Pêvajoya ku li gel banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye, kêm maye ku sala xwe ya yekem tije bike. Tevî ku hikûmeta Tirk pêngavên xwe giran dike û ji ya xwe nayê xwarê jî hêviya aşitiyê ji aliyê gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin. Israra li ser şerî ya desthilatdar û aligirên wê jî her ku diçe kêmtir piştgiriyê digire.
Ramazan Ozturk ê ku hem li Rojhilata Navîn û hem jî li gelek deverên cîhanê yên cuda şer şopandine; ku cîhanê Komkujiya Helebçeyê bi wêneyên wî nas kir, rojnamegerê ku li 107 welatên cuda rûdanên di kêliyên şerî de û yên piştî şerî temaşe kirine û nûçeyên belgesel amade kirine û nûçegihanê wêneyan, geşedanên rû dane bi gotinên ‘’Li ku derê îhtimala aşitiyê pêş dikeve, li wir wext hêdî diherike’’ pênase dike.
Ramazan Ozturk, tiştên ku di dema rojnamegeriya xwe de şahidiya wan kiriye ku di sala 1975’an de dest pê kiriye, hêza wêneyan û geşedanên ku di serdemên dawîn de li Kurdistanê rû dane ji ANF’ê re nirxandin.
‘WÊNE WEKE EYNEYEKÊ YE, ÇI BIBÎNE WÊ NÎŞAN DIDE’
Ramazan Ozturk ê ku xwe weke wênegirê nûçeyan pênase dike û bi taybetî diyar dike ku ew hem wêneyan digire û hem jî nûçeyan amade dike, diyar dike ku wêne weke eyneyekê ne û ev yek anîn ziman: ‘’Ez wênegirekî nûçeyan im. Ez nûçegihan im lê belê hem wêneyan digirim hem jî nûçeyan amade dikim. Ji roja min dest bi vî karî kiriye û heya niha ev yek wisa ye. Ji bo min wêne weke eyneyekê ye; çi bibîne wê nîşan dide. Helbet ez yên manîpule dikin, cida dikim. Bi min bûyereke ku em nikarin bi pirtûkan bînin ziman, dikare bi tenê wêneyekî were vegotin.
A rastî wêne, zimanê hevpar ê mirovahiyê ne û di heman demê de vegotineke xwerû ya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê wêne kêliya ku digire –ger destwerdan çênebe- bêyî ku biguherîne weke xwe neqil dike.’’
Ramazan Ozturk piştre anî ziman ku wî li 107 welatên cîhanê şahidiya di kêliyên şerî û yên piştî şerî kiriye û gelek xalên şikestinê yên cîhanê hene û got: ‘’Hema bibêjin min şahidiya hemû şerên 30- 35 salên dawîn pêk hatine. Bi salan ez çûn şerê Îran-Iraqê û hem li Îranê û hem jî li Iraqê kêliyên piştî şerî kişandin. Komkujiya Helebceyê, Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Kendavê, Şerê Bosnayê, Şerê Kosovayê, serhildana li Arnavûtlûkê, Şerê Çeçenîstan-Rûsyayê, Derbeya li dijî Yeltsin a li Rûsyayê…
Her wiha şerê li welatê me jî heye; bo nimûne şerê navxweyî yê li Kurdistanê. Li wir şer tu caran bi dawî nebû, tim dewam kir. Min şer û pevçûnên li Efxanistanê şopandin; her wiha piştî şerî jî ez çûm û min têkildarî şerî belgesel amade kirin.
Min li 107 welatên cîhanê ên lê xala şikestinê hebûn 107 belgeselên nûçeyan amade kirin. Ez piştî Şerê Vîetnamê çûm û min belgesela rêçên nebaş ên şerî ên li ser jiyana însanan kişand. Min gaza jehrî ya li wir hate bikaranîn bandorên wê yên li ser însanan belge kirin.’’
