Çarşem, 29 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji rêxistinên Elewî daxuyaniya ‘Dersimê’: Serhildan nîne, qirkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DYE û Çînê de rageşiya ‘Panama’yê mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo parastina destketiyên li Rojava pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Şert e ku Ocalan azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatgir a Nobelê Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Umît: Çalakbûyîn şêweyekî azadiyê ye
Kurdistan

Umît: Çalakbûyîn şêweyekî azadiyê ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku ji bo 17'ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were divê her kes bênavber bixebite û got, "Divê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe tevlî bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin,  beşdarî televîzyona Medya Haberê bû û nirxand kir.

Hêlîn Umît di destpêkê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir ku 25 sal in di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de berxwedaneke dîrokî dimeşîne û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

‘ÎSAL HEM EM HEM JÎ HÊZÊN KOMPLOGER DIXWAZIN ENCAMÊ WERBIGIRIN’

Hêlîn Umît anî ziman ku wan bi îdîa û biryardariya parçekirina plana komploya navneteweyî dest bi sala 2024’an kirin û got, “Kampanya ku di 10’ê Cotmehê de hate destpêkirin, kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi esasî kampanyayeke bi vê armancê bû. Rewşeke bi vî rengî heye. Xuya ye sala 2024’an saleke welê ye ku hem em hem jî hêzên komploger dixwazin encamê werbigirin. Ji ber vê yekê ji bo karibin komployê nû bikin li herêmê liv û tevgereke cidî heye. Bala xwe bidin ser; destpêkê Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştre jî Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Guler li herêmê geriyan. Yanî serdana Iraqê kirin.

Di vir de dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Xusûsa girîng ev e. Komplo dema ku sala 1999’an hate plankirin jî liv û tevgereke bi vî rengî hebû. Hem li qada navneteweyî hem jî li herêmê hebû. Lê belê hêza esasî hêzên noker bûn. Nokerên Kurd bûn. Niha jî ku di sala 2024’an de em hewl didin encamên Komploya Navneteweyî ji holê rakin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê pêngaveke azadiyê pêk bînin, hêzên komploger careke din hêzên hevkarên xwe didin pêş, hewl didin planeke nû ya ku dispêre wan, biafirînin. Lê belê dikarim vê jî bibêjim. 25 sal in ev plan bi vî rengî bû. Carna bi eşkere carna jî bi rengekî veşartî meşandin. Di 10 salên dawî de bi rengekî çalak hevkarên xwe yên Barzanî bi ser me ve dehf dan û bi vî rengî hewl dan êrîşên xwe yên dagirkeriyê, qirkirina li ser gelê Kurd ferz dikin, rewa bikin. Êrîşeke komployê heye. Ev kifş bûye. Dibe ku hîn bêhtir şer biqewime. Li herêmê divê her kes xwe ji vê yekê re amade bike. Ji ber ku planeke bi vî rengî heye. Di demeke welê de ku Rêber Apo dîlgirtî û di bin tecrîdeke giran de ye, dixwazin li hemberî rêveberiya tevgerê, hêza gerîla, hêza şer êrîşeke bi vî rengî ya tasfiyeyê bimeşînin. Dixwazin komployê bispêrin vê yekê û dewam bikin.”

‘GERÎLA DU ÇALAKÎ KIRIN, ARTÊŞA WAN JI HEV KET’

Hêlîn Umît ragihand ku hêzên komploger û dagirker dixwazin di sala 2024’an de encamê bi dest bixin û got, “Lê belê di dema xwe ya herî lawaz de ne. Di serî de dîplomasî, ji aliyê leşkerî ve jî di dema herî lawaz de ne. Gerîla du çalakî kirin. Çi bû? Yek bi yek ji hev ketin. Xwe avêtin ber deriyê NATO’yê, xwe avêtin ber filan derî. Li ber wan geriyan, xwestin ku êrîşan rawestînin. Hatin li ber Iraqê geriyan. Gotin, van êrîşan bisekinînin. Xuya ye kurteberiya hevdîtinan bi vî rengî ye.”

