê belê heta niha tiştekî zelal nîne.”
LI SÛRIYEYÊ WÊNEYÊ ŞAM, DEWLETA TIRK Û RÊVEBERIYA XWESER
Stêrk Gulo ragihand ku dema ew li daneyên têkildarî tundiya li jinan a li Sûriyeyê temaşe dikin sê wêne li welêt derikeve pêşiya mirovan û got, “Li hundirê Sûriyeyê, sê tablo derdikevin pêşiya mirovan, dema ku mirov bala xwe didin ser statîstîkên kuştina jinan. Yek; herêmên ku di bin serweriya HTŞ’ê de. Şam, Hums, Hama, Lazqiye û Heleb. Beşek ji Helebê. Ew tabloyekê ji mirovan re nîşan dide. Hejmarên herî mezin ên ku gihîştine destê me li van herêman, hejmara kuştina jin û zarokan zêde bûye. Û revandina wan. Di heman demê de statîstîkên nêzî hev, herêmên ku di bin serweriya dagirkeriya dewleta Tirk de. Efrîn, Ezaz, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê, Cerablûs. Heta ku niha statîstîkên ku me jî bi dest xistin, li van herêman bi qasî wan herêman hejmara jinan ên ku hatin kuştin, hatin êşkencekirin, hatin revandin hema bibêje nêzî hev e. Lê belê dema mirov vê hejmarê qiyas dikin bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nîne. Mirov ji van hejmaran fêhm dikin ku tiştên ku bi serê jinan de tê kirin bi rastî jî li dijî mafên mirovan e, bi taybetî li dijî mafên jinan e.”
DI NAVA RÊVEBERIYÊ DE JIN NÎNE, KUJER LI SER DESTHILATDARIYÊ NE
Rojnamevan Stêrk Gulo bi bîr xist ku li nava desthilatdariya HTŞ’ê kujer hene û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Xwestin destûra bingehîn bi komên çete ragihînin, ku gelek ji wan çeteyan berê di lîsteya terorê de bûn. Yek yek ji wan jî Hakim Şekra bû ku Hevrîn Xelef li ser destê wî hate kuştin û ev li dadgehên navneteweyî jî hate destnîşankirin. Ew yek ji wan kesan bû. Bi rêya wan xwestin vê meclîsê ava bikin. Dema ku me dîmenê wê meclîsê dît, hemû zilam bû. Û ev bû nîqaşeke gelekî mezin. Pergaleke ku em di sedsala 21’ê de ne, ku ji aliyê zilam ve bê meşandin. Ew diyar dibe ku ev hişmendiya yekalî li Sûriyeyê li dijî avaniya Sûriyeyê ye. Ji ber ku Sûriye welatekî gelek netewe hene, ku mirov dikare jê re bibêje mozaîka jinan e. Em bala xwe bidinê, tevahiya herêmên wê gelek mezhebî ye, gelek mezheb tê de ne, jin ji tevahiya neteweyan hene. Li beramberî vê, ji ber ku 13 sal ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa Rojava re jinan xwe bi rêxistin kir, vê yekê bandoreke mezin li tevahiya Sûriyeyê kir. Lewma dema ku komkujiya Elewiyan, jinên Durzî destpê kir li herêma beravê, li wê derê gelek tîmên wan xwestin ku ew jî parastina xwe bikin. Vê jî îlhama herî mezin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtin. Ji ber ku dîroka avakirina YPJ’ê û xwebirêxistinkirina jinan mînakên wê li cîhanê nebû. Xwe bi serbixwe birêxistin kir, xwe bi taybet bi rêxistin kir û ji mange heta taxim li gorî payeyên leşkerî xwe bi rêxistin kir. Bi fermandariya jinan. Eger em bala xwe bidinê, şerê li dijî DAÎŞ’ê li cîhanê yên ku bûn mînaka vê di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û hat ku di cîhanê de bû mînakek ku êdî li hemberî DAÎŞ’ê jin dikarin DAÎŞ’ê têk bibin. Dema ku beravê jî çêbû, jinên Sûriyeyê ji vê îlhameke mezin wergirtin.”