‘WÊNEYEK DIKARE ŞERÎ BIDE DESTPÊKIRIN Û BIDE BIDAWÎKIRIN JÎ’’
Ramazan Ozturk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wêneyek dikare şerekî bide destpêkirin û di heman demê de bide bidawîkirin jî û destnîşan kir ku wêneyên Komkujiya Helepceyê delîl in ku Saddam Huseyîn çekên kîmyewî bi kar anîne û ev yek anîn ziman:
‘’Bandora wêneyan gelekî zêde ye. Dikare şerekî bide destpêkirin û di heman demê de bide bidawîkirin jî. Ji bo bidawîkirina şerekî em dikarin mînaka wênêyê ku kêliyên kuştina gerîlayê Vietkongê nîşan dide, bidin. Vî wêneyî, Şerê Vîetnamê raxist ber çavên cîhanê.
Bo nimûne wêneyê ‘’şahidê bêdeng’’ yê di Komkujiya Helepceyê de, derxist holê ku Saddam Huseyîn hem di serdema şerê Îran-Iraqê de hem jî li hemberî welatiyên xwe gaza kîmyewî bi kar aniye. Wê serdemê Rafsancaniyê ku Îran bi rê ve di dikir, spasiyên xwe li min kirin. Ji min re gotibû; ‘Me heşt û sal û nîvan hewl da û ji NY’yê re anî ziman ku li dijî me gaza kîmyewî hatiye bikaranîn lê belê tu kesî bawer nedikir; ji ber ku hemûyan piştgirî dida Saddam. Lê belê te weke rojnamegerekî ev yek îspat kir û tu bûyî wesîle ku şer bi dawî bibe.’
Komkujiya Helebceyê, li Iraqê li dijî Saddam bû delîl. Her wiha Bush gotibû ku ‘Em ê ji bo tolhilanîna vê pitikê werin.’’
‘KARÊ MIN GIRTINA WÊNEYAN Û RAGIHANDINA RAYA GIŞTÎ YE’
Ramazan Ozturk di dewama axaftina xwe de anî ziman ku karê wênegiran ê sereke girtina wêneyan e, da zanîn ku divê hêz û bandora wêneyan baş were fêmkirin û ev yek anîn ziman:
‘’Ez tu caran dudil nebûm ku li qada şerî wêneyan bigirim yan na, lê belê wêneyên ku min neweşandin çêbûn ku ne ji yên herêmên şerî bûn. Berovajî wê li herêmên şer lê hebûn jî diviya min wêne bigirtana ku haya raya giştî jê çêbibe ku li wir çi diqewime.’’
‘KOMKUJIYA MEREŞÊ KOMKUJIYEKE BIÇÛK A WEKE HELEPCEYÊ YE’
Ozturk ê ku wêneyê herî tê zanîn ê yek ji komkujiyên Tirkiye û Kurdistanê Komkujiya Mereşê girtiye, diyar kir ku Komkujiya Mereşê hema komkujiyeke biçûk a weke Komkujiya Helepceyê ye û têkildarî tiştên ku li wir şahidiya wan kiriye, ev yek anîn ziman:
‘’Komkujiya Mereşê, ji ber temenê min û bi qasî ku min xwendiye bûyereke dîroka nêz e ku mirovahî fêm nake. Şer û komkujiyên ji wê mezintir jî çêbûn; lê belê ez li gel berawirdkirina bûyerên ku li welatê min rû dane, bi qasî ku temenê min têrê dike û min şahidiya wan kiriye, dibêjim.
Tu dizanî ku tişta herî zêde bandor li min kir, çi bû? Em li kolana digeriyan; tije cenaze bûn. Leşkerekî cenaze berhev dikirin û hem digirî û hem jî cenaze berhev dikirin. Em ketin kolanekê, xaniyên wê yên kevn bûn. Jineke temenmezin li pêşiya malê rûniştibû. Li konanê dinêrî. Xaniyê li rex hatibû îşaretkirin.
Min jêre got: ‘’Xaltîkê tu li vir rûdinê?’ Got; ‘Erê.’ Min jê re got; ‘Yên li rex cînarên te ne?’ Got; ‘Erê, kurê min, ji dema ez weke bûk hatime heya niha li vê malê rûdinêm û ji wê demê ve ye ew cînarên me ne.’
Min got; ‘Baş e xaltîkê, çi bi wan însanan hat?’ Axînek kişand… Ew bi sedsalan bû bi hev re dijiyan.