‘MEŞA MEZIN A AZADIYÊ JI NIHA VE GIHÎŞTIYE ARMANCA XWE’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welêt û derveyî welêt têne lidarxistin û got, “Çalakiya ku li Kurdistanê di bin navê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ de hate lidarxistin, gelekî hêja ye. Di ser komployê re çaryek sedsal derbas bû. Ne kêm e. Zarokên ku roja komployê ji dayik bûn, li dijî vê komployê di têkoşînê de şehîd bûn. Rastiyeke bi vî rengî heye. Lewma gelê Kurd bi vê meşê nîşan dide ku 25 sal in çawa li ser piyan dimîne. Coşeke mezin heye, kelecaneke mezin heye. Yên ku çalakî pêk anîn silav dikim. Di demeke bi vî rengî de, di demeke welê de ku komkujî, qirkirin, bêhiqûqî, bêpîvanî, bêqanûnî tê ferzkirin, gelekî hêja ye ku bi wêrekiyeke mezin daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin, têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd bi biryardarî tê meşandin. Ji ber vê yekê gelê Kurd wan li her derê hembêz dike. Ji ber ku wê fedakariyê, wê wêrekiyê dibînin vê yekê dikin. Ya ku ji nûnerên gelê Kurd tê xwestin jî ev fedakarî û wêrekî ye. Vê jî nîşan didin. Lewma gelekî hêja ye. Peyamê didin dijmin, peyamê didin dewleta Tirk.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ev meş ji niha ve gihîştiye armanca xwe û got, “Bêguman divê hîn bêhtir bê berfirehkirin. Rêber Apo li qada xwe her tim meşên bi vî rengî sembolîk dikir. Bi taybetî bi hevalên jin re… Li wir jî karekî bi wî rengî dihate kirin. Mînak digot, ‘Werin em bi hev re meşeke azadiyê bikin’. Yanî meşa li girekî, meşa li çiyayekî, atmosfera vê meşê. Belê, niha her kes tevlî meşa azadiyê ya Rêbertî dibe. Ez bi vî rengî fêhm dikim, bi vî rengî bi wate dikim.

Tevî vê yekê li Ewropayê jî ciwanên enteransyonal, hevalên enternasyonal dest bi meşekê kirine. Li modernîteya Ewropayê, yanî li cihekî mîmarê mejiyê komploya navneteweyî hewldaneke bi vî rengî ya serîhildanê ya ciwanên enternasyonal; yanî ciwanên Elman, Fransî, Îtalyayî gelekî girîng e, wan silav dikim. Ew ê jî meşa xwe dewam bikin, mezin bikin.

Meşa li Kolnê bêguman girîng e. Di vê mijarê de rêveberiya tevgera me hin daxuyanî dan. Herî dawî hevalê Sabrî daxuyanî da. Mîtîngeke girîng tê plankirin. Weke mîtînga bi milyonan mirovî hate pênasekirin. Ev yek tê vê wateyê. Ne tenê gelê Kurd, tevî gelê Kurd, dostên gelê Kurd, dilxwazên azadî û demokrasiyê li mîtînga li Kolnê li hev kom bibin. Dema ku bi vî rengî bû hingî wê hevparbûyîn pêk were.

Divê ev yek baş were fêhmkirin. Her çalakiyeke azadiyê mirovan azad dike. Yanî ji bo mirov azad bibe divê bikeve nava liv û tevgerê. Çalakbûyîn şêweyekî azadbûyîna mirov e. Ji ber ku mirov xwe bi wê yekê azad dike. Yanî ne ji bo hinekan, ji bo xwe divê mirov bikeve nava liv û tevgerê, çalakiyan. Ne ku weke minetekê vê bike, ne ku bibêje ez ji bo Kurdan tevlî vê çalakiyê dibim, an jî ji bo hevalên li çiyê tevlî vê çalakiyê dibim. Divê ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe, yanî ji bo rûmeta xwe, ji bo mirovbûna xwe, ji bo hebûna mirov a bi îrade tevlî bibe. Ji niha ve ez hemû beşdaran silav dikim û dixwazim bibêjim ku ji bo 17’ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were, her kes bênavber bixebite.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Daxuyaniya KJK’ê ya li ser 15’ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
Nûçeya Pişt re DEM Partî wê namzetên xwe di 29’ê Çileyê de bide nasandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya girtîgehê nameya Hevşaredar Nûriye Arslan desteser kir

Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bunyan bi hinceta "fikaredar e" dest danî ser nameya ji Hevşaredara…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên dewleta Tirk dewam dikin, QSD’ê çar drone xistin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê cezayê îdamê li aktîvîsta Kurd hate birîn

Dewleta Îranê cezayê îdamê da parêzvana mafên mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?