JI TIŞRÎNÊ HETA BI HERÊMÊN PERAVÎ Û SIWÊDAYÊ HELWESTA BERXWEDANÊ YA JINAN
Stêrk Gulo destnîşan kir ku ji kîjan beşê dibe bila bibe jin bi mîsyona pêşengiyê radibin, fedakariyê dikin û got, “Çawa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jinên ku bi mînakên lehengiyê derketin pêş, li qada beravê jî bi vî awayî bû. Ew dayika dema ku zarokê wê li pêş wê tê kuştin û dibêje feşer, weke çinara beravê hate binavkirin. Ew jin di rastiyê de mînaka têkoşîneke mezin a jinên Elewî û Durzî li hemberî hişmendiya çetewarî ku îro dixwaze Sûriyeyê tevahî bixe bin bandora xwe. Ew mînaka wê dayikê û gelek mînakên jinên ku sala 2025 bi têkoşîna bendava Tişrînê destpê kir. Mînaka din jî ew dixwazim bibêjim. Dema ku têkoşîna jinan li beravê destpê kir, di serî de jinên Reqa yên ku berê xwe dan bendava Tişrînê û dema ku li hemberî dewleta Tirkiyeyê têkoşîna xwe dan nîşandan û dema ku Kerm Şehabî daxuyaniya xwe xwend li êrişeke dronî ya dewleta Tirk rast hat. Û li pêş çavên cîhanê hate şehîdxistin. Yanî Kerm Şehabî ji tevahiya jinên Ereb re bû mînakeke herî mezin.
Her wiha di heman têkoşînê de bi sedan jin bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî; jinên Ereb, Kurd, Mesihî, Aşûrî berê xwe dan wê derê. Di heman demê de jinên ku îro parastina tevahiya jiyan û zarokên xwe dikin, bi wî ruhî bendava Tişrînê parastin. Piştî hatina HTŞ’ê li Şamê êrişên dewleta Tirk jî di heman demê de zêdetir bûn. Em dikarin bibêjin sala 2025, ya ku mohra xwe li wê pêvajoyê xist ku îro heta niha ew ruh dewam bike, ruhê berxwedana bendava Tişrînê bû. Bendava Tişrînê ruhê jinan li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê kir yek. Ji ber ku ew têkoşîn bi şerê gel ê şoreşgerî çêbû. Çawa berê mînakên wê ku di têkoşîna xelkê Şexmeqsûd û Eşrefiyê de çêbû, ku bi salan wan jinan li eniyên pêş cih girtin û şervanên xwe xwedîkirin û di esas de bûn eniya bingehîn ji bo têkoşîna li hemberî çeteyan, di bendava Tişrînê de jî heman ruh hebû. Me dît jî zarok, jin, extiyar tev hemû bi hemû ruhî berê xwe dan wê bendavê. Weke parastina xaka Sûriyeyê kirin. Di rastiyê de di nav de jî hêzên YPJ’ê yên ku berê bi rêxistinkirî û jinên herî hilbijartî yên ku dikarîbûn vê têkoşînê bilind bikin hebûn.”
EGER JIN TÊBIKOŞIN WÊ BI SER BIKEVIN
Stêrk Gulo ragihand ku hem di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hem jî di têkoşîna li hemberî dagirkeriya Tirk de YPJ’ê berxwedana jinê bi rêxistin û bi bandor kir û got, “Gelek mînakên mezin di berxwedana Tişrînê de derketin, hem di têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de derket û têkoşîna li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê derket. Lewma têkoşîna YPJ’ê hişt ku berxwedana jinan bi rêxistinkirî be, bêhtir bi bandor be û jin pêwîstiya xweparastinê ji esasê xwe hîs bike. Çima? Ji ber ku dema mirov li hejmara kuştina jinan û revandina wan dinihêre, hisiyeteke bi vî rengî çêdibe; eger jin bêparastin bimîne wê wiha lê were. Berî vê jî me dît, di dîroka têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de dema jinên Êzidî bê rêxistin bûn, li kuştinên mezin rast hatin. Ev hemû bûn mînak.