Cenazeyên ku dihatin berhevkirin, dibirin selexaneya Mereşê. Cenazeyên zarok û jinan li ser hev bûn. Jinên ducanî û keçikên ciwan ên zikê wan bi tirmixê hatibûn jêkirin… Min ev yek dîtin. Her wiha min şîlênkerên cenazeyan jî dîtin. Yek anîn. Destên wî bilind kirin û di her milekî wî de pênc şeş saet û bazink hebûn.
Li gorî min Komkujiya Mereşê, komkujiyeke biçûk a weke Komkujiya Helebê ye.’’
LI ROJHILATA NAVÎN DEMA QALA AŞITIYÊ TÊ KIRIN WEXT HÊDÎ DERBAS DIBE’
Ramazan Oztur piştre çavdêrî û nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoya dawîn anîn ziman û diyar kir ku dema li Rojhilata Navîn qala aşitiyê tê kirin wext hêdî diherike û ev yek anîn ziman:
‘’Beriya niha jî çend caran hewl hate dayîn ku ev pêvajo pêk were lê belê têk çû. Ji ber nîyet ne dabînkirina aşitiyê bû; ranta siyasî û girtina dengan bû. Dema ku dîtin vê yekê bi dest naxin, pêvajo xirab kirin. Di avaniya Tirkiyeyê de demareke faşîst û nîjadperest heye. Her kî jî be ferzkirineke weke yek bawerî û yek nasname heye. Derdoreke xwedî vê hişmendiyê heye. Mixabin ku ev derdor, tişta ku em jêre dibijin ‘hêzên tarî’’ di piştperdeyê de heye.
Jixwe li Rojhilata Navîn dema qala aşitiyê tê kirin wext hêdî diherike û astengî derdikevin. Di dawiyê de dema ku aliyên naxwazin aşitî pêk were, ser dikevin jî têkçûna pêvajoyê bi awayekî hêsan pêk tê. Bi du sê provokasyonan dikare her tişt were têk birin ku me ev yek dît.
A niha hemû kes têkildarî pêvajoya aşitiyê ya dest pê kiriye tiştekî cida dibêje û neheq jî ninîn. Ji ber ku dema mirov li rûdan û encamên paşerojê dinêre dikeve dudiliyekê: Şikên weke gelo wê pêvajo têk biçe, kî hesaba çi dike û kîjan berjewendî hene, hene û mafdar in jî.
Ez jî dibêjim ku; Vê carê dîsa gelek hesab hene lê belê gelo ev hesab ji yên beriya niha mezintir in? Divê wisa be. Ji ber ev kar ji hesabeke biçûktir nayê çareserkirin.
‘HEYA PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN AŞITÎ NAYÊ ROJHILATA NAVÎN’
Ez çima wisa dibêjim? Ji ber ku radîkaltirîn û neteweperesttirîn partiya Tirkiyeyê pêşengtiya vê pêvajoyê dike. Ev saleke gavek jî be paşde neavêtiye. Em vê partiyê ji roja ava bûye û heya niha dizanin û nas dikin.
Aqilekî gelekî li ser ceribandinên berê heye. Ger bi vî awayî çareser bibe ma wê nebaş be? Na, wê baş be. Bi rastî jî ger pergaleke demokratîk were avakirin, hemû kes bibe xwediyê mafên qanûna bingehîn û hemû kes bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe wê ev yek pir baş be.
Jixwe avêtina pêngaveke bi vî awayî radîkal ya jî wê bes ya ji aliyê partiyeke MHP’ê û serokê wê pêkan bibe. AK partiyê nedikarî vê yekê bi tena serê xwe bike, CHP’ê nedikarî. Di nava CHP’ê de jî demareke neteweperest heye; ‘’demareke xurt ya ku dibêje hemû kes Tirk e.’’
Ger em werin encamê, li gel geşedanên girîng ên li seranserê cîhanê û li Rojhilata Navîn patronên cîhanê bi vê yekê hesiyan ku heya pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn aşitî nayê dabînkirin. Li gel derbasbûna demê jî wê hemû kes zirarê bibîne. Ger ez qala fikra xwe bikim jî heya ku bi awayekî yasayî îmze neyên avêtin ez ê bi guman li vê pêvajoyê binêrim.’’

