Şemî, 10 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Mecît Baskin daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Ji ber ku desthilatdarî di aştiyê de îsrar nekir Komkujiya Enqereyê çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Baweriya ji pêvajoyê re girêdayî azadiya Birêz Ocalan û aşitiya mayînde ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!
Rojane

Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê çalakî lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

AMED: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 922’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li faîlên 11 welatiyên sivîl ku di 9’ê Cotmeha 1993’yan de li gundê Mezraya Kepirê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hatibûn windakirin, pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.

Pêşî Sekreterê ÎHD’ê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz axivî û da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Wê rojê ve heta niha em pirsîna aqûbeta 11 gundiyên ku careke din me agahî ji wan negirtiye dikin. Mixabin ev 11 gundî jî yek ji mînakên pir diyar û pir eşkere yên vê polîtîkaya cezayê ya sedsalî ne. Li ber çavê her kesî ew mirov çûn û hatin birin û hatin tunekirin û ew fail hêj jî tên parastin û mixabin em di pir caran de hîn jî lîstikvanên vê karî li ser televîzyonan dibînin û canê me diêşe mixabin.”

Metna serpêhatiya windakirina 11 gundiyan ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Mûrat Yuksek ve hate xwendin. Mûrat Yuksek da zanîn ku çend sal derbas dibin bila bibin ew ê ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celîl Aydogdu, Behçet Tûtûş, Mehmet Şerîf Avar, Hesen Avar, Bahrî Şimşek, Mehmet Şah Atala, Tûran Demîr, Abdo Yamuk, Nusredîn Yerlîkaya, Umît Taş ên ku di binçavan de bi darê zorê hatin windakirin û ji bo hemû windayan ew ê dest ji daxwaza edaletê bernadin. Mûrat Yuksek wiha got: “Divê dewlet di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û faîlan derxe holê.”

Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê dawî bû.

COLEMÊRG: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 248’an de li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê li dar xist. Di vê hefteyê de jî aqûbeta Haci Ahmet Er ê ku di 15 tebaxa 1995’an de li gundê Marufan a navçeya Çelê ya Colemêrgê di bin çavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Di destpêka çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê hatin bibîranîn û ji bo wan edalet hat xwestin. Piştre metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHD’ê yê Colemêrgê Musa Bor ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal in kujerên Haci Ahmet Er nehatine darizandin û divê lêpirsîneke bibandor û berfireh bê kirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 758’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê, Xizmên Windayan, Partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, aktivistên TJA’yê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê girseyê berê xwe da ser Goristana Girbereşkê û qurbaniyên komkujiya 10’ê Cotmehê bi bîr anî.

RIHA: Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 85an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tuysuz ê ku di sala 1979an de li gundê Kilicinê yê navçeya Curnê Reş a Rihayê bi zorê hatibû rewandin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya windakirina Bedîrhan Tuysuz hate xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştanê bi dawî bû.

ÎZMÎR: Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo windakiriyên di binçavan de li ber avahiya ber Sumerbankê ya Kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Winda wijdana me ne, xwedî li wijdana xwe derkevin” û “Winda diyar in, kujer li ku ne?” ku wêneyên windayan li ser bûn hatin vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Denîz Bayrak ve hate xwendin. Di daxuyaniya li Îzmîrê de jî li faîlên 11 welatiyên li Pasûrê di binçavan de hatibûn kuştin, hate pirsîn.

Piştî daxuyaniyê girseyê pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Li Sûriyeyê di 8 mehan de nêzî 10 hezar kes mirin

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) weşandiye, bi pêvajoya hilweşîna rejîma…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî rabûna tecrîdê ye

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Mecît Baskin daxwaza edaletê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?