Li ser Bendava Tişrînê bi dehan çîrok di nava korkên kalemêran de veşartî ne, çîrokên lehengiyê ku bi xwe re hebûna diafirînin, tên nivîsandin. Vê carê jî çîroka xalê Osman, Omer, Mahir û Kurdo ye ku di nava tîma ceyran û tenduristiyê de kar dikirin ku û di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, şehîd dibin.
Hevalê Şehîd Osman Fehid Mihemed qala çîroka xwe dike û dibêje: ‘’Piştî hilweşandina rêjîma Sûriyeyê, çeyetan berê êrîşên xwe dan Bendava Tişrînê. Ceyran, bi giştî li ser Kantona Firatê hatibû qutkirin û ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendavê ne nedikarî em biçin bendavê. Di 28`ê Kanûnê de em weke ekîbeke ceyranê ji bo ku em ceyranê çêkin û berdin em ber bi bendavê ve bi rê ketin. Me ceyran çêkir û di şeva sersala 2025`an de careke din me nedikarî em ji ber êrîşa dewleta Tikr a dagiker ber bi bendavê ve biçin. Dema ku konvoya gel ber bi bendavê ve çû, em jî weke ekîb careke din me xwe amade kir û em ber bi bendavê ve bi rê ketin. Em bi wî gelî ku bi ruhê welatparêziyê di paxila xwe de dihewîne re ber bi bendavê ve bi rê ketin. Êdî parastina bendavê di destê me de ye û em ê xwedî li bendava xwe derkevin.’’
‘ME GOT YAN HEBÛN YAN JÎ NEBÛN’
Dema ku ekîba me cihekî lê ceyran xirabûyî çêdikir, dewleta Tirk li cihê din dixist û ew cih jî ji xizmetê derdiket. Lê belê israra me tenê ew bû ku em ceyranê bidin gelê xwe. Me bajarê Sirînê bi dawî kir, ekîbê bi giştî bi xwe amadekariyên xwe kiribû. Me cihê ku were çêkirin dizanî. Lê belê dîsa jî dewleta Tirk bê navber li konvoya me dixist û xwest wê yekê asteng bike. Li pişiya konvoyê dixist, em jî ber bi cihê xirab ve diçûn. Em derketin ser cihê ku xirab bûyî û balafirên şer êdî rasterast li me dida ku hevalên me li ser dîrekên ceyranê bûn. Ger me ew çêbikira wê ceyran bihata Kobanê. Dewleta Tirk dîrekê li pêşiya me xist û dîrek bi temamî ji xizmetê derket û me hewce bi wê yekê dît ku em ber bi konvoyê ve herin û bi gel re biçin. Tam di wan kêliyan de li ambûlansa li pêşiya me xist û hevalên me yên tendûristiyê şehîd bûn. Wê demê berxwedanî êdî gelekî bi pêş ket û me got ku êdî yan hebûn yan jî hebûn.”
Fehid Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ketina xwe ya bendavê û diyar kir ku tekane armanca wan çêkirina ceyranê bû û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê me weke lehiyekê ber bi bendavê ve kete rê û em çûn. Wê demê hevrêyê me Osman jî bi me re bû. Tevî ku nexweş jî bû got ku ez ê herim bendavê. Di hundirê wî de ruhê berxwedaniyê hebû û li hemberî her êrîşê digot ku çi dibe bila bibe em ê herin. Dema em gihîştin bendavê weke ekîb me plansaziya xwe çêkir û me got ku êdî em dest bi çêkirina ceyranê bikin. Di wan kêliyan de jî li dora me atmosfereke berxwedaniyê ya ne normal hebû ku israra me jî zêdetir dikir. Dayîk bi tililiyên xwe û hunermend bi stranên xwe, her kesî li dora agirî dîlan digerand.”
