Piştî banga Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi rengekî seferberiyê gelan berê xwe dan Helebê.
Duh ji Kantona Firatê karwanê yekem derketibû rê û xwe gihandibû Tebpayê. Her wiha ji komek ji bajarên Cizîrê û Reqayê jî ketibûn ser rê.
JI CIZÎRÊ TEVLÎBÛNEK GIRSEYÎ
Îro jî, ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê yên Kantona Cizîrê bi sedan kesan berê xwe dan Helebê.
Welatiyên ku ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê derketibûn rê, li Çerxerêya Yusuf Gulo ya Qamişlo bi girseya li vir re gihîştin hev bi karwanekî nêzî 100 wesayîtan û bi dirûşmeyên berxwedanê ber bi Hesekê ve ketin ser rê.
Girseyên Til Koçer, Til Hemîs û Amûdê jî di saetên sibehê de ji bajarên xwe berê xwe da Hesekê.