Di heman demê de li Rojhilata Navîn di nava ewqas şerekî mezin de dema jin vê pêwîstiyê bibîne xwe bi rêxistin bike, esasê xwe ev yek e. Wê çawa karibe jiyaneke azad û di bin sîwana destûreke ku jinan biparêze ava bike. Lewma weke nerazîbûn gelek tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê sîstema HTŞ’ê qebûl nekirin. Û daxuyanî dan. Li ser wî esasî munasa ava kirin. Yanî weke rêxistina xwe ava kirin ku destûra li dijî jinan li Sûriyeyê hatiye ragihandin, red kir. Yek; divê mafê jinan di her tiştî de weke mafê yê zilam be. Yanî mafê jinê bi taybetî bê nirxandin. Lê belê ev di destûra ku HTŞ’ê îlan kir de nebû. Her wiha di destûra hate îlankirin de dibêje bila wesayeta dayikê li ser zarok nebe. Ev ne qanûnê parastina jinê ku îro cîhanê li ser îmzekirin, tiştekî bi vî rengî li cîhanê nîne. Yanî mafê zarok ji aliyê dê û bav de heye. Ewqasî sîstemeke ku mafên jinan red dike û vê qebûl nake. Bi hişmendiyeke welê wê çawa Sûriyeyeke demokratîk çêbibe. Îro ji bo Sûriyeyeke demokratîk çêbibe, divê hemû faktorên çalak ên ku karibin vê şoreşê çêbikin, di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Ev gelekî girîng e.
Rojnamevan Stêrk Gulo anî ziman ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne niha li dijî mejiyê heyî berxwedanek heye û got, “Dibe ku pir caran, bi qasî ku em dişopînin li gelek wan herêman jin li hemberî wê sîstemê serê radike, têkoşînê dike; çi li girtîgehan be, çi jî li hemberî êşkenceya rojane lê tê kirin. Em dixwazin dinya tevahî jin vê bibihîze ku îro cihê rêxistina jinan lê tine be jin nikare bi ser bikeve. Ev mînakên wê gelekî mezin me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît. Îro rêxistina jinên Ermenî ku herî dawî partiya xwe îlan kir, rêxistina jinên Aşûrî, jinên Suryan, jinên Kurd, jinên Ereb û ew tenê ne di bin sîwana rêxistina xwe ya taybet de ne. Ev tevahî dibin yek. Em bala xwe bidinê, di nava refên YPJ’ê de ji gelek pêkhateyan jin hene. Hem di nava xwe de li gorî ol, nijada xwe taybet in, hem jî dema dibe mijara parastinê hemû dibin yek. Lewma jî dibe ku yek ji armancên HTŞ’ê ew e ku bixwaze vê yekîtiyê xera bike. Belkî di itifaqa 10’ê Adarê de û piştî wê di tifaqên hatin kirin de, nîvê jê jin bûn ên ku ev tifaq kirin. Her wiha em welê difikirîn; gelo ew jin ku tevlî vê desteyê bibe wê HTŞ çawa qebûl bike. Ya wê çawa karibe pêşwazî bike. Lê belê me dît ku li Helebê di 1’ê Nîsanê de dema îmze hate avêtin, jinekê destpêkê îmze kir. Li hember têkoşîna hişmendiya heyî gavek bû. Gavek hate avêtin. Di heman demê de Desteya Muzakereyan a ku diçe Şamê. Ew jî bi rêbertiya jinan çêdibe. Diyar dibe ku sîstema Sûriyeyê divê rengê rake ku karibe bibe nenavendî. Eger vê raneke Sûriye nikare ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Mozaîka li nava Sûriyeyê vê nîşan dide. Ji ber vê jî eger îro HTŞ pir israr dike ku bi hişmendiya zilam Sûriyeyê bi rê ve bibe, wê bibe yekalî û bişikê. Ji ber ku Baasê ceriband, bi ser neket. Eger li gorî hişmendiya mêr bixwaze bi rê ve bibe, wê nikaribe. Çima? Li hemberî eniyên gelekî mezin e. Yek; eger eniya ferqa di navbera fitneyê ku bixin navbera mezheban çêbikin, ew wê bedena Sûriyeyê parçe bike, weke îro heyî. Di heman demê de eger jin karibin jê re pêşengiyê bike, wê civak tev pê re rabe.”