Fehid Mihemed axaftina xwe wiha domand: ‘’Xalê Osman her bi me ra ye, wê demê ji me re digot ku werin em li hevûdu kom bibin û wêneyekî ji bîranînê re bihêlin. Me li hev kom bûn û me wêneyekî xwe girt. Tam di wê kêliyê de dengek hat. Dewlata Tirk êrîşî li wesayîta li her du nobedaran Hêza û Edhem û keça wan Ronîzayê kir û di encamê de min destê xwe bi serê xwe kir û min li dora xwe nerî. Di wê demê de min nizanîbû ku xalê Osman jî şehîd bûye, her kes ber bi wan birîndaran ve çû û me got ku em birîndaran rakin. Dîsa jî min nas nekir ku yê birîndar bûye xalê Osman e. Dema ku me hemû kes kom kir, êdî me got ku em binêrin ku kî ji ekîba me wenda ye. Min xalê Osman jî ji bîr kir, min hevalekî me nedît û min got ku qey ew şehîd bûye. Her wiha gelek hevalên me jî birîndar bûn.”
‘EM BI SER KETIN’
Fehid Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku dema ku min cara dawî xalê Osman birîndar dît, weke ku bibêje êdî min bendav radestî we kir û hûn ê xwedî li bendavê derkevin û ev yek anîn ziman: ‘’Min hevalê me Osman wê demê li odeya ku dihat tedawîkirin dît ku nefesa wî pir bi hêz diçû û dihat. Em hemû jêre dibûn alîkar. Êdî em dev ji bendava xwe bernadin, her kes li dora me bû û bi tenê rihê berxwedaniyê hebû. Nabe ku em dev ji bendava xwe berdin. Di wê demê de hevalek hat û ji min re got ku serê te sax be. Min got ku ma çi bûye. Wê nedizanî ku agahiya min ji şehadeta xalê Osman tune ye. Ez gelekî xemgîn bûm. Lê belê îsrar û berxwedaniya gel ya li dora me, agirê berxwedaniyê di dilê me de gurtir dikir. Xalê Osman yek ji kesên herî dilnizim bû û hemû kesên li dora wî ji xalê Osman hez dikir. Ji ber wê bi saya xalê Osman û gelek kesên din jî bendav bi ser ket û em jî bi ser ketin.”
Hevseroka Desteya Tenduristiya Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm jî ku gelek hevrêyên wê jî li bendavê li pêşiya wê şehîd bûn, wiha qala çîrokan wan dike: ‘’Weke ekîba tenduristiyê dema ku em ve bi konvoya gel re ber bi bendavê em diçûn, ekîba me rastî êrîşan hat. Karê me ew bû ku em birîndaran tedawî bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrîş dikir. Di wan êrîşan de jî gelek caran ekîbên me yên tenduristiyê dihatin hedefgirtin û di encamê de jî gelek hevalên me jî birîndar bûn. Hevalên me Mahir, Omer û Kurdo jî di encama wan êrîşên li ser ekîba me û lwesayîtên ambûlansê de şehîd bûn. Her wiha 6 hemşîre jî birîndar bûn.”
Ezîze Îbrahm piştre anî ziman ku li gorî qanûnên cîhanê nabe ku ambûlans û tîmên tenduristiyê werin hedefgirtin, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrîşên xwe dikirin û got: ‘’Di koma ku hevalên me şehîd bûn de em 27 kes bûn. Şehîd Omer her israr dikir ku ber bi bendavê ve biçe, hejmara me temam bibû û wî gelekî israr dikir. Tevî ku me jêre digot ku tu yê bi tîma din re biçî jî lê belê wî beriya wê hemû amadekariyên xwe kiribûn. Hevriyê me Omer, di dema çûyînê de şehîd bû ku êrîş li ambûlansê hatibû kirin. Hevalê me Mahir jî bi giranî birîndar bûbû û piştî ku gihîşt bajarê Reqayê şehîd bû.”
Ezîze Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî şihadeta hevrêyên wê bi dehan hevalên ji ekîba tenduristiyê xwestine ber bi bendavê ve biçin û got: ‘’Dewleta Tirk ne zarok û ne jî ekîbên tenduristiyê nas dikir û her kes dikir hedefa xwe. Lê belê niha jî bendava me bi ser ket ku ew jî bi saya hevrêyên me yên şehîd pêk hat. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina Bendavê tacîdar kir û em bi ser ketin.”