DIVÊ JIN BIBIN XWEDÎ HIŞMENDIYA XWEPARASTINÊ
Di dewama axaftina xwe de got, “Di rastiyê de îro hebûna civakan hebûna sîsteman dide avakirin. Civat sîstema xwe ava dike. Di pêvajoya 13 salan de me ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şênberî dît. Kîjan welat bi qasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ewqas êrişên giran û mezin rast hatibûya wê têk çûbûya. Dema ku Baas ket, her kes li bendê bû ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikeve. Her kes li bendê bû ku gelek şerê mezin rû bide. Lê belê me dît, nebû ew tişt. Gelekî zehmetî hate kişandin. Dibe ku bi hezaran jin koçber bûn ku îro gelek ji wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Ew koçber li gorî şert û mercên welatên din, ku em binerin li Yemenê, li Somalî, li Sûdanê ku komkujiya jinan pêk hat, lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin karîbûn bi ewle bijîn. Yek ji sedemên wê; ji ber ku jin di ferqa hebûna xweparastinê de ye û jê re girîng e ku bi taybetî vê sala derbasbûyî çawa hev bigire. Di rastiyê de ya ku hişt jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser bikeve ev ruh bû. Ev hebûn bû ku karibe xwe bi komunan bi rêxistin bike. Jin di hebûna xwe de sosyal e. Ruhê sosyalîzmê temsîl dike. Ji ber hebûneke muxalefeta li hemberî navendîbûnê ye. Di hebûna xwe de bi vî awayî ye. Dema ku vê firsendê bibîne ji bo rêxistinkirinê wê pêk bîne.
Lewma di tifaqa 10’ê Adarê de û piştî wê jî dema desteya muzakereyan bi Şamê re tifaq kirin, esas yek ji şertên YPJ’ê ev bû ku karibe weke tûgayekê tevlî bibe. Ji xwe ji fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn ev got jî, anî ziman, ku em weke firqeyeke serbixwe bi taybetî di nava Sûriyeyê de xwe bi rêxistin dikin. Di halê hazir de mînaka vê li cîhanê nîne. Belkî jin di artêşan de hebin lê belê bi zilam re cih digirin. Yanî bi taybetî jin karibin vê bikin nîne. Ev mînaka wê ya destpêkê ye.
Her wiha avakirina komunan ku weke dendika civaka demokratîk e ku tê avakirin. Jinan di vê çarçoveyê de gelek tevgerên xwe ava kirin. Ji komunan hat destpêkirin heta yekîtiya jinan ku ji gelek partî û saziyên din ên li Sûriyeyê, vana yekîtiya xwe ragihandin. Weke Tevgera Jinên Sûriyeyê, tevgera jinan di nava Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê de. Û gelek hevgirtinên xwe ava kirin. Hem li dijî sîstema baviksalarî hem jî ji bo karibin temsîla îradeya siyasî ya tevahiya jinan bikin.”
JIN DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN
Stêrk Gulo herî dawî got, “Di vê salê de yek ji xebatên ku mohra xwe li salê xist, xwestek û daxwaziyên jinên Kurd ji bo hebûna Yekîtiya Neteweyî bû. Di vê yekê de konferansek gelekî girîng hate lidarxistin. Ji bo hebûna jinan, ji bo yekîtiya jinan, di heman demê de jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekîtiya jinên Kurd û mafên parastina jinên Kurd. Bi vê armancê karekî girîng hate meşandin. Heta niha jî ew kar dewam dike ku karibin yek ji sedemên parastina jinan û azadiya jinan pêk bîne. Jinên Ereb, Ermen, Kildan, Suryan beriya jinên Kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Îro jî heman bandor ji bo jinên Elewî, Durzî çêdibe. Hejmareke ji wan jinan ku ji neçarî warê xwe terikandin û hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro di gelek saziyan de cih digirin, kar dikin. Bi kêfxweşî vê zemîna fireh ji xwe re dibînin ku karibin xwe îfade bikin û ji bo hebûna xwe tiştekî bikin.
Di têkoşîna jinan de yek ji gavên sereke ku di sala 2025’an de hate avêtin perwerdekirina jinan bû. Bi pêşengiya Kongra Star. Hema bibêje ji sedî 30 zilam hatin perwerdekirin. Û bi pêşengtiya jinan. Di nava salê de li Şamê ji cil û bergan heta bi gelek qadan hewl hate dayin ku qanûn bêne avakirin û dest li jiyana jinan bê werdan. Li hemberî vê yekê nerazîbûneke cidî nehat nîşandan. Lewma tevahiya jin weke hevgirtinekê bi tevahiya jinan re hate kirin ku jin azad e, jin dikarin bi azadî tevbigerin. Bêguman heta niha ev têkoşîn dewam dike.
Mijareke din jî ku esas jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re pêşengiyê dikin, Qanûna Destûra Jin li gorî hevpeymana civakî karibe bi rê ve biçe û li ser wê qanûna jin pêk were. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karibe bibe mînak ji bo tevahiya Sûriyeyê. Karibe Sûriye li ser van bimeşe. Bi rastî jî xilasiya esasî ew e. Bêguman hêzên pêşengiyê ji tevgera jinan re dikin; weke Kongra Star, YPJ, Partiya Paşerojê ye, Tevgera Jinê li nava Sûriyeyê di bin sîwana ku îro Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk dixwazin. Ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê ku îro karibe sîstemeke jin karibe temsîliyeta xwe tê de bibîne. Ji bo vê hevdîtin bi Şamê re dewam dikin. Di nava van hevdîtinan de jin temsîleke baş dibîne. Di destûrê de jin ji bo karibin mafên xwe biparêzin; yek ji şertên wan ê esasî ew e ku karibin xwe bi taybetî bi rêxistin bikin. Ji bo vê jî têkoşîneke mezin tê kirin. Hevdîtinên bi Şamê re wê dewam bikin. Lewma di muzakereyan de û pêkanîna mafên jinan de têkoşîneke bilind îro dikeve ser tevahiya jinan ku karibin xwedî li vê derkevin.
Em derbasî sala 2026’an dibin. Bi rastî jî ev sal ji bo qada çapemeniyê jî qadeke têkoşînê bû ku tevahiya jinan li vê qadê jî berxwedaneke mezin kirin. Di serî de hevala Cîhan Bîlgîn û hemû hevalên me yên şehîd ku em wan bi bîr tînin. Di vê têkoşînê de li ser me jî dikeve ku em sala 2026 em karibin bibin bingehek, dengek, rengek jinan ku çawa jin bi têkoşîna xwe kir reng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê. Ez bi xwe di wê hêviyê de me ku jin karibin Sûriyeyeke paşerojê, welat û erdekî azad amade ne bi têkoşînê. Çawa ku bi berxwedana Bendavê bi şerê gel ê şoreşgerî ew ê sala 2026’an bi têkoşîneke demokratîk, ji bo avakirina civateke demokratîk wê têkoşîneke mezin bimeşînin.”

